‘Rola Tirkiyê di Lîbyayê de asta desteka manewî ji Serac re derbas nake’

Lêkolînerê siyasî yê zanîngeha El-Qahîre Dr. Nasir Meimûn Îsa got: “Tirkiyê di vê dawiyê de derbeyên mezin li Rojhilata Navîn xwarin. Rola wê di Lîbyayê de desteka manewî ji hikumeta Wîfaq re derbas nake.”

Lêkolînerê siyasî yê zanîngeha El-Qahîre Dr. Nasir Meimûn Îsa girêdayî aloziya Lîbyayê, şandina çeteyên Tirkiyê ji Lîbyayê re ji ajansa me re axivî. Îsa got: “Piştî ku Misr, Qibris, Yawnanistan û Israîlê ragihandin ku wê komxebata gaza Rojhilata Navîn li dar bixin, Erdogan xwe bi tenê û dest vala dît. Piştî van aliyan hebûna Tirkiyê li herêmê red kir, Tirkiyê dest bi vedîtina çareseriyek din kir. Ji ber wê dest bi piştgiriya hikumeta El-Serac a Ixwanî ya xwediyê heman îdeolojî ye, kir.”

Îsa wiha domand: "Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan dema ji giravên Yawnanistanê hate derxistin dîn bû."

Girêdayî rewşa Idlibê Îsa got: "Almanya berê hebûna Tirkiyê di kongreya Lîbyayê de li Berlînê red kiribû. Tirkiyê ji ber timayên xwe yên ji gaza Lîbyayê re, xwest lingê deyne Lîbyayê da ku tevahiya kaxizan lihev xîne. Çi di doza gazê de yan jî rêzkirina mala lîbî. Piştî helwesta Misrê, redkirina Tunis û Cezayirê, Tirkiye şok bû. Hemû li bendê ne. Ji aliyekê ve Misr xwe ji tevahiya ihtîmalan re amade dike, ji aliyekî din ve rejîma Tunisê ya xwediyê heman îdeolojî piştî zexta gelêrî dev jê berda. Her wiha rejîma Cezayirê ya ku ragihandin ku ew li dijî her mudexeleyek derve di Lîbyayê de ye.”

Di dawiyê de lêkolînerê siyasî yê zanîngeha El-Qahîre Dr. Nasir Meimûn Îsa got: "Rola Erdogan di Lîbyayê de asta piştgiriya hikumeta Wîfqad derbas nake. Hinek pisporên leşkerî ji demekê ve li Terablusê ne. Lê Tikriyê nekarî mîna plan kiriye tevger bike."

(şx)

ANHA


Mijarên Din