​​​​​​​Rojnamevan Erk Acarer: Êrişa li dijî HDP’ê sêgoşeya SADAT-çete-dewletê nîşan dide

Rojnamevan Erk Acarer got êrişa li dijî rêxistina HDP'ê ya bajarê Îzmîrê dişibe yên sala 2015'an û diyar kir ku wêneyên kujer Onur Gencer ên derketine holê, komên paramîlîter ên li xeta Minbic-Idlibê nîşan didin.

Piştî êrişa li dijî rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê, parvekirinên kujer Onur Gencer ên li ser hesabên wî yên medyaya civakî nîşan da ku li Sûriyê perwerdeya leşkerî dîtiye û bala raya giştî vegerand ser SADAT û ÎHH'ê ku çek ji rêxistinên cîhadîst re dibirin.

Dewleta Tirk ev çend sal e bi destê SADAT û ÎHH'ê sewqiyata leşkerî bi navê alîkariya mirovî ji herêmên Cerablûs û Idlibê re dişîne. Dewleta Tirk di bin navê saziyên alîkariyê yên bi vî rengî de gelek endamên DAIŞ û ‘Artêşa Azad a Sûriyê' veguhastin Sûriyê û li wir şer kirine. Li aliyê din Dîlok ji aliyê tenduristî û lojîstîk ve bûye yek ji navendên girîng ên çeteyan. Onur Gencer ku êrişa li dijî rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê pêk anî, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî wêne belav kirin ku li Dîlokê hatine kişandin. Ev yek nîşan dide ku êrişkar Onur Gencer têkiliyên xwe bi SADAT û ÎHH'ê re hene.

Rojnamevan Erk Acarer têkildarî êrişa li hemberî HDP'ê û alîkariya dewleta Tirk a ji bo çeteyan û rêxistinên din ên cîhadperest bi destê ÎHH û SADAT'ê axivî.

Erk Acarer diyar kir ku êrişa li dijî HDP'ê dişibe êrişên sala 2015 'an û got: “Komeleya Mafên Mirovan di raporeke xwe de ragihand ku di navbera 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdara 2015'an de 600 kes mirine. AKP ya ku di wê pêvajoyê de hilbijartin winda kir, ji tirsan xwest hilbijartinan ji nû ve dubare bike. Em niha di pêvajoyeke heman re derbas dibin. Daxuyaniya serokkomar Erdogan a li dijî Meral Akşener a 26’ê Gulanê ya “Ev rojên we yên baş in” nîşan dide ku zimanê nefretê yê hikumetê dikeve pratîkê.”

‘GEF ŞOPÊN ÊRIŞÊ NÎŞAN DIDIN'

Acarer bi bîr xist ku ne tenê hikumet, hevkarê wî Semîh Yalçin ê MHP'yî jî li dijî HDP'ê gotiye “koma mêşan e ku divê were îtlafkirin” û wiha diyar kir:  "Ev gotin nîşana wê yekê ye ku tifaqa AKP-MHP'ê ku rêjeya dengên wan ketiye, dê di hilbijartinan de piraniyê bi dest nexê. Ev yek bi awayekî zelal diyar dike bê ka kî provokasyon pêk aniye û Deniz Poyraz çima jiyana xwe ji dest daye."

Acarer da xuyakirin ku wêneyên Onur Gencer yên bi nîaşan ‘gurên boz’ li gorî zîhniyeta AKP-MHP'ê ne û got:  "Ev nîşana ‘gurên boz’ me ber bi çiyayê Tirkmen ve dibe. Li vê derê, cîhadîzm û komên paramîlîter ên li xeta Minbic-Idlibê dikarin bên dîtin. Ev têkilî bi rêya biratiya Tirkmenan tên kirin û nîşan dide ku êrişkar ji navendeke li Minbicê perwerdeyê dibînin. Êrişkar wêneyekî xwe yê li Dîlokê diweşîne. Li wê derê kîjan erk û perwerde danê? Baregeha Tirkan di wê parvekirinê de li ku derê ye? Divê ev bên aşkerakirin.”

Acarer diyar kir ku SADAT çete û çekan derbasî Sûriyê dike û wiha pê de çû:  "Parlamentera HDP'ê birêz Huda Kaya yek ji kesên destpêkê ye ku mijarên têkildarî SADAT'ê derdixistin pêş. Ji bo min ev sêgoşeya paramîlîtarîzm, cîhadîzm û îstîxbaratê ye. Di nava vê sêgoşeyê de mîna ku Sedat Peker jî diyar dike, têkiliyên mafya û û rêxistinên mirovî hene ku heta roja îro gelekî bal kişandiye ser. Divê Weqfa Alîkariya Mirovî (ÎHH) bi awayekî pir zelal were lêpirsînkirin. Gelek raporên ku têkiliyên ÎHH'ê yên bi çeteyên cîhadîst re belge dikin, hene. ÎHH û qaçaxçiyên çekan jî hene. Dema em hemûyan dixin nava hev, girseyeke mezin heye ku digihêje desthilata Tirkiyê û bingeha MHP û AKP'ê di nava xwe de dihewîne."

