‘Êrîşên dewleta Tirk nefesê li DAIŞ’Ê vedigerînin’

Di merasîma şehîd Lorens Nihêtir de hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Eyşê Hiso axivî û got êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li ser Serêkaniyê û Girê Spî, nefes li çeteyên DAIŞ`ê vegerand.

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs û gundewarên wê cenazeya têkoşerê di nava QSD`ê de Lorans Nihêtir (Rûbar Til Hemîs) oxir kir. Şehîd Rûbar li bajarê Serêkaniyê dema parastina xwe ya rewa di Berxwedana Rûmetê de dikir, şehîd bûbû.

Girseya gel cenazeyê Lorans Nihêtir ji Saziya Malbatên Şehîdan a li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirt û bi karwanekî erebeyan ber bi goristana şehîdan a li Til Hemîsê ve çû.

Piştî girse gihaşt goristanê merasîmê dest pê kir. Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê meclisê Abdulazîz Osman, li ser navê QSD`ê şervan Hec Ehmed El-Keyret û li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk hevseroka partiyê Eyşê Hiso axivîn.

Hevseroka (PYD) Eyşê Hiso wiha axivî: "Herêmên me rastî êrîşên dewleta Tirk tên, dewleta Tirk li Sûriyê û Rojhilatê Navîn xwedî berjewendî ye û dixwaze vê herêmê wekî kevirê domîno bilîzîne."

Her wiha Eyşê Hiso diyar kir ku dewleta Tirk dîsa êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û beramberî vê yekê bêdengiyeke navdewletî û cîhanî heye, lê belê ew dikarin bibêjin ku wan dîwarê bêdengiyê şikand, ji ber ku ew dibînin ku şermezarkirinên navdewletî, herêmî, dewletên erebî û Komkara Erebî ku heta niha ne tenê helwesta xwe anî zimên, lê belê êrîş şermezar jî kirin û encmên van şermezarkirinan serkeftinên Berxwedana Rûmetê ye.

Eyşê bi bîr xist ku li Serêkaniyê û Girê Spî şerekî giran tê meşandin, çete û bermahiyên DAIŞ`ê yên ku destên wan di êrîşan de hene, ji ber em dizanin ku êrîşên niha rû didin, oksîjena DAIŞ`ê vedigerîne.

Eyşê di berdewamê de got kesên ku di hembêza Stenbol û Enqereyê de rûniştine, nikarin nûnertiya mafên gelê Sûriyê bikin û wih apê de çû: “Ji roja yekemîn a sala 2011`an ve, em banga diyalogên Sûrî-Sûrî dikin. Hêj hemû hevpeyman li Sûriyê çi hevpeymana Cinêvê be yan jî Astanayê ku Rûsya, Îran û Tirkiyê tê de aliyên sereke ne, banga vê yekê dikin, dema Tirkiyê ev rêgeh ferz kir, ji bo berjewendiyên xwe bû, armanek ji armancên Astanayê, dagirkeriya Efrînê bû û herêmên bi navê qaşo bêçek e û rewabûna dagirkeriya dewleta Tirk ji xaka Sûriyê re ye.

Eyşê di dawiya axaftina xwe bal kişand ser hevpeymana di navbera QSD`ê û artêşa Sûriyê de ku hevpeymaneke têkildarî qada leşkerî ye, anku dê kar û xebat wekî Rêveberiya Xweser bimîne, her wiha dizanin ku di qada siyasî de ew pêşniyara diyalogan dikin, ev jî ne ji lawaziyekê tê, ji ber serweriya dewleta Sûriyê ji erka wê ye ku parastina sînor bike, ji roja yekemîn ve ew vê yekê piştrast dikin.

Di gel ku gelek axaftin hatin vegotin û îşaret berxwedana şervanên QSD`ê li dijî artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê kirin, her wiha destekdayîna xwe ji çeperên şer re diyar kirin û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Abawî nasnameya şehîd Lorens xwend û şehîd di nava sloganan de oxir kirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din