Rûspiyên Ereban: Divê Rejîm deriyê diyalogê veke

Şêx û rûspiyên êlên Ereb ên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo gotin: “Em piştgiriya QSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Divê rejîma Sûriyê deriyê xwe ji diyalogan re veke.”

 Buroya Têkiliyan a Hêzên Sûriya Demokratîk a navçeya Til Hemîsê, ji bo şîrovekirina geşedanên li herêmê  civînek ji şêx û rûspiyên Ereb re çêkir.

Civîn li navenda Çandî ya navçeya Til Hemîsê li dar ket. Rûspiyên êlên Ereb ên navçeya Til Hemîsê û fermandarên Buroya Têkiliyan a Hêzên Sûriya Demokratîk tev li civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgitin destpê kir. Piştre fermandarê Hêzên Sûriya Demokraîk Mezlûm Koçer axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

Koçer got: “Em ji destpêkê ve hewl didin deriyê diyalogê bi rejîma Sûriyê re vekin. Lê rejîm ne xwedî biryarê xwe ye ji ber ku tevahiya erdnîgariya Sûriyê firotiye. Pêkhateyên herêmê yekitiya xwe ava kirin û ewlehî û aşitî li herêmê tevî tevahiya şertên herêm tê re derbas bûye, ava kirin û herêmên xwe birêve birin.”              

Piştre deriyê nîqaş ji şêxên Ereb re hate vekirina da ku nêrînên xwe girêdayî rewşa heyî rave bikin. Rûspiyê êla El-Tifîhîn  Elî Mihemed got: “Amerîka, Israîl û Tirkiyê komploya li dijî herêmê dimeşînin.” Mihemed pirs kir gelo Amerîka li ku derê bû dema dewleta Tirk Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn dagir kirin?

‘QSD BERJEWENDIYA WELAT DIPARÊZE Û EM DESTEKA WÊ DIKIN’

Elî Mihemed diyar kir ku ew wek êla El-Tifîhîn desteka Hêzên Sûriya Demokratîk dikin û got: "QSD berjewendiya gel diparêze." Her wiha bang li Hêzên Sûriya Demokratîk kir ku bi cidî li dijî mudexeleyên derve bisekine û pişta xwe neda Amerîkayê û wiha domand: "Balafirên wan li jora me difirînin û Erdogan çeteyên xwe derbas dike û me talan dikin. Eger rejîma Sûriyê durist bûya niha 12 hikumet li ser axa Sûriyê tune bûna.”

‘GELO LÎBYA TÊ DE KURD HENE HETA KU ERDOGAN ÊRIŞÎ WÊ BIKE?’

Rûspiyê êla El-Amûd a qebîleya Şemer got: “Hêzên Sûriya Demokratîk erkên xwe anîn cih. Divê sekna tevahiya pêkhateyên herêmê bi hev re rast be. Dagirker ne tenê ji bo Kurdan, ji bo ku herêmê dagir bikin, hatin herêmê. Gelo Kurd li lîbyayê hene heta ku Erdogan êrişî wê bike."

Hisên El-Liyas rûspiyê êla Benî Seba got: "Kesek nikare axa Sûriyê ji Malîkiye heya Siweydayê bike bazaran. Kesek nikare bi vî welatî bilîze. Em piştgiriya hêzên xwe Hêzên Sûriya Demokratîk dikin. Ciwanên me di vê hêzê de şehîd bûn."

Silêman El-Hisên rûspiyê êla Benî Seba teqez kir ku ew piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser dikin. El- Hisên got: “Divê Rejîm destê xwe bike destê Rêveberiya Xweser. Da ku komplogeran ji Sûriyê derxînin. Divê rejîma Sûriyê deriyê diyalogê bi Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser re veke. Ji ber ku projeya wê projeyek demokratîk û serkeftî ye.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din