Rûspiyên Kurd û Ereb: Li dijî  êrîşan em ê bibin destek ji hesin

Rûspî û şêxên êlên Ereb û Kurd gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê red kirin û tekez kirin ku gelên herêmê dê li hember dijminatiyê bibin destek.

Dewleta dagirker a Tirk di hewldana xwe yên dagirkirina herêmê bi bihaneya avakirina "Herêma ewle" ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de berdewam e. Li rexê jî pêkhateyên herêmê tekez dikin ew ku projeya Tirkiyê ya bi armanca dagirkirina herêmê red dikin.

Girêdayî mijarê, ji şêxên êla El-Zubêr e û endamê Meclisa Rûspiyan li Bakurê Sûriyê Raxib El-Faris, li ser rola şêniyên herêmê di pêkanîna ewlehî, aramî û parastina wê ji hêzên terorîst de axivî û wiha anî ziman: "Herêmên Bakurê Sûriyê bi ked û xwîna şehîdan bi ewle ye. Ji destpêka şerê Sûriyê ve keç û xortên di nava refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk de di eniyên pêş de herêmên xwe diparêzin. Ji aliyê me ve jî tu gule ber bi sînorê Tirkiyê ve nehatiye avêtin."

Faris got: "Destdirêjiyên Tirkiyê ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya piştevaniya teror û xistina komên terorîst li Sûriyê ranewestiye. Li Efrînê jî sûcên hovane her heqê şêniyan de pêk tîne."

Faris wiha lê zêde kir: "Em herêma di bin sîwana Tirkiyê de qebûl nakin, lê em dixwazin ku di bin çavdêriya şêniyên herêmên Bakurê Sûriyê û navneteweyî de be."

Di dawiyê de şêx Raxib Faris bang li şêniyên qebîl û êlên erebî û kurdî kir ku li hember gefên Tirkiyê û êrîşkirinên wê amade bin, "Em nahêlin bi gavekê jî derbasî xak me bibin."

Şêx Îsmaîl Salih ê êlên Qebîleya El-Şerabîn di vê çarçoveyê de wiha diyar kir: "Em şêniyên herêmê yên ji pêkhateyên Ereb, bi her awayî avakirina herêma ewle di bin çavdêriya Tirkiyê de qebûl nakin. Hêzan  me yên parastinê di dirêjahiya şerê Sûriyê de şer kir û di parastin gel de qurbanî da."

Salih wiha anî ziman: "Em Kurd, Ereb û Suryan destwerdana Tirkiyê naperjirînin û ji her êrîşekê re amade ne."

Salih El-Seyid ê ji rûspiyên gundên herêma Alya ya girêdayî Girkê Legê ye redkirina gefên Tirkiyê de raber kir: "Em xaka xwe û xwîna şehîdan naxapînin û nahêlin dewleta Tirk rola wê di parastina herêma"ewle" de hebe. Yên ku em ji êrîşên dereve parastine, şehîdên me bûn û bi keda wan bi rûmet û azadî jiyan dikin."

Salih El-Seyid wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em ê heta mirinê parêzvanên xaka xwe û wefadarên xwîna şehîdên xwe bin û li hember dijminê zalim bisekinin. Her hewldaneke cudatiyê di navbera gelên herêmê de dê çarenûsa wê binkeftin be. Em hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê ji Kurd, Ereb, Suryan û tevahî etnîk yek in û tu kes nikare me ji hev bixe. Em ê li hember destwerdana Erdoganê tirkî, çi dibe bila bibe, bi destekî ji hesin bisekinin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din