​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê di çareserkirina aloziya sotemeniyê de bi bin ket

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa aloziya sotemeniyê li herêmên hikumeta Şamê, nakokiya li rojhilatê Deryaya Spî û nakokiya dewleta Tirk û Fayiz El-Serac kir.

ŞERQ EL-EWSAT: LI KOLANÊN ŞAMÊ EREBE TUNE NE, BUHAYÊ SEBZE Û FÊKIYAN BILIND E

Rojnameya Şerq El-Ewsat girêdayî mijarê wiha nivîsî: "Tedbîrên ku hikumeta Sûriyê di vê dawiyê de ji bo sivikkirina aloziya benzînê li herêmên di bin serweriya wê de girtine, bi bin ketin. Bi wê re jî tevgera erebeyan li kolanên Şamê pir kêm bû, buhayê sebze û fêkiyan bilind bû û ajokaran erebeyan welatiyan keysbaz dikin."

Bi sedema aloziya benzînê li Şamê tevgera çûn û hatina erebeyan li kolanên Şamê pir kêm bû, her wiha ev alozî ji destpêka Îlonê ve zêdetir bû.

Tevî ku hikumeta vê dawiyê dema dagirtina benzînê li ser "karta zekiyê" ji bo tevahî erebeyan guhart, da ku zexta erebeyan li benzînxaneyan kêm bike û 30 lître benzîn ji her erebeyekê re heta 7 rojan bide, lê ev yek bi ser neket.

Ajokarên erebeyan ji Şerq El-Ewsat re piştrast kir ku hê jî bi saetan li pêş benzînxaneyan in da ku 30 lître benzîn bi buhayê hikumetê diyarkirî (225 lîre), wergirin. Lê hin jî ji sûka reş bi 2 hezar 500 heta bi 3 hezaran her lîtreyekê dikirin.”

EL-EREB: JI BO SEKNA LI HEMBER DEWLETA TIRK GAZA ROJHILATÊ DERYAYA SPÎ VEGUHERÎ RÊXISTINEKE NAVNETEWEYÎ

Der barê nakokiya li rojhilatê Deryaya Spî de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Dewletên hevalbend di bin sîwana foruma gaza rojhilatê Deryaya Spî de ber bi merheleyeke realîst ve çûn. Ew jî ragihandina vegerandina vê projeyê ji rêxistina herêmî re ku dibe li hember destdirêjiyên dewleta Tirk be. Dê Misir bi fermî vegere paytexta gaza xwezayî li herêmê."

Nûnerên dewletên Misir, Yewnanistan, Îtalya, Qibris, Urdin û Îsraîlê duh li Qahîreyê peymaneke vegerandina foruma gaza rojhilatê Deryaya Spî bi fermî vegerandin rêxistina herêmî, îmze kir.

EL-BEYAN: ÇARENÛSA PEYMANÊN EL-SERAC BI ERDOGAN RE ÇI YE?

Girêdayî Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Ji dema ragihandina serokê meclisa serokatî ya Terablusê Fayiz El-Serac a îstîfakirinê di dawiya Cotmeha bê de, çi li dewleta Tirk an jî Lîbyayê yan jî li dewletên cîran dibe pirsek heye ku çarenûsa van peymanên Fayiz El-Serac bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re îmze kirine, çi ye ku bi wê re deriyê welat li hember hêzên Tirkiyê û bi hezaran çeteyan ji Sûriyê kişandina rojavayê vekir?”

EL-EREB: PIŞTÎ BINKETINA EWN, HERÎRÎ ALÎKARIYA AVAKIRINA HIKUMETÊ DIKE

Têkildarî Lubnanê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Serokê hikumetê yê berê û serokê Teyar El-Musteqbel Seed Herîrî duh pêşniyarek li ser derbaskirina pirsgirêka darayî ku li pêş kedên avakirina hikumeta nû dibe asteng, ragihand."

Herîrî di civîna çapemeniyê de wiha got: "Min biryar da ku alîkariya serok Mistefa Edîb li ser dîtina navlêkirina wezîrê darayî yê serbixwe ji mezheba şîe bikim ku ew bi xwe hilbijêre. Ew jî bêyî ku wezareta darayî di çarçoveya mezheba şîe yan jî mezbehên din de asteng be."

(fr)


Mijarên Din