Êrîşên jinên DAIŞ’î yên li kampa Holê dewam dikin

Jinên çeteyên DAIŞ`ê di kampa Holê de vê carê êrîşî penaberekî iraqî kir û bi giranî birîndar kir.

Nûçegihanê me ji kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê ragihand ku 2 jinên DAIŞ`ê hewl da ciwanê bi navê H.D. bikujin. Ciwanê birîndar penaberekî ji Iraqê ye û li kampa Holê dimîne û bi giranî ji zikê xwe birîndar bû.

H.D. (26) ji nûçegihanê me re diyar kir ku tevgerên xerîb li derdora konê xwe yê ku li aliyê 5’emîn ê kampa Holê dîtine, paşê 2 jinên DAIŞ`î derbasî kon bûne û hewl dane wî bikujin, lê dikaribû parastina xwe bikira, lê bi giranî ji zikê xwe birîndar bû.

Ev bûyer ji rêzesûcên jinên DAIŞ`î yên li kampa Holê ye û ew hewldana kuştinê dibe ya 3’yan ku li kampê rû da. Di 12`ê Îlonê de jî ciwanekî ji Iraqê li ser destê jinên DAIŞ`î hate kuştin û yek birîndar bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn taybet li kampa Holê her du jinên ku hewl da ciwanê iraqî bikujin, girtin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêkolînên pêwîst kir da ku sedemên wê yekê nas bike.

Her wiha duh jî 2 xwişkên ji jinên DAIŞ`î li kampa Holê ji aliyê jinên DAIŞ`î yên Rûsî ve rastî lêdaneke giran hatin û cenazeyê jinekê li nêzî kanalîzasyonê hate dîtin.

Beriya niha jî fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî ji dezgehên çapemeniyê yên cîhanî re diyar kir ku kampa Holê mîna bombeyekê li ber teqandinê ye, her wiha Rêveberiya Xweser jî gelek caran bang li dewletên Ewropayê kir ku hemwelatiyên xwe yên di nav DAIŞ`ê de wergirin.

Li kampa Holê zêdetirî 71 hezar kes, di nav de penaberên ji Iraqê û koçber û malbatên çeteyên DAIŞ`ê hene, li 7 beşên sereke di kampê de dimînin. Her wiha li beşa bi navê "El-Muhacîrat" nêzî 11 hezar jinên DAIŞ`î yên biyanî hene.

(jo)

ANHA

 


Mijarên Din