'DEWLETÊ SADAT AVA KIR KU JI BO HIN KARÊN XWE BI KAR BÎNE’

Acarer da xuyakirin ku dewlet ji bo xwe xwedî bike hin rêxistinan ava dike û got:  "SADAT çi ye û kî ye? Gelek dozên min bi SADAT'ê re hene. Ez ê carekî din bibêjim. SADAT şîrketeke ewlekariyê ya Tirkiyê (Blackwater) e ku di sala 2012'an de ava bû. SADAT her carê tiştên ku hatine kirin, înkar dike. SADAT dibêje em ne şîrketeke têkildarî karên navxweyî ne lê rastî berevajî vê ye. Ne tenê welatekî ku li Tirkiyê li hundir dixebite, di heman demê de ji destpêka şerê li Sûriyê ve li vê herêmê jî dixebite.”

Erk Acarer da zanîn ku SADAT bi taybetî personel û çeteyan perwerde dike û wan digihîne û wiha axivî:  “Serokê SADAT'ê diyar kir ku piştî derbeya 15’ê Tîrmehê wan ji bo guhertina avadaniya artêşa Tirk pêşniyarek kiriye û ev teklîf hatiye qebûlkirin. Di heman demê de wek şêwirmendê payebilind ê yê serokkomar kar kir. Di wê pêvajoyê de gotibû em ê yekitiyeke îslamî ava bikin ku ji Afrîkayê heta Asyayê fireh dibe, em ê paytexta wê bikin Stenbol û ola wê îslam be û erebî jî zimanê wê yê fermî be."

Acarer diyar kir ku kujer Onur Gencer ê ku Deniz Poyraz qetil kir, ji aliyê îslama siyasî ve hatiye gihandin û got: "Dema em wek profîla îslama siyasî lê dinêrin, em vê avadaniya cîhadîst ji komên Tirkmen nas dikin. Em dibînin li Alparslan Çelîk ê MHP'yî, ku piştî balafira şer a Rûsyayê hate xistin, pîlot serjê kir. An jî em aliyekî dibînin ku ji tirkmenîzmê û aliyekî ku bi olperestiyê têr dibe. Profîla Onur Gencer ji van her duyan e. Ew jî dişibe tifaqa AKP-MHP'ê ya îro. Bi bidawîbûna DAIŞ'ê û windakirina bingeha xwe ya civakî re, ev rêxistinên nû derketin holê. Ev kom bi desteka saziyên wekî ÎHH'ê bi rêyeke vekirî dixebitin. Ev rêxistin li gorî min wekî DAIŞ'ê ne lê ji DAEŞ'ê xeternaktir in."

‘ÊRIŞ HEWLDANEKE NÛ YA TESFIYEKIRINÊ YE’

Erk Acarer got: "Ez SADAT û Îttîhat û Terakkiyê wekî hev dihesibînin. Di rastiyê de SADAT wek şîrketeke dewletê kar dike. Lê heta niha ev êriş tenê bi gotinên nefretê pêk hatine. Kurd li pêşiya tifaqa AKP-MHP'ê astengiya herî mezin e. Ev êriş ji aliyê din ve jî tesfiyekirin e. Di her pêvajoyekê de AKP-MHP bi rêya dijberiya Kurdan senaryoyeke şer pêşkêş dike. Mixabin em nikarin ji civakê re qala van mijaran bikin. AKP û MHP êdî ne tenê dixwazin hilbijartinê qezec bikin, dixwazin hiqûqa leşkerî jî îlan bikin."

Acarer diyar kir ku hin aliyan rê li ber êrişê vekiriye û destûr daye êrişê û got:  "Onur Gencer ê ku komkujî pêk anî, destê xwe dihejîne û dikeve avahiya HDP'ê ya Îzmîrê. Berê jî gelek caran keşif kiriye. Mîna ku biçe şer, kinc li xwe kirine. Di germa havînê de lepik li xwe kirine û çenteyekî wî yê mezin heye. 24 saetan dorpêç li ser avahiya HDP'ê heye. Ev êriş komkujiyên sala 2015'an tîne bîra me."

Acarer da xuyakirin ku di lêpirsîna Onur Gencer de hîna sohbetên wî yên li medyaya civakî yên li gel 2 kesan nehatine lêpirsînkirin û wiha axivî:  "Dema ku kujer li qereqolê ye, li ser hesabê xwe yê Instagramê tiştan diecibîne. Em vê yekê ji wêneyê Ogun Samast ê kujerê Hrant Dînk yê li ber ala Tirkan, nas dikin. Em jî ji gotina polîsan “Xeman nexwe, tenê du-sê zarok mirine” dizanin ku di dema lêpirsîna Yakup Şahin ê ji ber komkujiya Enqereyê girtî, nas dikin. Dema ku kujer Onur Gencer hat destgîrkirin, polîsan di destpêkê jê re got “Bira, navê te çi ye?”. Di vir de jî pirgirêkeke mezin a îstîxbaratê heye. Vî kesî çawa zanibû ku dê civîneke 40 kesan pêk were?”

Rojnamevan Erk Acarer diyar kir ku dema li pratîkên berê yên hikumetê binêrin, xuya dibe ku êrişên bi vî rengî dê dewam bikin û wiha lê zêde kir:  "Rewşa tengas a ku hikumetê îhtîmala ku êrişên wiha  pêk bên, xurttir dike. Qala senaryoyeke şer a bikontrol tê kirin. Gotegotên şerekî navxweyî hene. Li Tirkiyê rîska êrişan her tim hebû."


Mijarên Din