Rûspiyên eşîrên Şehbayê hedefgirtina artêşa Tirk a zarokan, şermezar kir

Rûspiyên eşîrên Şehbayê hedefgirtina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya zarokan li Til Rifetê, şemezar kir û îşaret pê kir ku ew bangewazên aştiyê ne û ne yên şer in. Her wiha jî bang li rêxistinên navdewletî kir ku destwerdanê li binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bikin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker di 2’yê Kanûnê de komkujiyek li dijî sivîlên li navçeya Til Rifetê ya girêdayî kantona Şehbayê pêk anî ku di encamê de 10 sivîl, jê 8 zarok in, şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujiya ku li dijî sivîlan, bi taybet zarokan pêk hatiye, şemezar kir. Di vî warî de ajansa me bi rûspiyên eşîreyan re hevpeyvîn çêkir.

Mihemed Husên Mihemed ji eşîra El-Casim îşaret pê kir ku armanca wan parastina şêniyan ji êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye û wiha got: "Em şer nawxazin. Em bangawazên aştiyê ne. Lê belê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî me dikin."

Mihemed Husên bêdengiya navdewletî der heqê binpêkirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gel de şermezar kir û wiha daxuyand: "Vê carê kujer Erdogan û çeteyên wê zarokên Til Rifetê hedef girt û bi tundî bêdengiya navdewletî li ser van binpêkirinan tevî ku me terora cîhanê ya bi nûnertiya DAIŞ’ê têk bir û ji ber cîhanê ve şer kir, şermezar dikin."

Rûspiyê eşîra Kêtikan Ehmed Umer bal kişand ser ku divê civaka navdewletî, bi taybet dewletên Ewropayê destwerdin ku zarokan ji komkujiyên ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî wan pêk tînin, rizgar bikin û wiha got: "Em êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser naveya Til Rifetê ku zarok hedef girtine, qebûl nakin û divê civaka navdewletî der barê pêkanîna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji binpêkirinan, berpirsiyar be."

Ehmed Umer wiha lê zêde kir: "Çi gunehê wan zarokên sivîl ên ji Efrînê koçber bûne heye? Çima dewleta Tirk a dagirker wan hedef digire? Saziyên girêdayî mafên zarokan berpirsên van komkujiyan in. Divê dest tê werdin û van êrişan rawestînin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din