Rojnameyên erebî civîna serokên dewletên garantor çawa dît?

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser encamên civîna ‘garantorên Astanayê’ (Rûsya, Tirkiye û Îran).

ŞERQ EL-EWSAT: LÛTKEYA SÊALÎ… LIHEVKIRINA LI DIJÎ KURDAN Û NAKOKIYÊN DER BARÊ QANÛNA QEYSER DE 

Rojnameya Şerq El-Ewsat dibîne ku civîna sêalî li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaştiye lihevkirinê û der barê Qanûna Qeyser de jî nakokî hene. Rojnameyê diyar kir ku duh civîna sêalî ya ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û hempîşeyê wî yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê Îranê Hesen Rûhanî têkildarî rewşa Sûriyê li dar xist, li dijî Rêveberiya Xweser gihaştin lihevkirinê. Di heman demê de li dijî Qanûna Qeyser a Amerîkayê jî helwest diyar bûn. Qanûna Qeyser di 17’ê Hezîrana derbasbûyî de li dijî rejîma Sûriyê û aliyên ku beşdarî avakirinê dibin, kete meriyetê.

Li gorî rojnameyê "Pûtîn hevkariya di navbera Îranê û Tirkiyê de bi erênî nirxand û got zemîn hatine avakirin, alîkariya aliyên li Sûriyê di civîn û diyalogan de kir û bal kişand ser redkirina Moskovê ji cezayên rojavayî li ser Sûriyê û wiha domand: "Cezayên nû yên  Amerîkayê ku li dijî Sûriyê hatine ferzkirin, armanca wan "fetisandina" vî welatî ye, lê belê ev helwest di daxuyaniya sêalî de nehat diyarkirin.”

EL-EREB: RÛSYAYÊ JI TIRKIYE Û ÎRANÊ XWEST KU BI BERPIRSYARIYÊN XWE YÊN TÊKILDARÎ ÇARESERIYA SIYASÎ LI SÛRIYÊ RABIN 

Rojnameya El-Ereb îşaret pê kir ku Rûsya diyalogên paşperdeyê yên di navbera Washington û Moskovê de ku gavên girîng avêtin, ji Enqere û Tehranê re parve kirin û serokê Rûsyayê  Vladimîr Pûtîn duh hempîşeyê xwe yê Tirkiyê û Îranê agahdar kirin ku têkildarî rewşa siyasî ya Sûriyê gavên lihevkirinê hene û bal kişand ser ku divê aliyên li vî welatî bi nakok in diyalogeke aştiyane li dar bixin.

EL-QUDS EL-EREBÎ: CIVÎNATELEKONFERANSÊ YA TROYKAYA ASTANAYÊ; TÊKILDARÎ ALOZIYA LI SÎNORÊ IDLIBÊ DUBAREKIRINA BERÊ YE  

Rojnameya El-Quds El-Erebî diyar kir ku civînê tu pêşketin bi xwe re neanî û aloziya Idlibê derbas nekir û wiha nivîsand: "Duh têkildarî rewşa Sûriyê aliyên garantor gereke nû li dar xist, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokê Îranê Hesen Rûhanî da ku rikberiya xwe xelas bibin û ber bi lihevkirinekê ve biçin, bi rêya online bi hev re civiyan. Diviyabû ku ev lûtke li paytexta Îranê Tehranê bihata lidarxistin, lê ji ber Koronavîrusê bi rêya înternetê bi rê ve çû. Di daxuyaniya gera dawîn de detayên troykaya Astanayê têkildarî aloziya ku li cem sînorê Idlibê û dosyaya cîhadiyan jî di nav de, negihaştin tu encam û dubarekirina diyalogên gerên berê bû.”

(eh)


Mijarên Din