Rojnamevanê li Serêkaniyê birîndar bûye: Tevî ku dizanîn sivîl in, karwan kirin armanc

Rojemevanek ku beriya 2 rojan di encama komkujiya artêşa dewleta Tirk a li Serêkaniyê de birîndar bûbû, got tevî ku dizanîn karwan sivîl e jî, dewleta Tirk bi balafiran li bazara Serêkaniyê kir armanc.

Artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê hêj êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, sivîl û rojemevanên ku komkujiyên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li herêmê dişopînin, dikin armanc.

Di 13`ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker li dijî karwanê sivîlên li hundirê bajarê Serêkaniyê komkujî pêk anî. Di nav wan de rojnemevanên biyanî û xwecih hebûn, nûçegihanê ajansa me Saed Ehmed û nûçegihanê Çira TV’yê Mihemed Reşo şehîd bûn û nûçegihanê radyoya Orkêş Reşîd Mihemed birîndar bûn.

Reşîd Mihemed ji ling û zikê xwe de birîndar bû. Di encama komkujiya artêşa Tirk de zêdetirî 11 kesan şehîd bûn û 74 kesên din jî birîndar bûn. Reşîd Mihemed ku li nexweşxaneya navenda kantona Hesekê ye û rewşa wî aram e, got dema artêşa Tirk bi balafiran êrîşî sivîlan kir, ew li bazara navwrasta bajarê Serêkaniyê bûye û birîndar bûye.

Her wiha Mihemed Reşîd got êrîşên dewleta Tirk a dagirker sivîl kirin armanc û hejmarek ji sivîlan şehîd bûn.

Mihemed Reşîd di dewama axaftina xwe de wiha anî anî ziman"Tevî baş diyar bû ku erebe sivîl tê de ne, lê belê dema derbasî hundirê bajêr bûn û gihan bazara navendî, artêşa dagirker bi balafiran êrîşî sivîlan kirin."

Reşîd bal kişand ser ku dema ew çûye Serêkaniyê, armanca wî ew bû ku berxwedana QSD’ê û rastiya êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên li ser sînorên Bakurê Sûriyê bişopîne û got: “Hêvîdar im ez zû baş bibim da ku ez wek welatiyekî Sûriyê bi erka xwe rabim û rastiya êrîşan ji cîhanê re diyar bikim.”

Nûçegihanê radyoya Orkêş Mihemed Reşîd di dawiya axaftina xwe de bang li dewletên cîhanî kir ku destekê bidine sivîlan û komkujiyên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakurê Sûriyê rawestînin.

(eh)


Mijarên Din