Seyît Evran: Tirkiyê dixwaze kembereke Osmanî li Kurdistanê çêbike

Têkildarî planên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê, rojnamevan Seyîd Evran got, armanca dewleta Tirk tunekirina kurdan û avakirina kembereke Osmanî ye wekî kembera Erebî ya ku hikumeta Sûriyê li herêmên Kurdan ava kiriye. Her wiha destnîşan kir ku di navbera hikumeta Iraqê, herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, hevpeymaneke veşartî heye.

Ji 15`ê Hezîrana borî  ve dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê dike. Rojnamevan Seyîd Evran ku ji nêz ve bûyerên li Başûrê Kurdistanê, pêşketinên bi lez ên li herêmê nirxand.

Rojnamevan Seyîd Evran di hevpeyvîneke taybet bi ANHA'yê re, behsa armanc û planên Tirkiyê yên li herêmê kir û wiha got: "Plana Tirkiyê ne tenê parçeyekî Kurdistanê dike hedef, lê belê armanca Tirkiyê tunekirina kurdan li hemû parçeyên Kurdistanê ye. Mînaka wê yek di dawiya sala 2017`an de, dewleta Tirk cara yekê êrişî herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê kir. Piştre di Çileya 2018`an de êrişên li ser herêma Bradostê sekinîn, lê belê Tirkiyê êrişî bajarê Efrînê yê Rojava kir. Di heman salê de êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfireh kir. Piştî dagirkirina Efrînê, carek din heta sala 2019`an êrişên xwe li dijî herêma Bradostê berdewam kir. Di Tebaxa heman salê ji bo pêkanîna armancên xwe êrişî Heftanînê kir. Di 9`ê Cotmeha 2019`an de jî, dewleta Tirk a dagirker êrişî her du bajarên Serêkaniyê û Girê Spî kir û komkujî û sûcên şer pêk anî. Di wê demê de  êrişên xwe li ser Heftanînê sivik kir. Lewra, dema em bûyeran bi hev ve girê didin, em nikarin êrişên li dijî her parçeyekî Kurdistanê cuda bigirin dest."

Seyîd Evran behsa rewşa kurdan li Bakurê Kurdistanê jî kir û wiha got: "Ji aliyê siyasî ve li Bakurê Kurdistanê, jiyankirina li Tirkiyê û birêxistinkirin zehmet e. Ji ber ku dewlet li dijî tevgerên demokratîk zext û zordariyê dike, naxwaze ku deriyekî vekirî li pêşiya Kurdan hebe."

Her wiha destnîşan kir ku Tirkiyê li dijî kurdên Rojhilatê Kurdistanê û bi awayekî veşartî koordîne dike û wiha berdewam kir: "Her du li ser doza kurdî komployan çêdikin."

'ARMACA TEKANE YA TIRKIYÊ TUNEKIRINA KURDAN E'                

Rojnamevan Seyîd Evran armanc û planên dagirkeriya Tirk tenê wekî tunekirina kurdan û destkeftiyên wan û tunekirq`cografiya bi navê "Kurdistan", bi nav kir.

Her wiha piştrast kir ku plana Tirkiyê ji dagirkirina bajarê Idlib ê Sûriyê ve dest pê dike û heta sînorên bajarê Urmiyê yê rojhilatê Kurdistanê berdewam dike. Ji ber ku dagirker dixwaze herêmeke ji kurdan vala, ava bike.

Evran dibîne ku tiştê ku Tirkiyê niha dike berdewama siyaseta kembera Erebî ya sala 1973`an e ku hikumeta Sûriyê li herêma Cizîrê ya Sûriyê li dijî kurdan pêk aniye û wiha da zanîn: "Plana Tirkiyê ya niha, tunekirina kurdan û bi cihkirina çeteyên xwe li herêmên wan e."

'HÊZÊN MEZIN JÎ BEŞDARÎ PLANA DAGIRKERIYA TIRK BÛNE'

Seyîd Evran diyar kir ku heke AKP`ê plana tunekirina kurdan bi rêya êrişan pêk bîne, dê Amerîka, Rûsya û Yekitiya Ewropayê jî beşdarî wê yekê bibin û wiha got: "Hemû hêzên mezin beşdarî plana Osmanî ya tunekirina kurdan bûne."

Evran îşaret pê kir ku aliyên ku Kurdistanê dagir dikin, tevî ku dijminahiya hev jî dikin lê belê li ser qirkirina gelê Kurd li hev dikin. Mînaka wê yekê jî têkiliya Beşar Esed û Erdogan e. Avran li ser mijarê wiha diyar kir: "Têkiliya Beşar û Erdogan di rastiyê de ne baş e, lê dema ku mijar girêdayî kurdan be her du li hev dikin. Ji ber ku bandora kurdan li herêmê baş dizanin."

