Rojnamevanan hişyarî da ku PDK sîxuriyê dewam bike, dê gelek destkeftiyan ji dest bide

Rojnamevanên ji Başûrê Kurdistanê piştgiriya yekser a PDK`ê ji dewleta Tirk re rexne kir û hişyarî dan ku ger PDK`ê vê hevkariyê bidomîne, dê Başûrê Kurdistanê hemû destkeftiyên xwe winda bike.

Rojnamevanên ji başûrê kurdistan’ê ku di derbarê geşedanên li Başûrê Kurdistan’ê kirin gotin ku, nakokiyên di navberan hêzên başûrê kurdistan’ê bûne sedem ku dewletên herêmê bi rehetî mudaxeleyê nav karê başûrê Kurdistan bikin.

Rojnamevanê ji Başûrê Kurdistanê Nezîr Elî ku di saziya Bawer News got ku, Hêzên din yên siyasî jî hatine dûrxistin û yek sedem jî ewe ku hêzeke leşkerî netewî nine û bi vî awayî jî destûra Başûrê Kurdistanê tenê li ser kaxizê maye û nayê pêkanîn.

Elî wiha dewam kir: “Rewşa siyasî, leşkerî, aborî û mirovî li Başûr xirab bûye. Ji ber wê jî em îro dibînin ku Başûrê Kurdistanê bi aloziyeke rasteqîn re rû bi rû maye û em dibînin ku destûr tenê li ser kaxizê ma û li ser erdê nehat pêkanîn.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser parlamentoyê, biryara siyas û destûrê Başûr serwer e.

Çalakvanê siyasî yê ji bajarê Silêmaniyê Yûsif Kutî jî destnîşan kir ku aloziya li Başûrê Kurdistanê bu sedem ku hêzên herêmî yên weke Tirkiye û Îran yekser mudaxeleyî Başûrê Kurdistanê bikin û wiha domand: “Her duyan jî sûd ji lawazbûna nakokiya siyasî û leşkerî girt  û bi hevkariya PDK`ê êrişî Tevgera Rizgariya Kurdisanê dikin. Armanca van herdû hêzan jî tunekirina Kurdane.”

HILBIJARTINÊN IRAQÊ Û LAWAZBÛNA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Ev lewazbûn hemwextî amadekariyên ji bo lidarxistina hilbijartinên parlamentoya Iraqê, pêk tê. Di hilbijartinên ku dê 10`ê Cotmeha 2021`an werin lidarxistin de, hejmara endamên parlamentoyê 328 kes e. Ew kesên hatin hilbijartin jî dê serokê Iraqê û serokwezîr hilbijêrin. Di demekê de ku li Bexdayê koalîsyon pêk tên, Başûrê Kurdistanê bi gelek aloziyan re rû bi rû ye.

Partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê ji ber krîzên hundirîn yên li Başûr û ji ber ku parçeyên mezin ji herêmên ku di hilbijartinên berê de lê serwer bûn, ji dest da, îsal dê bi lawaziyeke mezin beşdarî hilbijartinan bibin.

Têkildarî hilbijartinan jî Yûsif Kutî got: “Ev partî bi kirîzên hundirîn û şerê çapemeniyê re rû bi rû mane. Her yek hewl dide aliyê din lewaz bike. Ev yek negihiştina demokratiyê li Başûrê Kurdistanê nîşan dide, her wiha diyar dike ku hilbijartin tenê ji ber zextên derve wê li dar kevin. Heke partiyên Kurd siyasetên xwe yên niha berdewam bikin dê gelek tiştan winda bikin."

DEWLETA TIRK BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DAGIR DIKE

Dewleta Tirk li gel rewşa Başûrê Kurdistanê ya aloz û hevkariya PDK`ê pê re, êrişên xwe li dijî Başûrê Kurdistanê didomîne.

Têkildarî vê mijarê, rojnamevan Nezîr Elî got, dewleta Tirk ji sedî 12 axa Başûrê Kurdistanê dagir kiriye û zêdetirî 60 baregehên leşkerî tê de ava kirine.

Elî piştrast kir ku bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re hişt ku Başûrê Kurdistanê aloziyeke ewlehiyê ya mezin jiyan bike û heke ev helwesta xwe berdewam kir dê gelek destkeftiyan ji dest bide.

Timayên dewleta Tirk di sînorên Başûrê Kurdistanê de sînordar neman. Êdî ku dixwaze roleke mezin li Iraqê bilîze. Di du mehên dawîn de êrişên xwe yên li dijî Şengalê zêde kirin. Bi desteka yekser a Turkmenan li Iraqê û qutkirina ava Firatê fişarê li Bexdayê dike.

Li aliyekî din çalakvanê siyasî Yûsif Kutî got Îran lewazbûna biryara siyasî û leşkerî li Başûrê Kurdistanê û aloziyên ku tê re derbas dibe bi kar anîn û nuqteyên Partiya Demokrat a Kurdistan –Îranê li Bradost û Balekayetî yên girêdayî Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

GENDELIYA ABORÎ

Ji aliyekî din ve jî li Başûrê Kurdistanê aloziyeke aborî ya mezin heye. Hikumet nikare mûçeyên karmendan bide. Gendelî di nava saziyan de derket. Di encamê de di vê dawiyê de di nava civakê de gelek çînên aborî derketin û rêjeya bêkariyê zêde bû.

Ruxmî ku Başûrê Kurdistanê mehane 200 milyon dolar ji hikumeta Iraqê digire, lê lawaziya siyasî û leşkerî û heta nakokiyên bi hikumeta Bexdayê re hişt ku rewşa aborî li herêmê aloztir bibe. Li gorî destûra Iraqê 12.5 ji budçeya Iraqê para Başûrê Kurdistanê ye.

Di encama aloziyên li Başûrê Kurdistanê de, bangewaziyên çareserkirinê li ser astên hundir û derve çêbûn. Lê hikumeta Başûrê Kurdistanê gelek çalakvanên siyasî û rojnamevan girtin.

Di çend rojên derbasbûyî de li ser asta çapemeniyê derket holê ku di girtîgehên Başûrê Kurdistanê gelek reftarên li dijî mafên mirovan tên kirin. Di encamê de bi dehan girtiyên di girtîgeha Badînanê de li dijî nebaşiya rewşên di girtîgehê de dest bi gireva birçîbûnê kirin.

Li gorî raporan, hêzên herêmî yên derve mîna Tirkiye û Îran berpirsên rewşa li Başûrê Kurdistanê ne û PDK`ê bi wan her duyan re, hevkar e.

 (şx)

ANHA


Mijarên Din