Rojnameyên erebî: Şamê bi bandora cezayên Amerîkayê itîraf kir û El-Sîrar bi zexta navneteweyî istîfa kir

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa aloziya aborî ya Şamê, rewşa Lîbyayê  û krîza Lubnanê kir.

ŞERQ EL-EWSAT: ŞAMÊ BI BANDORA CEZAYÊN WASHINGTONÊ ITÎRAF KIR

Girêdayî mijarê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Duh Şamê bi bandora cezayên Amerîkayê li ser aboriya Sûriyê itîraf kirk u rola aloziya sotmeniyê zêdetir kir."

Wezîrê Petrolê ya Sûriyê Besam Taimê bi bîr xist ku li Sûriyê di encama cezayên Amerîkayê de benzîn gelekî kêm e.

Taimê di kanala televîzyonê de got Qanûna Qeyserê qanûna cezayan a Amerîkayê ya herî tund e ku di Hezîrana borî de kete pratîkê. Her wiha ev qanûn dan û standina şîrketên biyanî bi Şamê re qedexe dike.

Şêniyên Sûriyê dibêjin ku li paytext û bajarên sereke benzîn pir kêm e û li pêş benzînxaneyan di hefteya borî de karwanên erebeyan hebû.

EL-EREB: ZEXTÊN NAVNETEWEYÎ FAYÎZ El-SERAC NEÇARÎ ISTÎFAKIRINÊ DIKIN

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Tevî ku agahiyên belavbûyî yên rojnemevanan beriya çend hefteyan ku behsa istîfakirina serokê hikumeta Wîfaqê Fayîz Serac kirin, lê dîsa jî gelê Lîbyayê şoq derbas kir, ji ber biryar piştî demeke kurt ji derketina rageşiya di navbera El-Serac û wezîrê hundirîn Fethî Başa Axa de derket. Fethî Başa Axa li dijî El-Serac şerekî nerasterast meşand û hişt ku gelê Lîbyayê dakevin kolanan û li dijî gendeliyê protosto bikin."

Gelek dibînin ku ev istîfakirin bi zexta Amerîkayê hat da ku aliyên navneteweyî yên ji peymanên bi dewleta Tirk re îmze kirine aciz e, razî bikin. Nexasim jî peymana nexşekirina sînorên Deryayî ya ku hişt ewropî bi taybet Fransa û Yewnanistanê bi hêr bin.

EL-BEYAN: LÎBYA BER BI MECLISA SEROKATIYÊ Û HIKUMETEKÊ VE DIÇE

Rojnameya El-Beyan nivîsand ku gelê Lîbyayê avakirina meclisa serokatiyê ya nû ku dê di nîvê Cotmeha were de ava bibe erê dike. Lê bi şertê ku ji serok û du cîgiran pêk were û ji bo yekitiya neteweyî beriya Cotmehê divê hikumetek were avakirin. Têkildarî hilbijartinên parlamantoyê û serokatiyê jî dê 18 mehê were lidarxistin. Ji ber DYA`yê destwerdan kir û ji bo çareseriya Lîbyayê nêrîna xwe ferz kir û kesên li dijî van gavan derkeve dê cezayên tund li dijî wan bide sepandin.

Çavkaniyan dema veguhastina desthilata Lîbyayê û dema hilbijartinên serokatiya Amerîkayê bi hev ve girê da. Serokê Amerîkayê Donald Trump bi lidarxistina hilbijartinan hewl dide di qada navneteweyî û ji wan serkeftinan di çareseriya aloziya Lîbyayê de, serkeftinan qezenc bike.

EL-EREB: HIKUMETA LUBNAN; LI BENDA TÊKILIYÊN PARIS Û TEHRANÊ KU LÊBORÎNÊ BIXWAZIN

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Piştî civîna serokkomar Mîşel Ewn Mistefa Edîb ê erkdarkirî biyrara avakirina hikumeteke nû ji Lubanê re da û li benda lêborînê bixwaze. Ji ber nikare hikumeteke wiha ava bike."

Çavkaniyên siyasî hêdîbûna Edîb a lêborînê bi daxwazên fransî ve girê didin û Parîs hîn jî bi Tehranê re di nav peywendiyan de ye û dibêje ku dikare Hizbullahê ji bo hikumeta nû helwesteke nermtir nîşa bide, nexasim ku biryara wê li Tehranê ye, ne li Beyrûtê ye.

Çavkaniyeke nêzî Mistefa Edîb kifş kir ku dema diçû qesra Baabda, qesra Elysee jê xwest ku bisekine, tevî ku nameya lêborînê di bêrîka wî de bû.

(fr-eh)

ANHA


Mijarên Din