Rojnameya rûsî: Tirkiye jiyana leşkerên DYA’yê yên li Bakurê Sûriyê dixe xetereyê

Rojnameya Nezavisimaya Gazeta ya Rûsyayê îdia kir ku heke êrîşa Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bê, dê jiyana leşkerên DYA’yê bikeve xetereyê. Her wiha li gorî pisporan, Tirkiye ne amade ye bi leşkerên DYA’yê re rû bi rû bimîne.

Rojnameya Nezavisimaya Gazeta ya Rûsyayê raporek belav kir ku hewldanên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên qedexekirina êrîşa Tirkiyê ya biguman der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hene, ji ber ku li wir nûnerên leşkerî yên DYA’yê hene.

Rojnamayê bal kişand ser ku di 5’ê Tebaxê de daîreyên leşkerî yên her du welatan diyalog li Enqereyê li dar xist ku tê de fermandariya Tirkiyê plana der barê herêmên ku di bin serweriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne, pêşkêş kir.

Rojnameyê îşaret pê kir ku pêşniyarên Washingtonê ne li gorî daxwaza Enqereyê bûn. Dewleta Tirk dixwaze QSD di herêma Bakurê Sûriyê de tune be. Li gorî rojnameyê tevahî gefên dawîn ên desthilatên Tirkiyê bi hewldana rakirina asta mercên Tirkiyê di xebata diyalogê de ne.

Rojnameyê mîsoger kir heke êrîşa Tirkiyê yekalî pêk hat, dê jiyana leşkerên DYA’yê bixe xetereyê.

Di rojnameyê de hat destnîşankirin ku piştî diyalogên li Enqereyê, gelek gef ji hêla desthilatên Tirkiyê yên êrîşkirina yekalî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin xwarin.

Her wiha pispor pêşbînî dikin ku gefên fermandariyên Tirkiyê divê di çarçoveya metoda Enqereyê ya her tim re bê derbaskirin. Her wiha jî bi rawestandina van gefan re dê gelek pirsgirêkên herêmî çareser bibin.

Di vî warî de Timur Ahmedov pisporê Meclisa Rûsyayê ya Kar û barên Derve ya li Eqereyê got: "Heke em vegerîn hewldanên berê yên ku Tirkiye û DYA’yê der barê herêma ewle yên li Bakurê Sûriyê de pêk anîne, tê dîtin ku gefên Tirkiyê yên êrîşkirina leşkerî her tim dema diyalogên dîplomatîk ber bi rêyeke girtî ve çûne, pêk hatin."

Timur Ahmedov wiha domand: "Ev cureya bilindkirinê ji bo nebilindkirinê ye. Di heman demê de jî eşkere ye ku Tirkiye ne amade ye bi awayê leşkerî li hember DYA’yê li Bakurê Sûriyê bisekine."

Ahmedov diyar kir ku daxuyaniyên fermandarên Tirkiyê der heqê operasyona leşkerî de bi armanca pêkanîna diyalogên dîplomatîk û geşkirina helwestên xwe yên der barê rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne.

Di hefteyên dawîn de Tirkiyê hêzên xwe li hember herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin. Çavdêr dibînin ku ev nîşaneya êrîşkirina leşkerî ye bêyî ku li hember DYA’yê bisekine.

Li gorî rojnameyê, Enqere pê bawer e ku şêwirmendên DYA’yê di dema êrîşa Tirkiyê de piştevaniya QSD’ê nakin. Lê tenê alîkarî di peydakirina agahiyên îstîxbaratî de bin. Lê belê hê jî êrîş xetereyê li ser artêşa DYA’yê çêdike.

(fr)


Mijarên Din