Rojnamevan Ersîn ji Serêkaniyê: Tevî ragihanda agirbestê, lê êrîşa dewleta Tirk didome

Nûçegihanê ANF`ê Ersîn Çekso ji bajarê Serêkaniyê ragihand ku tevî duh lihevhatinek di navbera Amerîka-Tirkiyê de ji bo rawestandin şer çêbû, lê li gelek eniyên Serêkaniyê êrîşên çeteyan dewam dikin.

Ersîn anî ziman ku şevê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di eniya rojava de xwestin bi çekên xwe yên giran êrîş bikin, şervanên QSD`ê bersiva êrîşan dan.

Ersîn diyar kir ku li eniya sînor jî şer dewam kir û wiha domand: “Li eniya rojhilat jî şerên giran li aliyê nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê dewam kir û duh jî êrîşa çaremîn a giran anîn ser nexweşxanê.”

Ersîn piştrast kir ku ji ber ku du birîndarên hêzên QSD`ê nikaribûn xwe bighînin cihên pêwîst, şevê din şehîd bûn.

Ersîn di dawiyê de got, di van kêliyan de êrîşa li ser eniya rojava û nexweşxaneyê ya eniya rojhilat dewam dike.

(kc)

ANHA


Mijarên Din