Rûspiyan li dijî êrişan banga hevgirtina gel kirin

Şêx û rûspiyên êlên herêma Reqa û Tebqayê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmê banga hevgirtina gel û piştgiriya QSD‘ê kirin. Rûspiyan her wiha anîn ziman ku her destûrek nûnertiya îradeya tevahî pêkhateyan neke nayê qebûlkirin.

Li ser daxwaza rûspiyên êla Efadile, roja Şemiyê 16`ê Mijdara 2019‘an komxebata êlên Ereb li satadê Şehîd Hevrîn Xelef a bajarê Reqayê pêk hat. Komxebat bi mijara geşedanên dawî li herêmê rû didin û yekitiya gel a li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin.

Di çarçoveya civînê de, şêx û rûspiyên êlên Ereb ên Reqayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê girîngiya yekbûna nerînên siyasî û leşkerî li hemberî dagirkeriya Trik tekez kirin û gotin ku dagirkeriya dewleta Tirk hewil dide di rêya çeteyên xwe careke din Sûriyê dagir bike. Şêx û rûspiyan bêdengiya navdewletî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.

Di çarçoveya civînê de hejmarek şêx û rûspiyan ji ANHA`yê re axivîn.

Berdevkê êlên Tebqayê Şêx Fewaz El-Bêg got: ‘‘Cihê şerê me ye di demekê wiha de ku çeteyên Tirkiyê bi dijwarî êrişî herêmê dike qala komîteya destûrî ya Sûriyê were kirin. Dagirkeriya dewleta Tirk hemû hêza xwe ya leşkerî li hemberî Hêzên Sûriya Demokratîk a bi hezaran şehîd ji bo rizgarkirina mirovahiyê ji çeteyên DAIŞ`ê dane, bikar aniye.‘‘

El-Bêg bang li Konseya Ewlekariyê ya NY‘yê kir ku dozgeriyekê ava bike û rejîma Tirkiyê û çeteyên wê yên êrişî hovane pêk tînin ceza bikin û got, divê civaka navnetewî li hemberî êrişên dewleta Tirk ku heta vê kêliyê berdewam dikin, helwestekî tund diyar bike.

Şêxê êla El-Caabat Telal Hîlal El-Sîbat jî behsa mijarê komîteya destûrê kir û tekez kir ew wê destûrê red kin ku‘‘Beşdariyeke berfireh a tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê têde tune be. Em şêx û rûspiyên êlên tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em li kêleka îradeya xwe ya siyasî û leşkerî disekinin.‘‘

El-Sîbat got: ‘‘Divê li hemberî dagirkeriya Tirk a hewil dide careke din Sûriyê dagir bike bibin yek. Fedakarî û qehremaniya mezin a Hêzên Sûriya Demokratîk nemumkîne werin ji bîrkirin, ku ji bo tevahiya cîhanê li hemberî rêxistinên terorîst ên herî qirêj li berxwe dane.‘‘

El-Sîbat got, her destûrek li derveyî erdnîgariya Sûriyê were pesendekirin û pêkhateyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê jê werin dûrxistin ew destûrekî ne rewa ye û ev tişt anî ziman "Em bi tu awayan vê destûrê qebûl nakin, çarenûsa wê teqez wê binketin be. Ji ber ku nabe  5 milyon kes di amadekirina desûrê de bên dûrxistin.‘‘

(rr)

ANHA


Mijarên Din