Rojnameyek Îsraîlî: Divê "Herême ewle" nebe dika qirkirina etnîkkî ya gelê Kurd

Rojanameya The Jerusalem Post a Îsraîlê di analîzekê xwe de girêdayî "Herêma ewle" ku dê li ser lihevkirina di navbera Tirkiyê û Amerîka de ava bibe, diyar kir dibe ku "Herêma ewle" bibe sedema vegera DAIŞ û qirkirina kurdên Sûriyê yên di wê herêmê de.

Analîz balê dikşîne ku tunekirina DAIŞ`ê armanca sereke ya Washingtonê û hevalbendê wê Hêzên Sûriyeya Demokratîk e.

Li gorî rojnameyê,  Amerîka bi kêmkirina hejmara hêzên xwe li herêmê û lihevkirina wê bi Tirkiyê re hevalbenda xwe bi xeteriyê re rû bi rû hişt. Bi vê yekê armanca xwe ya sereke xiste xeteriyê.

Rojname wiha dibêje: "Piştî tunekirina xîlafeta DAIŞ`ê ya ku derdora 14 hezar heta 18 hezar alîgirên wê li Sûriyê û Iraqê hene, alîgirên DAIŞ rêbaza xwe veguherand şerê kolanan; ji bûyerên kuştin, kemîn, teqînên xwekuj, şewitandina zeviyan û hilberînan."

Rojnameyê wiha berdewam kir: "Piştî kêmkirina hejmara hêzan, miqdara desteka pêwîst ji operasyonên şerê li dijî rikberiyê kêm kir."

Li gorî rojnameyê di heman demê de 10 hezar DAIŞ`î li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtî ne. Lê tu karîna wê ji bo girtina wan DAIŞ`iyan heya demek dirêj tune ye.

Her wiha rojnameyê bal kişand ser ku Rûsya, Îran, Rejîma Sûriyê û DAIŞ`ê hewl dan tevliheviya nijadî di navbera kurdan û ereban de li parêzgeha Dêrazorê ya ku bi petrolê zengîn e belav bikin.

Enqereyê jî di destpêka 2018`an de êrîşî Efrîna ku piraniya wê kurd in kir. Di encamê de 170 hezar kes ku piraniya wê Kurd in koçber bûn.

Rojnameyê diyar kir ku nakokî girêdayî rûbera "Herêma ewle" heye. Ji aliyê xwe ve berpirsên Tirk gotin eger lihevkirinek çênebû, dê girtekên yekalî bigirin.

Enqere plan dike ku 700 hezar penaberên Sûriyê ji bingeha 3.6 milyon penaberan veguhêzîne "Herêma ewle" tevî ku Washington diyar kir ku ew vegera wan a bi zorê red dike.

Rojnameyê got: "Tevî wê jî eger DYA`yê planên Tirkiyê girêdayî korîdora mirovahiyê qebûl bike, wê ne tenê xiyanet li hevalbendên xwe yên kurd bike , lê wê qirkirina etnîkî bibe aliyekî wê."

(şx)

ANHA


Mijarên Din