​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Dera û Siwêda yên Sûriyê bûyerên kuştinê zêde dibin

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa bûyerên hedefgirtinê li Dera û Siwêda yên Sûriyê, rewşa Iraqê û krîzên her du hikumetên Lîbyayê kir.

LI DERA Û SIWÊDAYÊ BÛYERÊN KUŞTINÊ ZÊDE BÛNE

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Li herêmên başûrê Sûriyê tevliheviya ewlehiyê û kiryarên qetilkirin û tesfiyekirinê zêde bûne. Di van du rojên dawîn de kiryarên sûîqastkirinê li dijî sivîlan û kesên bi bazirganiya madeyên hişbirê hatine tawanbarkirin û endamên hêzên rejîma Sûriyê pêk hatin.

Şeva din kesê bi navê Ehmed El-Xalidî li pêş mala wî ya li bajarokê El-Ecemî yê li herêma Hewd Yermûk a li rojavayê Derayê bi guleyan hate kuştin. El-Xalidê ji kesên bi bazirganî û firotina hişbirê li herêma Hewd Yermûk hatiye tawanbarkirin e. Li gorî çavkaniyên herêmî, El-Xalidî piştî peymana lihevkirinê ya li parêzgeha Dera di 2018’an de di nava sazûmaniya Firqeya 4’an de dixebitî. El-Xalidî ji eşîrên bejahiya Humsê ye û di destpêka bûyerên li Sûriyê de li herêmê bi cih bûbû.

Li Siwêdayê jî çavkaniyên herêmî da zanîn ku şeva din cenazeyên du ciwanên bi navên Mecid Adil Cerbû û Sultan Edhem Neîm gihaştin nexweşxaneya wetenî ya li Siwêdayê. Ew her ciwan li nêzî çatrêya Merdek li ser rêya Şam-Siwêda kuştî hatin dîtin. Ew her du bi bazirganî û firtona hişbiran li parêzgehê hatine tawanbarkirin.

Her wiha kesên nenas 3 endamên rejîma Sûriyê şeva berê li ser rêya di navbera bajarên Casim û Newa yên rojavayê Derayê bi guleyan hedef girtin, di encamê 2 ji wan hatin kuştin. Li aliyekî din jî piştî kesên nenas bombe avêtin pêş nuqteya polîsan a li bajêr û rewşa awarte li bakurê Derayê rû da.

Welatiyan li rojhilatê Derayê cenazeyê Ziyad Hesen El-Efês di navbera bajarokên Kihêl û Tîbe de dît. Ew welatî beriya çend rojan dema li rojavayê bajarokê Misêfire bû hate revandin. El-Efês ji herêma Lucat a bakurê rojhilatê Dera ye û li bajarê Hîrak ê rojhilatê Dera bi cih bûye.

Şeva din li bajarê Casim ê bakurê Derayê 5 kesên hatine kuştin, hatin veşartin. Ji nav wan sekreterê berê yê şaxê Partiya Baasê li Dera Kemal El-Etmê, gerînendeyê çandiniyê li Senemên Zekeriya El-Etmê û 3 kesên din bi wan re, hebûn. Her wiha zarokek û du jin bi giranî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneya Senemên."

AMERÎKA: ASTENGIYÊN LI PÊŞ HILBIJARTINÊN LI LÎBYAYÊ SIYASÎ NE

Der barê rewşa Lîbyayê de, rojnameya El-Beyan ev tişt nivîsî: "Li Lîbya tenê axaftin li ser hilbijartinan heye ku êdî rêxistinkirina wê ji hemûyan re û li pêş civata navneteweyî û nexasim welatên rojavayî bûye kêşeya sereke.

Di serî de Washington bi hemû hêza xwe hewl dide soza hilbijartinan wergire, ew yek jî piştî misoger kir ku amadekariyên komîseriya neteweyî ya bilind a serbixwe ya hilbijartinan ji aliyê pîşeyî ve hatine kirin û xwesteka 3 milyon lîbyayî heye ku serokekî ji welatê xwe re di qonaxa pêş de hilbijêrin. Da ku 11 salên tijî nakokiyên meydanî, parçebûnên siyasî û civakî derbas bikin.

Li aliyekî din jî 26 partiyên siyasî banga lidarxistina hilbijartinên serokatiyê û parlamentoyê û bidawîkirina krîza heyî kir. Ligel wê jî ger rêveçûna siyasî ya niha xetimî banga lidarxistina xwepêşandanên aştiyane û rêxistinî dûrî tundiyê kir, da ku di zûtirîn dem de hilbijartinan li dar bixin.

Çavdêr dibînin ku fişarên navneteweyî yên ji bo birêxistinkirina hilbijartinan hîn jî rûbirûyê çend kêşeyên girêdayî yasaya hilbijartinan, şert û mercên namzetiyê, dabînkirina mafan, dabînkirina naskirina wê ji aliyê hemû aliyan û dabînkirina mercên yekrêzî û zelalbûnê, ye. Li gorî hin destwerdêrên rojavayî mijar ne ewqas hêsan e, lê gelekî asteng e û destwerdana derve yek ji wan hêmanên bandorê dike, ye."

VALAHIYA DI NAVBERA HADÎ EL-AMIRÎ Û NÛRÎ EL-MALIKÎ DE MEZINTIR DIBE

Li ser Iraqê jî rojnameya El-Ereb, wiha nivîsî: "Daîreyên siyasî yên nêzî Çarçoveya Hemeheniyê eşkere kir ku di nava rêveberên Çarçoveya Hemaheniyê de nakokiyên li ser hikumeta bê û serokatiya hikumetê, zêde dibin. Ligel wê jî serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nûrî El-Malikî îsrar dike ku serokatiyê bi dest bixe, ji ber ku ew di nava Hevbendiya Şîe de xwe xwedî rêjeya herî mezin dibîne.

Daîreyan da zanîn ku valahiya di navbera serokê Hevbendiya Fetih Hadî Al-Amirî û El-Malikî de mezintir dide. El-Amirî îsrara avakirina hikumeteke ne provokatîv ji bo Şepêla El-Sedir dike.

El-Amirî, serokê Şepêla EL-Hikme Amar El-Hekîm û serokwezîrê berê Heyder El-Ebadî di civîna dawî ya Çarçoveya Hemahengiyê ya bi serkêşiya El-Malikî de amade nebûn, tê de YNK’ê bi serokatiya Bafil Talebanî û Hevbendiya El-Ezim a bi serkêşiya karsaz Xemîs El-Xencer beşdar bûn.

Lê nebûna El-Amirî, El-Hekîm û El-Ebadî wekî berteka li dijî îsrarkirina El-Malikî ku hûrgiliyên xebata siyasî kontrol bike û jinûve bibe serokê hikumetê, bû.

(fr)


Mijarên Din