Rojnamevanên ji Başûr: Ji bo astengkirina ragihandina rastiyan em girtin

Hêzên PDK’ê di dema şopandina xwepêşandinên bi daxwaza dayîna mûçeyên karmendan de xebata rojnamageran asteng kir û rojnameger hatin girtin. Rojnamger Karwan Sadiq got girtina wan bi hedefa astengkirina ragihandina rastiyê ye.

Ji ber xwepêşandanên li piranî herêmên Başûrê Kurdistanê yên li dijî hikumeta herêmê bi sedema derengxistina dayîna mûçeyên karmendan, asayîşa PDK’ê ya parêzgeha Dihokê bi dehan mamoste, parlamenter û rojnamegerên ku bûyer dişopand, girtin.

Girêdayî mijarê nûçegihanê kanala Gelî Kurdistanê (GK) Karwan Sadiq ku hatibû girtin, axivî.

Karwan Sadiq wiha got: "Hedef li gorî ku me xwepêşandan şopandiye xwepêşandana mamosteyan li ser derengmayîna dayîna mûçeyên karmendên li herêma Kurdistanê dixebitin û dayîna daxuyaniyeke raya giştî re da ku fişarê li hikumetê bikin ku bi lez mûçeyên ku ji destpêka 2020’an de nehatine dayîn, bû. Bûye 5 car mûçe nehatine dayîn, bi taybet ên mamosteyan."

Sadiq wiha domand: "Xwepêşandanan saet di 3’yê berêvarê de dest pê kir, zêdetirî 200 mamosteyên mêr û jin beşdar bûn. Çalakî li pêş Parka Azadî ya li navenda parêzgehê pêk hat. Lê belê hêzên Asayîşê yên li Dihokê çalakî ji hev kir, bi wê re jî zêdetirî 150 mamoste, 6 rojnamegerên ku çalakî dişopand, girtin û alavên wan jî desteser kirin."

Sadiq bal kişand ser ku PDK li herêmê serwer e û hêzên ku çalakî ji hev kiriye, girêdayî wê ne. Ew jî bi hewldana rêgirtina li pêş xwepêşandêrên dijberî siyasetên wê partiyê li parêzgeha Dihokê pêk hat.

Der heqê sedemên girtina rojnamegeran de nûçegihan Karwan Sadiq wiha da zanîn: "Di her pêngaveke bi hewldana astengiya li dijî şêniyan yekser û di radeya yekemîn de rojnamger tên hedefgirtin nexasim jî yên ku hewl didin rastiyê û dengê gel ragihînin. Em jî di xwepêşanda dawîn a mamosteyan de bûn da ku nêrîna wan bigihînin raya giştî û desthilata li herêma Kurdistanê."

Komeleya Parastina Azadiya Rojnamegeran a Iraqê girtina rojnamegerên li Dihokê şermezar kir û diyar kir ku girtina wan binpêkirina azadiya rojnamegerî û ragihandinê ye, her wiha têkildarî zêdebûna rewşên girtinê li herêma Kurdistanê li hember azadiya xebata rojnamegeran cihê fikarê ye.

Karwan Sadiq di berdewama gotinên xwe de wiha anî ziman: "Lê belê mixabin em nikarin wê xwepêşandanê berovajî bikin ji ber em hatin girtin, mijar netenê girtina me di saziyên Kurdî de ye, lê belê dezgehên çapemeniyê yên dîtir mîna Spêda û Xabîr hatin hedefgirtin, hejmara rojnamegerên ku hatin girtin 6 bûn.

Sadiq eşkere kir ku ji hêla asayîşa PDK’ê ya li parêzgeha Dihokê ve hat girtin û 6 saetan ragirtî ma û piştî tevahî alavên wî hatin desteserkirin, hat berdan.

Karwan Sadiq bal kişand ser ku hêzên asayîşa PDK’ê piştî çalakî bi dawî bû û nasîna rewabûna vê çalakiyê ya daxwaza mafên karmendan, ew neçar man wan berdin. Her wiha ji ber ku pê bawer bûn ku xwepêşandan bang li mafên giştî dike, jê jî mafê dayîna mûçeyên endamên asayîşê ne ku hê jî mûçeyên xwe negirtine.

Karwan Saqid wiha pê de çû: "Hin girtî hê jî di girtîgeha hêzên asayîşa PDK’ê de hene û nehatine berdan, tevî ku dizanin bi mafên wan şaş kirine jî, kesên niha di girtîgehê de ne mamosteyên ku beşdarî wê çalakiyê bûne."

Rojnamegerê ajansa Rojnewsê Zubêr Biradost li herêma Biradostê di 21’ê Tîrmehê de bi destê istîxbarata hêzên Helgurd ên girêdayî PDK’ê bêyî eşkerekirina tu sedemên girtinê, hat girtin, her wiha piştî 140 rojan hat berdan.

Komeleya Parastina Azadiya Rojnamegeran a Iraqê bang li tevahî hêzên ewlehiyê yên li herêmê kir ku kiryarên bêserûber ên li dijî rojnamegeran di xebatên wan de berdin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din