​​​​​​​Rûspiyên Dêrazorê daxwaza domandina pêngavên ewlehiyê ji QSD’ê kir

Rûspî û şêniyên rojavayê Dêrazorê pêngavên ewlehiyê yên QSD’ê yên li dijî şaneyên DAIŞ’ê silav kir û banga domandina mîna van pêngavan li QSDʹê kir.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) duh yekşemê, bi daxuyaniyekê destpêkirina pêngavekê ewlehiyê li herêma Keber a rojavayê Dêrazorê ragihand. Ev pêngav piştî ku şaneyên “terorîst” çend baregehên leşkerî yên herêmê kiribûn hedef, hat destpêkirin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/09/26/184157_-.jpg

Têkildarî mijarê, şênî û rûspiyên rojavayê Dêrazorê ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman. Rûspiyê eşîra Meşhûr a rojavayê Dêrazorê, Zeîm Mehmûd got: “Em bang li QSD’ê dikin ku pêngavên xwe yên ewlehî li herêmê zêde bike da ku şaneyên terorîst bigire û aramî li herêmê pêk were.”

Mehmûd destnîşan kir ku ew wek şêniyên Dêrazorê piştgiriyê didin QSD’ê û rê nadin kiryarên terorîst ku aramiya herêmên wan têk dibin û ev li gotinên xw ezêde kir: “QSD`ê tenê dikare terorê têk bibe. Em dê piştgiriya hemleyên wê yên li dijî şaneyên DAIŞ`ê bikin.”

Mehmûd wiha domand: “QSD`ê bersiva bangewaziyên me da û hemleyên xwe li herêmê dest pê kirin bi taybet piştî zêdebûna tevgerên şaneyên DAIŞ`ê li herêmê.”

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/09/26/184220_-.jpg

Her wiha, welatiyê bi navê Nezal Zekûr wiha axivî: “Em piştgiriya van pêngavên ewlehiyê yên QSD’ê dikin û banga zêdekirina wan dikin, ji ber ku zêdebûna tevgerên şaneyên terorîst aramiya herêmê dixe metirsiyê.”

Zekûr wiha lê zêde kir: “Em di hemleyên ewlehî de piştgiriya QSD’ê dikin.”

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/09/26/184206_-.jpg

Her wiha Ebdullah El Ferac wiha anî ziman: “Bi navê xwe û navê şêniyên Kuber, spasiya QSD’ê li ser van pêngavên ewlehî dikin û piştgiriya wê dikin. Em ê bi derfetên heyî piştgiriya wê bikin û em banga zêdekirina van pêngavan dikin.”

Di dawiya axaftina xwe de, Ebdullah El Ferec got: “QSD`ê nûnertiya me dike. Em pê re ne. Em xebatên wê ji bo belavkirina ewlehiyê li herêmê silav dikin.”

(mh)

ANHA


Mijarên Din