Rûspiyên Efrîn û Şehbayê bang li hêzên aştiyê kir: Li hember dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin

Rûspiyên eşîrên kantona Efrîn û Şehbayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li hêzên aştiyê kir ku li hember dagirkeriyê bisekinin.

Bi dehan rûspiyên eşîrên Ereb ên Sûriyê her wiha pêkhateyên Ereb, Kurd, Tirkmen, elewî û Kurd beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî li pêşiya navenda Koalîsyona Demokratîk a Sûriyê li Şehbayê ji aliyê serokê eşîra Bû Xemîs şêx Elî Xemîs ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Em wek rûspiyên eşîrên Efrîn û Şehbayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Sûriyê û berjewendiyên wê yên dagirkirinê, her wiha vejandina serdema Osmaniyan bi rêya êrîşên li ser xaka Sûriyê, şermezar dikin. Bi vê yekê Tirkiyê hemû zagon û pîvanên navdewletî binpê dike. Armanca wê ji vê yekê koçberkirina şêniyên herêmê ye, her wiha guhertina demografiya herêmê ye û bicihkirina çeteyên ku xizmeta berjewendiyên dagirkeriyê dikin. Me ev yek li bajarê Efrînê dît ku çawa talankirin, dizî, kiryarên dermirovî, guhertina demografîk, koçberkirina şêniyan û li şûna wan çete hatine bicihkirin.

Em piştrast dikin ku berjewendiyên Erdogan ên firehkirina dagirkirinê ji destpêka ku destek di aliyê lojîstîk û leşkerî de da Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê, diyar e. Her wiha parçeyên ji xaka Sûriyê ku bi saya têkoşîna pêkhateyên Sûriyê hatine rizgarkirin, dagir kirine.

Em wek şêx û rûspsiyên eşîrên Şehba û Efrînê bang li hemû saziyên civaka sivîl, hêzên aştiyane û tevahî cîhana azad ku li dijî êrîşên osmanî û ixwanî bisekinin. Em tekez dikin ku emê destek bidin her kesê ku çek li dijî dagirkeran û çeteyan wê yên terorîst rakirine û parastina yekîtiya xaka Sûriyê dikin û bi wan re bisekinin.

Em di yek rêzê de li dijî hemû pilan û komployên dagirkirinê ji bo parçekirina Sûriyê bisekinin. Em bang li tevahî hêzên biyanî dikin ku ji xaka Sûriyê derkevin. Ji ber gelê Sûriyê xwediyê maf in. Em bang li rêveberiya Sûriyê dikin ku li dijî hemû êrîşên li ser xaka Sûri yê têne kirin parastina gel û xaka xwe bike.

Şehîd namirin, şîfaya acil li birîndaran re, serkeftin ji hêzên me re û binketin ji dagirkeriya Tirkiyê re."

(bx)

ANHA


Mijarên Din