Rûspiyên êlên Ereb: Berdêl çi dibe bila bibe, em ê xaka xwe biparêzin

Rûspiyên êlên ereb ên bajarê Hesekê li hemberî gefên dewleta Tirk ên pêkanîna êrîşan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nerazîbûn nîşan da û got “Berdêl çi dibe bila bibe, em ê xak û gelê xwe xwe biparêzin. “

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirkrer Recep Tayyîp Erdogan, gefên êrîş û dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Ji rûspiyên êla El-Cibûr li bajarê Hesekê Husên Elî Sultan, der barê van gefan de wiha got: “Em wek hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gefên dewleta Tirk ên ser herêmên me red dikin. “

Sultan bal kişand ser şêx û rûspiyên ku êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê erê kirin û got: “Ew ne êlên Ereb ên Sûriyê ne û nûnertiya êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nakin.”

Sultan axaftina xwe wiha domand: “Em dizanin ku ji sedan salan ve çavên dewleta Tirk li xaka Sûriyê ye û hewl dide dagir bike. Armanca wê ya bingehîn jî biratiya gelan têk bibe û nasnameya Sûriyê tune bike. “

Sultan destnîşan kir ku gef û tehd ne tenê pêkhateyekê armanc dike, lê belê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Kurd, Suryan û Ereb ên bi hev re jiyaneke hevbeş derbas dikin, armanc dike.

Rûspiyê êla El-Cibûr Husên Elî Sultan di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Em bang li hemû êşîr û zarokên gelê xwe dikin ku ji her êrîşeke dewleta dagirker re amade bin.  Em wek hemû pêkhateyan, em ê li dijî dagirkeriyê di yek xendekê de şer bikin.”

Rûspiyê êla El-Milhim Ekrem Mehşûş jî axivî û ev peyam da: “Em peyamekê ji hemû cîhanê re bi rê dikin û dibêjin em li dijî destwerdana Tirkiyê ya di herêmên me yên ewle de, tevî ku em di rewşeke zehmet de ne, lê berdêl çi dibe bila bibe em amade ne parastina gel û xaka xwe bikin.”

Mehşûş bal kişande ser serkeftinên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê de û wiha domand: “Bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê di girtîgehên Rêveberiya Xweser de hene û dema êrîşek li ser herêmên me pêk bê, dê kontrolkirina wan zehmet be.”

Di dawiya axaftina xwe de Mehşûş da xuyakirin ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê xwe bi rêxistin dikin. Heger ew çete ji kampa Holê ku ji xeternaktirîn kampên cîhanê tê hesabkirin, ku bi hezaran malbatên çeteyan dihewîne, birevin dê ne tenê ziyanê bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin lê belê dê ziyan bigihîje tevahiya dewletên cîhanê.

(rr)

ANHA


Mijarên Din