Rola komînên kampa Mabrûka

Ji ber ku di kampa Mebrûka de hejmara koçberan zêde bûye, rêveberiya kampê bi armanca çareserkirina pirsgirêkên koçberan, peydakirina pêdiviyên wan û pêşkêşkirina xebatên pêwîst, gelek komîn ava kirin.

Komîn wek hestîpişta civakê tê hesibandin. Bi rêya wê pirsgirêkên civakî û xizmetguzariyê têne çareserkirin. Bi destpêka avakirina komînan re li Rojava (Bakurê Sûriyê), gelên herêmê hewl da vê tecrubeyê bi pêş bixin û aktîf bikin.

Komîn ne tenê di nav bajarên bakurê Sûriyê de hatin avakirin, di nav kampa Holê ya penaberên iraqî û koçberên sûrî de jî hatin avakirin. Di van demên dawîn de di nav kampa Mabrûka ya girêdayî herêma Serêkaniyê de jî komîn hatin avakirin. Komîn ji bo naskirina pirsgirêkên koçberan û peydakirina pêdiviyên wan hatin avakirin.

Piştî QSD`ê li herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de hemleyên rizgarkirina herêman dan destpêkirin, ji gelek herêman pêlên mezin ên koçberan berê xwe da kampan. Yek ji van kampan jî kampa Mabrûkayê ye. Kamp di dawiya sala 2015`an de ava bû.

Bi zêdebûna hejmara koçberan re di nav kampê de ji ber ku koçber ne birêxistinkirî bûn, kêmasî û astengî di pêşkêşkirina xebatan de derketin. Di demên borî de rêveberiya kampa Mabrûka bi koordîneya rêxistinên NY`yê di nav kampê de, bi rêya hilbijartinê komîn ava kirin.

Di nav komînan de gelek komîte hene mîna; xizmetguzarî, jin û komîteya lihevanînê. Endamên komînê beşdarî dewreyên perwerdeyê dibin da ku asta xwe di kar de bi pêş bixin û bikarin bi awayekî erênî û rast bi şêniyan re bidin û bistînin.

Di nav kampê de 8 komîn hene, ji her yekê re hevserok hatine diyarkirin. Karê wan pêdiviyên koçberan peyda bikin, koçberan di nav kampê de bi rêxistin bikin û pirsgirêkên wan çareser bikin.

Ji bo naskirina rewşa koçberên kampê bi giştî û rewşa rêxistinî, ajansa me serdana kampê kir. Di serdanê de, koçberan bang li aliyên têkildar kir ku pêdivî û pêwîstiyên wan peyda bikin û alîkariyê di rewşên jiyanî de pêşkêş bikin. Rêveberiya kampê soz da ku bi hemû keda xwe bixebitin û zextê li rêxistinan û aliyên têkildar bikin da ku alîkariya koçberan bikin û pirsgirêkên wan çareser bikin.

Koçberê bi navê Ebdulrehman Nasir yê ji bajarê El-Quriye yê parêzgeha Dêrazorê, got: "Ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ`ê li herêmên me, rewşa jiyanî dijwar bû. Ji ber wê em hatin kampê. Hevserokên komînên kampê mîna me koçber in, nikarin tiştekî ji koçberan re pêşkêş bikin. Lê ew di navbera koçberan, rêveberiya kampê û aliyên têkildar de peywendiyan çêdikin. Ew jî tiştekî baş e."

Hevserokê meclisa herêmî ya komînên kampa Mabrûka Kessar El-Hacî û ew jî ji bajarê Meyadîn ê parêzgeha Dêrazorê ye, got: “Me pêwîstî bi avakirina komînan dît.”

El-Hacî destnîşan kir ku armanca wan ji avakirina komînan ew e ku azarên koçberan û pêwîstiyên wan nas bikin da ku alîkariya wan bikin. El- Hacî got: “Em jî gilî, pêwîstî û pirsgirêkên koçberan radikin rêveberiya kampê û aliyên têkildar. Avakirina komînan di nav kampê de gaveke girîng e. Ji bo ku li rex koçberan bisekinin, alîkariya wan bikin, karên wan bimeşînin, têkîliyên wan bi rêveberî û aliyên têkildar re çêkin.”

Girêdayî mijarê endama rêveber a kampê Dilûcan Qadir destnîşan kir ku ev 3 meh e komîn di nava kampê de hatine aktîfkirin. Dilûcan destnîşan kir ku kamp pêdiviyên xedemî li gorî derfetên heyî mîna madeyên xwarinê û pêwîstiyên din bi rêya komînan pêşkêş dike.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din