Rojnameyên erebî: Partiyên Kurdan piştgiriya Kiliçdaroglu dikin

Rojnameyên erebî bal kişand ser hilbijartinên li Tirkiyeyê, êrişên Îsraîlê yên li dijî Sûriyeyê û konferansa Brukselê.

Rojnameya El Ereb li ser hilbijartinên serokkomariyê yên Tirkiyeyê wiha nivîsand: "Partiyên alîgirên Kurdan ên li Tirkiyeyê duh ragihand ku ew di tûra duyemîn a hilbijartinan de piştgiriyê didin Kiliçdaroglu, da ku serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan lawaz bikin û têk bibin. Di heman demê de Erdogan belgeya penaberan ji hevrikê xwe vedikişîne û dibêje ew ê avahiyên niştecihbûnê li Sûriyeyê ava bike da ku sûriyeyiyên vedigerin lê bi cih bibin.

Berpirsên HDP′ê û hevalbendên wan ên Partiya Çepên Kesk got ew hewl didin di tûra duyemîn de guhartinê çêkin û helwesta wan heman e, lê navê Kiliçdaroglu bi bîr nexistin.

Kurdên ku ji pêncan yekê nifûsa Tirkiyeyê ne, dibînin ku ew li gorî opozîsyonê ku hêvî dike hikmê Erdogan ê ji 20 salan ve bi dawî bike, hêmaneke bingehîn in. Serokkomarê Tirkiyeyê di destpêka serdema xwe de nêzî Kurdan bû, lê piştre bi tundî çewisandin."

RÛSYA XETA SOR A LI DERDORA SÛRIYEYÊ LI PÊŞ ÎSRAÎLÊ DIGIRE′

Rojnameya El Cerîde ya Kuwêtê têkildarî rewşa Sûriyeyê li ser zimanê çavkaniyekî dîplomatîk ê rojavayî wiha nivîsand: "Rûsya xebata bi navê ′Xeta Sor′ bi Îsraîlê re girt. Ew xeta peywendiya ewlehiyê ya taybet bi hevkariya leşkerî ya di navbera wan de der barê Sûriyeyê de ye û baregeha Himêmîm a leşkerî ya Rûsyayê ya li bakurê rojavayê Sûriyeyê bi serfermandariya Îsraîlê ve girê dide.

Çavkanî eşkere kir ku fermandariya artêşa Îsraîlê di vê dawiyê de di peywendiya Xeta Sor de bi bin ket. Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu beriya çend salan li ser vekirina wê li hev kir. Da ku tu bûyer di navbera her du aliyan de çênebin, tu hêz an jî cebilxaneya Rûsyayê di bombebaranên Îsraîlê yên li dijî Sûriyeyê de zirarê nebînin.

Piştî gelek hewldanên binkeftî, Îsraîlê ji balyozê Rûsyayê Anatoly Viktorov ê li Îsraîlê xwest vê yekê eşkere bike û got ew ji ber sedemên teknîk hatiye girtin, lê ruxmî ewlebûna balyozê Rûsyayê ku ew ne biryareke siyasî û ewlehiyê ye, lê peywendiya di navbera her du aliyan de ji zêdetirî 3 hefteyan ve qut bûye. Her wiha got Îsraîlê bêyî vegera li Rûsyayê neçar bû ku 2 êrişan li xaka Sûriyeyê bike. Til Avîvê beriya çend kêliyan agahî dida Rûsyayê ku ew ê êrişî hin nuqteyên li Sûriyeyê bike."

′URDIN LI BENDA KONFERANSA BRUKSÊLÊ YE′

Rojnameya El Beyan der barê rewşa Sûriyeyê û dosyaya penaberên sûriyeyî de wiha nivîsî: "Urdin li benda konferansê ye ku dê di nîvê meha bê de li Belçîkayê li der bikeve. Ji ber ku ew derfeteke girîng a têkilîdanîna bi civata navneteweyî re ye û balê bikişîne ser barê Urdinê yê ji bo dosyaya penaberên sûriyeyî. Urdin bi hêvî ye ku destek ji bo plana bersivdana Urdinê ya ji bo krîza Sûriyeyê bê dayîn.

Wek tê zanîn armanca sereke ji konferansa Bruksêlê desteka gelê Sûriyeyê, çi li Sûriyê û çi jî li dewletên cîran be, dewam bike. Her wiha konferans hewl dide piştgriya siyasî û darayî ya ji aliyên civata navneteweyî ji dewletên cîranên Sûriyeyê re, bi taybet Urdin, Lubnan û Tirkiyeyê, bê nûkirin."

(fr)


Mijarên Din

Li Îranê toz û tolaz

Esed li Çînê ye