Êrîşên dagirkeriyê li Şamê hate protestokirin

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li taxa Zorava ya paytexa Sûriyê Şamê bi meşekê hate protestokirin.

Bi dehan kurdên li taxa Zorava ya paytexta Sûriyê Şamê  meşek li dar xistin û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Di meşê de wêneyên şehîd û birîndarên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatibûn hedefkirin û al û sembolên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hildan. Her wiha pankartên ku êrîşên dagirkeriyê û bêdendiya civaka navdewletî hatin vekirin.

Şêniyên di nava kolanan de meşiyan û dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berz dikirin.

(bb)

ANHA


Mijarên Din