Rûspiyên eşîran : Tirkiye hewl dide komkujiyên DAIŞ’ê dubare bike

Rûspiyên eşîrên Kurd ên li navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dubarekirina komkujiyên ku DAIŞ’ê yên li dijî gelên herêmê ne û bang li partiyên Kurdan kir ku yekitiya xwe ava bikin.

Dewleta Tirk a dagirker di 9’ê Cotmehê de bi çekên giran êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û komkujî li dijî şêniyan pêk anî. Şênî ji ber êrişên bêserûber neçarî koçberiyê bûn.

Girêdayî mijarê, rûspiyên eşîrên Kurd ên li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya navdewletî şermezar kirin.

Delef Delef ji rûspiyên êzidî got: "Van êrişan tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin hedef û êrişên dewleta Tirk berdewama plana berfirehkirina dagirkeriyê ne. Dewleta Tirk di êrişên xwe de DAIŞ’ê bi kar tîne, lê belê bi al û navên cihêreng."

Delef wiha lê zêde kir: "Me kiryar û binpêkirinên DAIŞ’ê bi mafên şêniyan, bi taybet bi pêkhateya êzidî ya li Şengalê dîtin. Niha jî dewleta Tirk hewl dide heman senaryoyê bi mafên gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk bîne."

Delef piştrast kir ku QSD’ê ew ji êrişên dewleta Tirk parastin û wiha got: "Em ê her tim piştevan û piştgirê hêzên xwe bin."

Delef li dawiyê bang li partiyên kurdî kir ku bi lezgînî yekitiya xwe ragihînin û wiha domand: "Meclisa Nîştimanî ya Kurdî ji bo ajande û berjewendiyên xwe û ne ku ji bo berjewendiya gelê Kurd dixebite. Lê divê ji bo berjewendiya gelê Kurd bixebite."

Mûsa Sînor ji rûspiyên eşîra Sarûxan e û wiha da zanîn: "Dem hatiye ku refa Kurd bibe yek û ji bo berjewendiya gel bixebitin. Tevî gelek civîn bi Meclisa Nîştimanî ya Kurd re hatin lidarxistin, lê her tim bi hincetên derew diaxivin."

Sînor bal kişand ser ku dewleta Tirk a dagirker çeteyan di êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de da ku xewna Osmanî vejîne, bi kar tîne û wiha berdewam kir: "Em şahîdên rûdanên li Serêkaniyê û herêmên dîtir in ku dagir kirine. Her tim sivîlan bi şêweyekî yekser bi armanca qirkina gelên herêmê, dikin hedef."

Sînor di dawiyê de piştrast kir ku piştgirî û piştevaniya hêzên xwe yên leşkerî dikin û baweriya wan bi QSD’ê der heqê parastin wan û têkbirina dewleta Tirk de heye.

(fr)

ANHA 


Mijarên Din