Rojnameyên erebî: Rûsya nameyên hişyariyê dide Tirkiyê

Çavdêran got êrişa Rûsyayê li dijî çeteyên Tirkiyê nameyeke hişyariyê bû ji bo Tirkiyê, her wiha Qatar û Tirkiye hewl didin ku pêvajoya çareseriya Lîbyayê têk bibin. Li Lubnanê jî pêvajoya avakirina hikumeta nû bi awayekî erênî bi pêş de diçe.

Rojnameyên erebî yên îro der barê êrişên asmanî yên Rûsyayê li dijî komên çete yên girêdayî Tirkiyê li Idlibê nivîsîn, her wiha mijara avakirina hikumeta Lubnanê ya nû û rewşa Lîbyayê jî di rojevê de bûn.

‘RÛSYA NAMEYÊN TÛJ DIDE TIRIKIYÊ’

Der barê geşedanên li Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsî: “Bi dehan endamên komeke Sûriyê ku Enqere piştgiriya wê dike û wek “wekîlê” serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan e li Idlibê, hatin kuştin, di encama topbarana Rûsyayê de ku ji sala 2015`an heta niha topbarana herî giran bû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) got balafirên Rûsyayê êriş birin ser baregeha koma “Feyleq El-Şam” li herma Cebe Dilêla bakurê rojava yê Idlibê, di encamê de bi kêmanî 78 şervan hatin kuştin, nêzî 90 din jî birîndar bûn. Her wiha got ev hejmara kuştiyan ya herî mezin e ku bi destê Rûsyayê hatine kuştin, ji çaxê ku Rûsya destwerdana Sûriyê kiriye ji sala 2015`an ve.

Lêkolînerê ‘Navenda Lêkolînên Şer’ Nick Hraras got: “Rûsya nameyekê dide Tirkiyê ku dê encamên bikaranîna şervan opozîsyona Sûriyê li herêmên ku Rûsya û Tirkiye lê ne, dê giran be, ew behsa Lîbya û Qerebaxê dike.”

‘TIRKIYE Û QATAR HEWL DIDIN PÊVAJOYA SIYASÎ LI LÎBYAYÊ TÊK BIBIN’

Der barê geşedanên Lîbyayê de rojnameya El-Ereb nivîsî: “Tirkiye û Qatar wekî ku di navbera wan de planek heye ku pêvajoya çareseriyê ya Lîbyayê têk bibin, tev digerin, ev dê bibe wek rikeberiya hewldanên Amerîkayê ya ku dixwaze piştî hilbijartinan dosyaya Lîbyayê têxe bin destê xwe.

Çavdêr dibêjin ku Tirkiye û Qatar planekê bi rê ve dibin ku Dewhayê têxin şûna Enqereyê, ji ber ku tê payîn Enqere di demên pêş de ji nava mijara Lîbyayê derkeve. Ev plan me tebaxê hatibû danîn, dema ku wezîrê parastinê yê Qatarê çûbû Trablusê.”

‘BOYKOTKIRINA BERHEMÊN TIRKIYÊ LI EREBISTANA SIÛDÎ BERFIREH DIBE’

Der barê mijara boykotkirina berhemên Tirkiyê de rojnameya El-Beyan nivîsî: “Serokê meclisa odeyan ya Siûdiyê Eclan El-Eclan careke din banga bilindkirina asta boykotkirina berhemên Tirkiyê kir, her wiha got “hemû rêyên hilberînê li pêşiya hemû tiştên Tirkiyê girtî ne.”

Li Siûdiyê hêrsa li dijî siyaseta serok Recep Tayyip Erdogan bilind dibe ku ev hefteya çeremîn e bangên ji bo boykotkirina berhemên Tirkiyê berfireh bilind dibin. Çalakvanên Siûdiyê dibêjin ku armanca wan ew e ku di sala bê de kirîn û firotina bi Tirkiyê re bibe sifir.

El-Eclan beriya niha gotibû ku ew pêşbîn dike ku kirîn û firotina bi Tirkiyê re di demeke nêzîk de bibe sifir.

‘PÊVAJOYA AVAKIRINA HIKUMETA EL-HERÎRÎ BI ERÊNÎ BI PÊŞ DE DIÇE’

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Nehar nivîsî: “Tevî ku mijara avakirina hikumeta nû şêlo ye jî, ji ber ku tu livên eşkera xuya nakin, bi taybet hevdîtinên ku serokê hikumetê yê erkdar Saad El-Herîrî, lê pêvajoya avakirinê erênî bi pêş de diçe, her wiha atmosfereke erênî heye.”


Mijarên Din