Êrîşên li ser Til Rifatê berfireh dibe

Gundên navçeya Til Rifatê bi dijwarî ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve tê topbarankirin.

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê piştî bajarê Til Rifatê gundên girêdayî wê jî dan ber topan. Nûçegihanan diyar kirin ku gundên Şêx Hîlal ê di navbera gundên Kefernaya û bajarê Til Rifatê de tê topbarankirin û heta niha gelek top li gund ketine..

Topbaran hîna jî berdewam e.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro bajarê Til Rifatê ya kantona Şehba û gundên navçeya Şêrawayê topbaran kirin.

ANHA

 


Mijarên Din