Rojnameyên erebî:Li Idlibê amadekariyên şer

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Idlibê, aloziya di navbera Îsraîl û Îranê, her wiha lêpirsînên der barê teqîna bendera Beyrûtê de, kir.

SEWQIYATÊN DAGIRERIYA TIRK Û LI IDLIBÊ ŞER

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya El-Beyan nivîsî: "Di dema ku hêzên dewleta Tirk vekişînên xwe ji gundewarên bakurê Helebê didomînin, çavkaniyan diyar kir ku Enqere karwaneke ji sewqiyatên leşker ber bi gundewarên Idlibê ve bir."

Li gorî çavkaniyan ku di nava sewqiyatan de alavên leşkerî yên giran hebûn û ber bi herêmên ku niha di bin serweriya wê û komên çekdar ên gundewarên Idlibê ve, hatin şandin.

Li gorî çavdêrên li bakurê Sûriyê û çavkaniyên çapemenî ku derdora 30 maşîneyên leşkerî yên dewleta Tirk, li ser çend beşan derbasî xaka Sûriyê bûn da ku li li herêmên cûda yên gundewarên başûrê Idlibê belav bibin, her wiha tu guhertin di hejmara leşkerên Tirk de çênebûye.

Her wiha li gorî çavkaniyan sewqiyat ji dergeha Kefer Lûsîn a sînor hatin û dê ber bi herêmên çiyayê El-Zawiya ve biçin. Li herêma çiyayê El-Zawiyê jî car carna di navbera artêşa Sûrî û komên çekdar de şer derdikve. Artêşa Sûrî jî dixwaze ew herêma stratejîk bixe bin serweriya xwe de.

Ji aliyekî din ve jî, hêzên hikûmetê êrişî baregehên leşkerî li herêmên "bê çek" kir. Her wiha çeteyên dewleta Tirk jî bersiv dan û êrişî baregehên girêdayî hêzên hikûmetê kir û di encama topbarana li ser baregehên başûrê parêzgeha Idlibê leşkerek ji hêzên Sûriyê hat kuştin.

WASHINGTON HEWL DIDE ÎSRAÎLÊ JI ŞERÊ BI ÎRANÊ RE DÛR BIXE

Derbarê nakokiyên di navbera Îsraîl û Îranê de rojnameya El-Ereb nivisî: “Rêveberiya serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, bi armanca dûrxistina Îsraîlê ji şerekî giştî bi Îranê re, hewl dide Îsraîlê tev li fermandariya leşkerî ya sereke ya Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn bike ku ji gelek dewletên ereban pêk tê.

Til Avîv ji bo rêgirtina li pêşiya gefên moşekên palistî yên Îranê ku li ser ewlehiya Îsraîlê xeteriyê çêdikin, hedefgirtina nuqteyên leşkerî yên Îranê yan jî milîsên girêdayî wê yên li Sûriyê didomîne.

Rayedarên Amerîkayê roja pêncşemê, got ku Trump ferman daye ku fermandariya leşkerî ya sereke ya Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn fireh bibe û Îsraîlê tev lê bibe.

Ev gav tê wateyê ku fermandariya navendî ya Amerîkayê dê çavdêriya siyaseta leşkerî ya Amerîkayê bike ku ji Îsraîlê û dewletên Ereban pêk tê.”

LUBANAN TÊKILIYÊN SÛRIYÊ BI BARÊ AMONYÛMÊ LÊKOLÎN DIKE

Der barê encamên teqîna Beyrûtê de rojnameya El-Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Piştî agahiyên ku di du rojên dawîn de derketine, ev 7 sal in amonyûm li benderê ye. Amonyûma ku hatiye teqandin, wê ji aliyê rejîma Sûriyê bihata bikaranîn. Piştî ku ev agahî hatin belavkirin, bangawaziyên berdewamkirina lêpirsînên girêdayî teqîna bendera Beyrûtê ya ku di 4`ê Tebaxê de çêbûye, zêde dibin.

Rojnameya The Guardian a Brîtanyayê ev agahî ragihandin û îşaret pê kir ku kanaleke televizyonê ya Lubnanê, lêpirsînek çêkir û eşkere kir ku şirketa “Safaru” ya girêdayî sê bazirganên sûrî û xwedî nasnameyên rûsî ne bi navên Corc Heswanî, Midelel Xorî û birayê wî Imad amonyûm kiriye. Ev her sê bazirgan ji hêla DYA`yê ve bi tewana piştgiriya leşkerî ji rejîma Sûriyê re hatine şermezarkirin.

(bx-şx)


Mijarên Din