Rûspiyên Dêrikê: Komîteya destûrê hêviyên gelê Sûriyê pêk nayîne

Gelek rûpsiyên herêma Dêrikê komîteya destûra Sûriyê û encamên wê red kirin û teqez kirin ku ew tenê nûnertiya aliyên ku mafên gelan û pêkhateyên wê qebûl nake, dike.

Aliyên civakî û siyasî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê damezrandina komîteya destûrê red kirin, taybet ku nûnertiya hemû aliyên gelê Sûriyê nake.

Nûner û rûspiyên herêma Dêrikê ji ajansa me ANHA`yê re têkildarî mijarê, axivin.

Endamê Meclisa Rûspiyan Ehmed Hac Mehmûd El-Şamî got komîteya destûrê ya ku hate ragihandin nûnertiya hemû aliyên gelê Sûriyê nake, taybet piştî dûrxistina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê "ku parastina herêmên xwe kirin".

El-Şamî wiha domand: "Komîteya destûrê pîkenokeke derheqê gelê Sûriyê, ji ber tenê xwediyên berjewendiyan û aliyeke biçûk ji gelê Sûriyê cihê xwe tê de digirin, ji ber vê yekê divê hemû gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê di form û amadekirina destûrê de cihê xwe bigirin."

El-Şamî anî ziman ku ew encamên komîteya destûrê red dikin û wiha got: "Ew hêviyên gelê Sûriyê pêk nayîne."

Berpirsê giştî yê meclisa rûspiyan a herêma Cizîrê û serokê eşîra Teyî, Hewas Cedî wiha got: "Aloziya Sûriyê hişt koçberî, talankirin û kuştina milyonan gelê Sûriyê pêk were, ew yek ji ber nûnerên wan di civînên navneteweyî de tune bû."

Cedî destnîşan kir ku çarseriya aloziya Sûriyê li ser 2 nuqteyên sereke ye, ew diyaloga Sûrî – Sûrî ku bêyî cûdahî xizmeta hemû şêniyên gelê Sûriyê dike û amadekirina destûra nû ku vê aloziya ku bi salan e rû dide bidawî dike."

Di berdewama axaftina xwe de Cedî wiha got: "Kongreyên Cinêv û Astana hemû bibin ketin, ew yek ji ber pêkhateyên gelê Sûriyê beşdar nebûn, vê yekê aloziya Sûriyê kûrtir kir û tu çareserî ji azarên ku gel dibînin re nedîtin."

Cedî wiha domand: "Komîteya destûrê ku hate ragihandin, tê de opozîsyona Sûriyê ku rûyê siyasî yê komên çeteyan e û itîrafê bi ol û pêkhateyan nake û rejîma Baas e, ku bi kiryarên xwe li qada Sûriyê tê naskirin."

Cedî diyar kir ku aliyên beşdarî komîteya destûrê bûne li gel wan felsefeya radîkal beramberî pêkhateyan û gelan heye û tu mafên wê tune ku forma destûrê bi navê pêkhateyan û gelê Sûriyê ava bike, her wiha dûrxistina zêdetirî 5 milyon kes li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Berpirsê giştî yê Meclisa rûspiyan a herêma Cizîrê Hewas Cedî da zanîn ku ew encamên komîteya destûrê red dikin û diyar kir ku ew nûnertiya wan nake û wê aloziya Sûriyê kûrtir bike.

(jo)

ANHA


Mijarên Din