Rola vekirina kargeha şikandina fistiqa helebî

Vekirina kargeha şikandin û qeşirandina fistiqa helebî yek ji sedemên ku bihayê wê erzan kiriye. Heman demê de di aliyê lêçûnê de sûdê li cotkaran dike.

Fistiqa helebî ji hilberînên girîng ên Sûriyê ye. Herî zêde  li herêmên Heleb, Hema û Idlibê tê çandin. Her wiha li parêzgehên Hims, gundewayê Şamê û Siweydayê jî çêdibe.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî  li Kobanê bi hezaran darên fistiqê helebî hene. Li Minbicê rûberên zeviyên ku bi darên fistiqê hatine çandin dighêje derdora 700 hiktar erd. Ev herdu herêm bi hilberîna fistiqa helebî navdar in û hilberîna herdu herêman salê di navbera 500 heya hezar û 200 ton e.

Şêniyên herêmê neçar diman ku hilberînê veguhêzînin bajarê Helebê yan jî bajarokê Murk ê gundewarê parêzgeha Hemayê da ku fistiqan bişkînin û biqeşêrin. Lêçûnê wê jî beriya 2011`an digihaşt 25 hezar heya 30 hezar lîreyên Sûriyê. Lê piştî aloziya Sûriyê lêçûna wê niha ji her tonekî re digihêje 100 hezar lîreyên Sûriyê. Ji ber ku lêçûna veguhestinê biha ye.

Piştî rizgarkirina herêma Minbicê, cotkarên herêmê di 2016`an de kargeha şikandina fistiqan li gundê El-Eseliye yê gundewarê rojavayê bajarê Minbicê vekirin.

Di kargehê de 60 karker kar dikin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kargeha tekane ye. Hêza hilberînê ya rojane derdora 6 ton e. Li gorî hilberîna herêmê kargeh salê 3 mehan dixebite. Cotkar hilberînên xwe her sal di meha Tebaxê de berhev dikin.

Berpirsan ji bo şikandin û qeşirandina her tonekî 50 hezar lîreyên Sûriyê diyar kirine. Yanî nîvê lêçûna şandina wê ji derveyî herêmê re.

Ehmed Şemsedîn ji şêniyên gundê El-Eseliyê ye û xwediyê kargehê ye. Şemsedîn ji ajansa me re axivî û got: “Ji ber azarên ku me kişandin, me biryara vekirina kargehê da. Ez cotkar im û xwediyê darên fistiqa helebî me. Min lêçûnek biha ji bo şikandina fistiqan dida. Ji ber wê min ev kargeh vekir."

Şemsedîn diyar kir ku ew îsal kiloya fistiqan bi hezar û 500 heya hezar û 700 lîreyên Sûriyê de ji cotkaran digre. Şemsedîn got: “Piştî şikandin û qeşirandinê ez wê di nav sûkên herêmê de difroşim. Hilberîna zêde jî ji dewletên din re mîna dewletên Kendava Ereban, Misir, Lîbya û Iraqî re dişînim."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din