Rojnameyên erebî: Piştî 6 mehan derbeyên dijwar li ser Idlibê pêk tên

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Idlibê, nakokiya Ewropî-Tirkiyê li rojhilatê Deryaya Spî û rewşa Iraqê kir.

ŞERQ EL-EWSAT: JI AGIRBESTÊ VE DERBEYÊN DIJWAR LI IDLIBÊ

Girêdayî mijarê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Duh balafirên şer ên Rûsyayê ji dema ragihandina agirbesta tirkî-rûsî ji 6 mehan ve, derbeyên dijwar li bakurê rojavayê Sûriyê pêk anîn."

Reutersê ku agahiyên xwe dispêre şahidan, daxuyand ku balafirên şer derdora rojavayê Idlibê bombebaran kirin. Di heman demê de jî artêşa hikumeta Sûriyê herêma çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê topbaran kir.

Şahidan got karwanekî leşkerî ji 15 panzêran şeva berê di dergeha Kofer Losîn re derbasî Sûriyê bû û ber bi baregeha sereke ya li Idlibê ve çû.”

EL-BEYAN: EWROPA DI PÊKANÎNA PLANA QELSKIRINA DEWLETA TIRK DE BERDEWAM E

Der heqê nakokiya ewropî-tirkî li rojhilatê Deryaya Spî de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Pisporên qanûnên navneteweyî yên ewropî bi hevkariyê hêzên navneteweyî di pêkanîna plana qelskirina dewleta Tirk de berdewam in da ku wê neçarî rêzdariya li hember sînorên dewletên endam li gorî du mijaran, li herêma rojhilata Deryaya Spî  bike. Ya yekê ferzkirina cezayan û dê di çend hefteyên bê de mîna "derbeyeke biêş" ji Enqereyê re pêk bînin. Ji bilî wê jî dê dadgeha adil a navneteweyî biryaran li dijî dewleta Tirk pêk bîne. Ew jî piştî doza qeçaqiya çekan ji Lîbyayê re û binpêkirina sînora deryayî ya dewletên endam ên NY’yê li rojhilatê Deryaya Spî. Her wiha êdî mijara qelskirina rola dewleta Tirk ewlehiyeke neteweyî ye ku paş de nayê kişandin. Ji ber ku dê bi wê re aramiyek li herêmê çêbe."

EL-EREB: EL-MALIKÎ DI ÎQNAKIRINA ÎRANÊ YA PIŞTEVANIYA WÎ DI HILIBIJARTINÊN BÊ DE BI BIN KET

Girêdayî Iraqê rojnameya El-Ereb li ser zimanê çavkaniyên siyasî li Bexdayê wiha daxuyand: "Kedên serokê Itîlafa Dewleta Qanûnê Nûrî El-Malikî ya piştevaniya Îranê ya di hilbijartinên bê de, bi bin ketin. Di gel wê jî serokê şîe Muqteda El-Sedr û hêzên siyasî yên sunnî bi forma pirdaîreyan ve di heman parêzgehê de girêdayî ne ku parlamentoyê di çarçoveya giştî de bêyî rojevên hûrgilî hişt."

 (fr)

ANHA


Mijarên Din