​​​​​​​Rojnamevanekî Sûrî: Hikumeta Şamê bi nepenî ‘tirkkirina herêmên dagirkirî’ erê kiriye

Dewleta Tirk a dagirker mayîndekirina hebûna xwe li herêmên dagirkirî dewam dike. Li hemberî wê yekê hikumeta Şamê bêdeng e. Nivîskar û rojnamevanê Sûrî Sair El-Zeizûi diyar kir ku ev tedbîr nîşaneyeke zelal in ku projeya Tirkiyê ne demkî ye. Her wiha destnîşan kir ku "rejîma Sûriyê bi awayekî veşartî erê kiriye."

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tedbîrên ku guhertina herêmên Sûriyê yên dagirkirî armanc dikin wekî Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, zêde kir.

Li herêmên dagirkirî şêniyên resen hatin koçberkirin û li şûna wan bi hezaran malbatên çeteyan hatin bicihkirin û bi taybetî yên ji pêkhateya Turkmen, bi vê yekê demografiya wan herêman hat guhertin. Her wiha alên Tirkiyê hatin rakirin û li şûna pereyên Sûriyê bikaranîna pereyên Tirk hat ferzkirin.

Wekî gaveke din a dagirkeriyê ku nasnameya netewî ya Sûriyê dixe xeteriyê, qaşo hikumeta demkî û meclisên girêdayî wê ragihand ku dê nasnameyên kesayetî derxîne.

 ‘PROJEYEKE DOMDAR E

Girêdayî mijarê, nivîskar û rojnamevanê Sûrî Sair El-Zeizûi wiha got: "Xuya ye ku projeya Tirkiyê li herêmên bakurê Sûriyê yên di bin dagirkeriya wê de, ne projeyeke demkî ye. Ew projeyeke domdar e, hewl didin wan herêman bi temamî bi Enqerayê ve girê bidin. Çi mijar siyasî be, çi jî girêdayî xwespartina hikumeta rizgariyê yan hikumeta demkî ji Tirkiyê re be."

El-Zeizûi wiha berdewam kir: "Beriya çend mehan piştî daketina nirxê lîreya Sûriyê, bi rastî êdî gel pereyên Tirkiyê bi kar anî. Me raporên bi dîmen de dît ku zimanê Tirkî û ala Tirkiyê li hemû saziyan heye. Siyasetmedarên Tirkiyê îdia dikin ku Tirkiyê bi rêya lihevkirinên bi Moskov û Tehranê re, wan herêman ji hêzên Sûriyê û hevalbendên wê diparêze."

REJÎMA SÛRIYÊ BI AWAYEKÎ VEŞARTÎ ERÊ KIRIYE

El-Zeizûi girêdayî helwesta hikumeta Şamê jî wiha got: "Xuya ye ku rejîma Sûriyê bi awayekî veşartî li ser vê yekê erê kiriye. Dezgehên çapemeniyê ên rejîmê dibêjin ku şêniyên wan herêman terorîst in. Li gorî rejîmê 4 milyon mirov terorîst in. Ji lewra, heke referendum bê kirin, dibe ku hin welatî pêşwaziya Tirkiyê bikin da ku serweriya hikumeta El-Esed a zordar xilas bin."

 ‘PROJEYEKE NETEWÎ YA SÛRIYÊ TUNE YE

El-Zeizûi wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Di rastiyê de ev cihê mixabiniyê ye. Lê belê li gel tunebûna projeyeke netewî ya Sûriyê û bi taybetî hilweşîna opozisyona Sûriyê ku veguheriya komên çeteyan, hejmareke mezin ji gel di bin serweriya kîjan hêzê de dibe, dê hebûnê bipejirînin."

(cx)

ANHA


Mijarên Din