‘Êrîşên li dijî şaredariyên HDP’ê xeteriyek mezin e’

Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê-Partî Nesir El-Dîn Ibrahîm got: “Em êrîşên dewleta Tirk ên li ser şaredariyên Partiya Gelan a Demokratîk li Bakurê Kurdistanê şermezar dikin. Desthilatdariya dîktator û zordest a Tirkiyê ji bo têkbirina destkeftiyên HDP’ê pirsgirêkan derdixîne.”

Polîsên Tirkiyê êrîş birin ser şaredariyên Partiya Gelan a Demokratîk ên bajarên Amed û Mêrdînê yên li Bakurê Kurdistanê. Her wiha desthilatdariya Tirkiyê hevserokê şaredariya Amedê Selcûq Mizragelî, hevserokê şaredariya Mêrdînê Ehmed Turk û hevseroka şaredariya Wanê Bedîa Ozkokca ji erkên wan derxistin.

Girêdayî vê mijarê û binpêkirinên desthilatdariya Tirkiyê yên li dijî  şaredariyên Bakurê Kurdistanê yên ku hatine hilbijartin, sekreterê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê-Partî Nesir El-Dîn Ibrahîm ji ajansa me re axivî. Ibrahîm destnîşan kir ku desthilatdariya Tirkiyê bi serkêşiya AKP`ê hêzên demokrat dike hedef û êrîşî şaredariyan HDP’ê dike. Îbrahîm got: “Tevî siyasetên dewleta Tirk ên girtina rêveberên Partiya Gelan a Demokratîk di serî de Seladîn Demîrtaş. Pergala Tirkiyê di rêgeza xwe de ya dijberî hêzên demokrat û neteweyî berdewam dike. Di girtîgehên Tirkiyê de bi deh hezaran kesên demokrat ji tevahiya pêkhateyên gelê Tirkiyê bi taybet gelê Kurd hene."

Di serjimariyek fermî dawîn de ku rojnameyên Tirkiyê di Tebaxa 2019`an de belav kirine, di girtîgehên Tirkiyê de zêdetirî 194 hezar mehkum û derdora 60 hezar girtî hene. Yanî bi serjimariyekê ku 250 hezar mehkum û girtiyên siyasî derbas dike. Li gorî belgeyên Rêxistina Geşpêdana Aborî û hevkariyê (OECD) ya 2018`an Tirkiyê bi rêjeya 287 girtî ji her 100 hezar kesî di pileya duyemîn de bû.

Ibarhîm destnîşan kir ku HDP`ê bi serokatiya şaredaiyên gel ên bajarên Bakurê Kurdistanê bi rêya hilbijartinan bi serket. Her wiha êrîşkirina deshilatdariya Tirkiyê şaredariyên HDP`ê şermezar kir û got: "Ev gavek xeter e."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din