Rûspî û nûnerên eşîran: Em li kêleka hêzên xwe ne

XRûspî û nûnerên Ereb, Kurd û Tirkmen ên Bakurê Sûriyê gefên Tirkiyê yên li ser herêmê red kirin û tekez kir ku ew ê li kêleka QSD`ê di mewziyên şer de bin.

Di demekê de ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, şêniyên vê herêmê destwerdanên Tirkiyê di Sûriyê de red dikin.

Rûspî û nûnerên eşîran ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herî zêde ev helwest di civîn û daxuyaniyan û hevdîtinan de diyar kirin.

Duh li gundê Tenhûzê yê girêdayî Girê Spî komxebata eşîrên Firatê hate lidarxistin, tê de derdora hezar û 500 nûner û şêxên Ereb, Kurd û Tirkmenên herêmên Firatê (Girê Spî û Kobanê) û Minbic, Reqa, Tebqa, Dêrazor û Cezîrê amade bûn.

Beşdaran gefên Tirkiyê û rêyên têkbirina wê nîqaş kirin, her wiha di dawiyê de daxuyaniyek dan û gefên Tirkiyê red kirin û wiha gotin: "Gef ji berjewendiyên vejandina DAIŞ`ê û têkbirina hewldanên dîtina çareseriya aştiyane ji aloziya Sûriyê re ye."

Di komxebatê de, gelek şêx û rûspî ji ANHA`yê re axivîn. Ji wan şêx Nayîf Abid El-Dîf şêxê eşîra El-Bo Cabir ji pêkhateya Ereb e û wiha got: "Em li vir kom bûn da ku em piştgiriya xwe bi QSD`ê re ku Bakurê Sûriyê rizgar kir, ragihînin."

El-Dîf wiha domand: "Em amade ne wek eşîr û nûnerên eşîran ji bo rizgarkirina welatê xwe û li pêşiya sekinandina gefên Erdogan her tiştî bidin."

Der barê mijarê de, rûspiyekî eşîra Bêseriyan a Kurd Xelîl Muslim wiha got: "Em bi hemû pêkhateyan re bira ne, em ê li pêşiya her êrîşkarekî yekbûna xaka welêt bisekinin."

Xelîl Muslim teqez kir ku ew wek nûner û şêxên eşîran li pêşiya dagirkeriya Tirk bibin artêş û hebûna Tirkiyê qebûl nekin.

Her wiha nûnerê eşîra Tirkmen li Minbicê Ekrem Dada wiha got: "Em wek pêkhateyên Tirkmen li Bakurê Sûriyê destwerdana Tirkiyê red dikin û qebûl nakin."

Dada da zanîn ku mafên wan hene û ewlehiya herêma wan heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Eger êrîşek pêk were û destwerdana Tirkiyê li xaka Sûriyê çêbe, em ê bi yekrêzî li kêleka hêzên xwe bisekinin."

(jo)

ANHA


Mijarên Din

Li Ezazê mayinek teqiya