Rûspiyên eşîrên Ereb li dijî dagirkeriya Tirk banga yekitiyê kirin

Rûspiyên eşîrên Ereb ên herêma Efrînê dagirkeriya Tirkiyê ji xaka Sûriyê red kirin û bang li gelê Sûriyê û eşîrên Ereb kirin ku li pêşiya êrişan bibin yek.

Bertekên gel ên redkirina êrişa Tirkiyê li ser xaka Sûriyê re, dagirkirina herêmê, her wiha pêkanîna komkujiyan der heqê sivîlan zêde dibin. Di demekê de ku bangewaziyên yekitiya gelê Sûriyê û pêşîlêgirtina dagirkeriyê û siyaseta dagirkeriyê li xaka Sûriyê didomin.

Der barê mijarê de, rûspiyên eşîrên Ereb ên kantona Şehbayê ya herêma Efrînê nerazîbûna xwe ji dagirkeriyê û terora wê re diyar kirin.

Rûspiyê eşîra Denabilleh, El-Hac Nedîm El-Sadiq wiha got: "Em rûspiyên Ereb ên kantona Şehbayê êrişa Tirkiyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin. Dagirkeriya Tirk di bin navê "Kaniya Aştiyê" û "Şaxê Zeytûnan" de sivîl û zarokan dikujin, dewleta dagirker behsa kîjanê aştiyê dike, ev ne kaniya aştiyê ye lê belê kaniya teror û sûcan e."

El-Sadiq destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyê di dema êrişa xwe de, bi hezaran sivîl dan kuştin û koçber kirin.

El-Sadiq di dawiya axaftina xwe de bang li hemû eşîrên Kurd û Ereb û hemû pêkhateyên gelê Sûriyê kir ku li pêşiya êrişên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê bibin yek.

Rûspiyê eşîra Kêtkan, Zekeriya Hecazî wiha got: "Em bi tundî êrişa Tirkiyê ya li ser Bakurê Sûriyê şermezar dikin, taybet li Girê Spî û Serêkaniyê, em ji hemû eşîrên Ereb daxwazin bila li pêşiya êrişa Tirkiyê bisekinin û pişta xwe nedin hêzên derve,  yekbûna gel dê planên dagirker têk bibe.

Hecazî destnîşan kir ku êrişên Tirkiyê destpêka dawîbûna Tirkiyê ye û wiha got: "Em di wê baweriyê de ne ku gelê Tirkiyê ji hikumeta AKP`ê û êrişên wê yên li ser Sûriyê ne razî ye."

Hecazî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk a dagirker ku îdia dike şerê terorê dike, ew bixwe  ye yê desteka terorê dike."

Ji aliyê xwe ve rûspiyê eşîra Dîdan, Mihemed Hec Mûsa wiha got: "Em eşîrên Ereb dagirkeriya Tirkiyê ji xaka Sûriyê re red dikin, bi rêya êrişên xwe li ser sivîlan, me dît çawa kuştin, rûxandin û koçberkirina hezaran sivîlan pêk hatin."

Hec Mûsa diyar kir ku êrişên dagirkeriya Tirk li ser Bakurê Sûriyê ji bo rizgarkirina çeteyên DAIŞ`ê û vejandina wan e.

Hec Mûsa got, dagirkeriya Tirk çekên qedexekirî li ser sivîlên Bakurê Sûriyê bi kar anî, divê civaka navneteweyî vê yekê paşguh neke.

(jo)

ANHA    


Mijarên Din