'BEŞEK JI PARTÎ Û HÊZÊN KURDÎ PLANA DAGIRKERIYÊ RED DIKIN'       

Li gorî şopandina wî ya ji rewşa Başûrê Kurdistanê û helwesta hêz û partiyên Kurdî li hemberî êriş û planên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê bi taybet û Kurdistanê bi giştî, Seyîd Evran got, helwesta hin hêzan zelal e lê belê lawaz e.

Evran wiha lê zêde kir: "Beşekî Yetîkîya Niştimanperwerê Kurdistan (YNK), koma Îslamî û komonustan û beşekî Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) li Başûrê Kurdistanê û Iraqê xwedî helwesteke zelal in û plana Tirkiyê li herêmê red dikin."

Evran bi domdarî got: "Aliyê ku tu helwest an nêrîn li dijî pêkanîna planên Tirkiyê û êrişa li dijî herêmê nîşan nedaye û rewatî daye Tirkiyê, malbata Barzanî ye ku Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî nûnertiya wê dikin." Evran malbata Barzanî bi piştevaniya Tirkiyê tewanbar kir.

Seyîd Evran teqez kir ku helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê, êrişên Tirkiyê rewa dike û destnîşan kir ku 23 baregehên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker û 16 baregehên MÎT`a Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê hene û wiha got: "Ev baregeh hemû bi erêkirin û banga hikumeta herêmê hatin avakirin."

Evran îşaret bi biryara parlamana Başûrê Kurdistanê ya 2005`an a der barê rakirina hemû barehên leşkerî yên Tirkiyê ji herêmê, kir û teqez kir ku hikumeta başûr û parlamana wê heta niha ku piştî 15 sal di ser derxistina biryarê re derbas bûne, hîna biryar pêk neanîne.

Evran her wiha behsa helwesta hin eşîrên Kurdî yên Başûrê Kurdistanê kir ku plana Tirkiyê red dikin û heta niha neketine bin serweriya  Tirkiyê û wiha berdewam kir: "Lê belê PDK`ê hewl dide ku wan eşîran bixe bin serweriya dagirkeriya dewleta Tirk."

'HEVPEYMANEKE VEŞARTÎ YA DI NAVBERA HIKUMETA IRAQÊ, HIKUMETA HERÊMA KURDISTANÊ Û DAGIRKERIYA TIRK DE HEYE'

Seyîd Evran bûyerên ku vê dawiyê rû dane wekî şandina hikumeta Iraqê artêşa xwe ji bo herêmên Dêrkarî û Batûfe ku sala 1991`an jê derketiye û piştî 30 salî artêşa Iraqê careke din vegeriya herêmê bêyî ku berê xwe bide herêmên sînor, bi bîr anî.

Evran wiha berdewam kir: "Heke hikumeta Iraqê dixwaze li dijî artêşa Tirk bisekine, diviyabû berê xwe bide sînor û li nêz herêma Zaxo û sînorê Heftanînê bi cih bibe. Lê belê hêzên Iraqê berê xwe dan herêmên ku beriya 30 salan jê derketiye. Ev yek nîşan dide ku hikumeta Iraqê jî beşdarî plana Tirkiyê bûye, ji ber ku heta niha li dijî êrişên Tirkiyê nesekiniye."

Her wiha destnîşan kir ku hikumeta Iraqê der barê êrişên Tirkiyê de tenê daxuyaniyên şermok da û komîteyek şand herêmên li Başûrê Kurdistanê û herêmên sînorî ku rastî bombebaranê hatibûn, da ku hevpeymanê bişopîne  û bizane ku Tirkiyê sînorên li ser  li hev kirin derbas kiriye yan na?."

'HELWESTA GEL, SIYASETMEDAR Û REWŞENBÎRAN LI DIJÎ ÊRIŞAN TUND E'

Seyîd Evran li ser helwesta gel û hemû beşên civaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê diyar kir ku helwesta gel, rewşenbîr û siyasetmedaran tund û zelal e. Ew planên dagirkeriya Tirk ên berfirehbûna li herêmê û dagirkirina wê, red dikin.

Rojnamean Seyîd Evran wiha adwî li axaftina xwe anî: "Her çiqasî dengê Kurd û Ereb ên redkirina dagirkeriya Tirkiyê di qadên navdewletî de bilind bibe, dê bandoreke erênî li têkbirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bike.

(cx)

ANHA


Mijarên Din