Rojnameyên Erebî: Danûstandinên li Derayê bi bin ketin

Rojnameyên erebî yên îro behsa bûyerên li Dera û rewşa Lîbyayê û Tûnisê kir.

PIŞTÎ BINKEFTINA DANÛSTANDINÊN ÊVARÊ, LI DERAYÊ ŞER Û KOÇBERÎ

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Piştî binkeftina danûstandinên êvarê yên di navbera Dera El-Beled û rejîma Sûriyê de, li herêmên Derayê ya başûrê Sûriyê rewşeke tevlîhev derket. Ev yek piştî ku Firqeya 4`an bendên lihevkirina ku her du alî roja duşemê gihaştibûnê binpê kirin, pêk hat.

 Meclisa êlan a Dera El-El-Beled roja sêşemê daxunî da û bang kir ku 50 hezar malbat ji Dera El-El-Beled, rêya bendavê û kampê ji bajêr derkevin û ew bibin cihên ewle û piştra hêzên hikumetê derbasî bajêr bibin. Piştî ku gelek gerên danûstandinan di navbera komîteya navendî ya danûstandinan û rûspiyan û komîteya ewlehiyê ya hikumeta Şamê de bi bin ketin û israra hikumetê ku gelek navendên ewlehiyê û bendan li bajêr ava bike, hişt ku meclisa rûspiyan daxuyaniyê bide û van daxwazan bixwaze.

Li gorî çavkaniyekî nêzî komîteya navendî ya Dera El-Beled, hêzên Firqa 4`an lihevkirina roja duşemê bin pê kir ku rê li pêşiya rûdana şer digire. Her wiha bajar dorpêç kir û di nava zeviyan de lêgerîn pêk anî û bi hawin û çekên giran herêm topbaran kir.

Piştî wê gelek gerên danûstandinan bi desteka Rûsyayê û bi tevlêbûna komîteya navendî ya danûstandinan a rojhilat û rojavayê gundewarê Derayê û Feyleqê 5`an çêbûn lê bi bin ketin. Li gorî hinek çavkaniyên taybet piştî ku hêzên Rûsyayê derbasî bajêr bûn aramiyek çê bû.”

LÎBYAYÊ WÊ LI DIJÎ MÎLÎSAN SERÎ HILDE

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivisî:"Bûyerên li Tûnisê rû dane bandor li Lîbyayê jî kir. Bangawaziyên lidarxistina xwepêşendanan li dijî koma Îxwanan derketin pêş.

Welatiyên Lîbya bi dirûşma “Serhildana gelê Lîbyayê” banga lidarxistina xwepêşendanan kir bi taybet li Terablûsê ku di bin kontrola milîsên Îxwanan de ye.

Li gorî koordînerê xwepêşendanên roja înê Mihemed Ela-Terhûnî gelê lîbyayî ji ber zordariya milîsan û Îxwanan gelek azaran dikişînin. Ji ber wê û ji bo xilaskirina Lîbya ji destê Îxwanan bang lidarxistina van xwepêşendanan hat kirin.

 'NEXŞERÊ ASTENGIYA YEKEMÎN A LI PÊŞIYA SEROKÊ TÛNİS YE'

Der barê Tûnis de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Tûnisî li bendê ne ku nexşerê dê çawa be piştî ku gelek biryar hatin girtin û li gorî wê parlamento ji hev hatxistin, û serokê hikumetê ji karê xwe hat dûrxistin.

Li gel aloziya aborî û civakî ku ji ber encamên pandemiya Koronayê kûrtir bûye, serok Seîd êvara yekşemê biryar da heta mehekê karên parlamentoyê taloq kirin û El-Mişîş ji kar dûr xist.

Serokê Tûnis diyar kir ku êdî rewşa aborî, civakî û xizmetguzarî bi xeteriyê re rû bi rû maye. Gelek dosya di hemû waran de li gorî endamtiya partiyan an jî blokan tên birêvebirin.

Lêkolînerê siyasî Selahdîn El-Jorşî destnîşan kir ku Seîd bi astengiyeke gelek mezin re rû bi rû maye da ku ji tunsiyan û cîhanê re isbat bike ku biryarên rast girtine.”

(şx)


Mijarên Din