Rûspiyên eşîrên Girê Spî: Yên ku li dahola şer bidin dê bi bin bikevin

Rûspiyên Girê Spî diyar kir ku armanca dagirkeriya Tirk ji gefan ew e ku serdema Împratoriya Osmanî zindî bike, lê ev xewn dê bi cih neye, ji ber ku hemû eşîr li hemberî dijmin leşker in û yên ku li dahola şer bidin, dê bi bin bikevin.

Têkildarî gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û “herêma ewle” ya ku Tirkiye hewl dide li herêmê ava bike, rûspiyên eşîrên kantona Girê Spî nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin û gef red kirin.

Rûsiyê eşîra El-Cibûr Hesen Îsmaîl El-Elî anî ziman ku wekî eşîr dê welatê xwe biparêzin û got: "Em li hemberî gefên Tirkiyê ne, em gelên Sûriyê bira ne û ji beriya hezar salan ve bi hev re dijîn. Erdogan hewl dide serdema Osmaniyan vegerîne. Bila bizane ku xewna wî bi cih nayê. Zarokên me îro li eniyên şer in, em ê berdêlên giran bidin û nehêlin Erdogan destdirêjiyê li welatê me bike."

‘Erdogan zilamê şer e’

Têkildarî herêma “ewle” ya ku Tirkiye pêşniyar dike, El-Elî got: “Herêma ewle” hinceta Eredogan e. Erdogan zilamê şer e. Osmaniyan berê em birçî kirin, genim di malên me de nehiştin. Bapîrên me qala sûcên Osmaniyên mîna Erdogan dikirin."

Rûsiyê eşîra El-Cibûr Hesen Îsmaîl El-Elî di dawiya axaftina xwe bang li tevahî eşîrên Sûriyê kir ku li hemberî dagirkeriya Tirk bibin yek û got: "Em dagirkeran li ser xaka xwe napejirînin."

Rûspiyê bajarokê El-Hîşa Ezîz Ebdulrehman jî wiha got: "Dixwazin “herêmeke ewle” bi tirs, şer û nakokiyan di navbera gelên herêmê de ava bikin. Herêmên me bi saya şehîdan ewle ne."

Ezîz Ebdulrehman destnîşan kir ku dewletên herêmê ji destpêka aloziya Sûriyê ve banga avakirina herêma ewle dikirin û got: "Wê demê em alîgirê vê yekê bûn. Lê niha herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewle ne, jiyana hevbeş û aştiya navxweyî di navbera hemû pêkhate, etnîk û qebîleyan de heye."

Ebdulrehman wiha domand: "Li hemberî van gefan divê em bibin leşker, yên ku li dahola şer bidin dê bi bin bikevin. Ji ber ku gelê me yek e û dê li hemberî wê bisekine. Gelê me bi projeyeke demokratîk dijî û tu carî gav paşde naavêje. Projeya me ji tu kesî re ne xetere ye, lê gelek dewlet jê ditirsin."

Ezîz Ebdulrehman bang li kesên ku ji bo berjewendiyên dagirkeriya Tirk dixebitin, kir û got: "Li hişê xwe vegerin, hûn xwediyê vê axê ne. Kesên ewlehî û aştiya herêmê dixwazin derî ji wan re vekirî ye.”

‘Em di bin banê sîstemeke demokratîk de dijîn’

Ji rûspiyên herêma Girê Spî Reşîd El-Ehmed bi navê eşîrên Kurd ên Girê Spî axivî û got: “Em gefên dewleta Tirk a Osmanî ku herêmên me dike hedef, şermezar dikin. Piştî rizgarkirina herêmên me ji çeteyên DAIŞ‘ê em di bin banê sîstemeke demokratîk de dijîn. Lê Tirkiye bi hemû rêbazan hewl dide fitneyê di navbera pêkhateyan de derxe û projeya demokratîk têk bibe."

(bb/bm)

 ANHA


Mijarên Din