‘Êrîş dê kontrolkirina çeteyên DAIŞ`ê dijwar bike‘

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Cizîrê got, eger Tirkiyê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike dê kontrolkirina bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê yên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de û jinên wan di Kampa Holê de gelek dijwar be.

Dagirkeriya Tirk gefên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike. Di heman demê de tevgera xwe li xeta sînor zêde kiriye

Gefên Tirkiyê di çarçoveya têkbirina projeya demokratîk a şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ya di bin banê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tên. Tirkiyê hewl dide peymana qaşo bi navê Mîsaqa Milî vejîne ya ku îdîa dike herêmên ji Heleb heta Kerkûkê herêmên Tirkî ne.

QSD`ê di pêngavên xwe yên rizgarkirinê de bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê girtin. Tevî bangewaziyên dubarekirî yên ji hêla rêveberiyê ve ji bo avakirina dadgehên navdewletî ji bo muhesebekirina wan çeteyan, lê heta niha ev daxwaz nehatiya erêkirin. Bi taybet ji ber ku nasnameya çeteyên DAIŞ`ê vedigerin zêdetirî 50 dewletên cîhanê.

Piştî gefên Tirkiyê ji herêmê re, berpirsên Rêveberiya Xweser diyar kirin ku eger Tirkiyê êrîşî Bakurê Sûriyê bike dê çaranûsa çeteyan ne diyar be û nikarin wan kontrol bikin. Ev jî dê li ser tevahî cîhanê xeteriyê çêbike.

Eger Tirkiyê êrîş kir dê kontrolkirina çeteyên DAIŞ`ê dijwar bibe

Di vê çarçoveyê de û girêdayî xeteriya çeyetên DAIŞ`ê yên li cem rêveberiyê girtî ne, çawaniya kontrolkirina çeteyan û malbatên wan yên di nav Kampa Holê de ne endamê Meclisa Giştî ya Partiya Pêşrojê ya Sûriyê şaxê Cizîrê Ebdulfetah Fatimê ji ajansa me re axivî û got: " Tirkiyê ya ji van gefan dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dûbarekirina kiryarên xwe yên ne exlaqî ye, her wiha têkbirina projeya Rêveberiya Xweser armanc dike."

Fatimê wiha domand: "Eger Tirkiyê êrîş kir divê em tedbîrên xwe bigirin. Ji ber ku bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê yên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de û bi hezaran jin û zarokên wan di kampa Holê de, ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê belê li ser tevahiya cîhanê xeter in û dê kontrolkirina wan gelek dijwar be."

Bombeyek tijî ye û divê bi lez dadgehek navdewletî ava bibe

Fatimê destnîşan kir ku jinên DAIŞ`ê yên ku di nav Kampa Holê de, fikirê çeteyên DAIŞ`ê yê tarî di nav kampê de belav dikin û kiryarên sûcdar di nav kampê de bê tirs dikin. Fatimê, çeteyên di girtîgehan de û malbatên wan di nav Kampa Holê de bi bombeya tijî wesifand.

Fatimê dît ku di van rewşan de li gel gefên Tirkiyê li dijî herêmê divê bi lez dadgeha navdewletî ava bibe û wiha domand: "Çeteyên DAIŞ`ê neviyên Ixwan Muslimîn in. Li cem wan zemînek terorîst bi hêz heye. Lew ra divê civaka navdewletî bi lez dadgeha navdewletî ava bike û wan darzîne. Ji ber ku ew li ser herêmê xeter in. Ji vê bingehê divê dadgehên navdewletî û desteyên perwerdeyê yên derûnî û siyasî ji bo perwerdekirina jin û zarokên çeteyên DAIŞ`ê werin avakirin."

Fatimê bal kişand ku niha hejmarek mezin ji çeteyên biyanî hene û dixwazin vegerin welatên xwe. Lê dewletên wan ji ber tirsa fikrên wan ên tarî naxwazin vegerînin. Ji ber wê divê li hember her êrîşekê bê sekinandin.

Di dawiyê de endamê Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Cizîrê Ebdulfetah Fatimê got ji bo derbaskirina vê rewşê ji civaka navdewletî û desteyên herêmî hevgirtina ked tê xwestin da ku wan çeteyan muhesebe bikin. Her wiha bi rêya avakirina dadgehên navdewletî û pêşkêşkirina xebatan Rêveberiya Xweser teşwîq bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din