Rojnamevanên Sînornenas: Ji ber êrîşên dewleta Tirk rojnamevan ji bakurê Sûriyê derdikevin

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas bi daxuyaniyekê diyar kir ku ji ber rojnamevan dibin armanc, qada çapemeniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî rastiyê tarîtiyê tê û îşaret bi şehadeta nûçegihan Saed Ehmed û nûçegihanê Çira TV’yê Mihemed Hisên Reşo, her wiha rojemevanên din ên birîndar kir.

Têkildarî armancgirtina rojnamevanan ji hêla artêşa Tirk ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro rêxistina Rojnamevanên Sînornenas  daxuyaniyek ji raya giştî re ragihand.

Di daxuyaniya Rojnamevanên Sînornenas (Reporters Without Borders) de wiha hate gotin: "Êrîşên dewleta Tirk ên li ser bakurê Sûriyê ku di encamê de 2 rojnamevan şehîd bûn, hişt ku nûçegihan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkevin û rewşa ewlekariyê dijwartir bû û beramberî vê yekê nûçegihanên sînornenas ku li ser jiyana rojnamevanên ku hêj rewşa herêmê dişopînin, nerehet in.”

Rêxistinê bang li rêzgirtina ji zagonên navdewletî re kir ku parastina dezgehên çapemeniyê bikin, her wiha destnîşan kir ku ditirsin ku li bakurê Sûriyê li hember rojnamevanan komkujî pêk were.

Daxuyaniyê îşaret bi koçberkirina rojnamevanên li bakurê Sûriyê kir ku ji roja 13`ê Cotmehê ve ji ber rewşa ewlekariyê rojnamevan jê derketine û got Fîras Kêlanî nûçegihanê BBC’yê ji ber rewşê neçar ma ber bi Başûrê Kurdistanê ve biçe.

Her wiha bal kişand ser ku roja rojnamevan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê derketin, roja ku artêşa Tirk karwanê sivîlan ku erebeya rojnamevanan jî di nav de bû û ber bi Serêkaniyê ve diçûn, kir armanc û wiha diyar kir: "Tevî ku karwan di navbera Qamişlo û Serêkaniyê de bû û Kurdan dixwest li dijî artêşa Tirk derkevin, lê di encama topbaranê de bi dehan hatin qetilkirin."

Di encama topbaranê de 2 rojnamevanên bi karwan re bûn, hatin qetilkirin ku ew jî nûçegihanê ANHA`yê Saed Ehmed û nûçegihanê Çira TV’yê ku navenda wê li Siwêdê ye, Mihemed Reşo ne. Her wiha Yekitiya Ragihandina Azad bi rêya peywedniya li gel me ragihand ku nêzî 8 rojnamevan jî birîndar bûne, got ku hemû rojnamevanên xwecih girêdayî dezgehên çapemeniya herêmî ne yên wekî ajansên nûçeyan ên kurdî; ANF, ANHA, NPA, Sterk TV û kanala kurdî Iraqê ya Rûdawê ne.

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Sûriye û Tirkiye di lîsteya azadiya çapemeniyê ya cîhanî de ku di demên derbasbûyî de rêxistinê belav kiribû, ji 180 welatan di rêza 174 û 175`an de ne.

(eh)


Mijarên Din