Rojnameger Salaz: Amadekariya  mudaxeleyê li dijî xweseriya Kurdan tê kirin 

Rojnameger Necmettîn Salaz destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê bi pêzanîna Iraqê re pêk tîne û Iraq li dijî xweseriya Kurdan a li Başûrê Kurdistanê xwe ji bo mudaxeleyeke berfireh amade dike.

Êrişên dewleta Tirk a dagriker ên li dijî Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Êrişî sivîl û jîngehan dikin û bêdengiya hikumeta Iraqê ya li hemberî êrişan û pasîfbûna partiyên li herêmê jî berteka gel zêde dike.

Rojnameger Necmettîn Salaz ku rûdanên li herêmê ji nêz ve dişopîne, sedemên êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûr û helwesta hikumeta Iraqê û partiyan a li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk ji ANHA’yê re şîrove kirin.

Necmettîn Salaz destnîşan kir  ku ne rast e mirov hewldanên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava, Başûr û Lîbyayê wekî nixumandina aloziyên hundirîn û guherandina rojeva gel, bibîne û wiha axivî: “A rast heke mirov bala xwe bide sazûmaniya dewletê ku niha xistine rojeva xwe û hewl didin pêk bînin, Osmaniya Nû, rêveberiya bi şêweyê padîşahiyê, kiryarên ji bo pêkanîna xîlafetê niyeta wan aşkera dikin. Xeyala dewleta Tirk e ku Başûrê Kurdistanê, Mûsil û Kerkûkê ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ji dest dane, careke din tev li xaka xwe bike. Ji bo ku van armancan pêk bîne jî li ber çavê cîhanê her cure rêbaza qirêjî bi kar tîne. Sivîlan dikuje, gundan bombebaran dike, baregehên nû çêdike û hejmara leşkeran li wan baregehan zêde dike.”

‘HERÊMA EWLE’ JI BO PARÇEKIRINA KURDISTANÊ YE’

Gotina “herêma ewle ya bi 40 kîlometreyî” ku rayedarên dewleta Tirk ji bo Rojava û Başûr dibêjin, Salaz wek hewldana parçekirina yekser a Kurdistanê şîrove kir.

Salaz diyar kir ku bi navê “herêma ewle” deverên ku dagir kirine, çete û malbatên wan lê bi cih dikin û hewl didin demografiya wan deveran biguherînin û got: “Bajar, bajarok û gundên ku ji komên etnîk ên cuda têne çêkirin. Dixwazin bi demê re wan deveran li xaka xwe zêde bikin û nexşeyeke nû çêkin. Armanca sereke ya kiryarên faşîzma AKP-MHP’ê ya di demên dawîn de, ev yek e.” 

‘ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ BÊYÎ PÊZANÎNA DEWLETAN NÎN IN’

Salaz wiha pê de çû: “Li DYA, Ewropa, Iraq, cîhana erebî û Îranê aliyên ku em bikarin wek dostên Kurdan pênase bikin, mixabin tune ne. Wan hêzên navborî tevan jî li ser Kurdistanê hesabên xwe hene û pir jî ji hev cuda nîn in. Xaka Kurdistanê ji bo yên li rojhilat dewlemendiyên sererd û binerd, ji bo yên li rojhilatê jî navgîneke bazar û mêtingeriyê ye ku car bi car tînin ser maseyê. Îcar ji ber vê yekê jî mirov nikare li bendê bimîne ku ew hêz ji hev cuda tev bigerin.”

Salaz îşaret pê kir ku bertekên DYA, Iraq û Îranê yên li diijî sûcên dewleta Tirk ên li herêmê ji nivîseke li ser kaxizekê wêdetir naçe û got: “Dema ku mudaxele li ser herêmên petrol û gazê yên mîna Mûsil û Kerkûkê çêbû ku dewleta Tirk, hêzên rojavayî, Îran û Iraq ku têkildarî wan deveran ejindeyên xwe hene, helwestên cuda derdikevin holê. Her wekî di mînaka Lîbyayê de jî li ber çavan e. Lê ne pêkan e mirov bizane ka dê ev yek ji bo Kurdan bibe sedema çi. Dawiya dawîn her çi dibe, bila bibe, şer û azarên wê dibin para gelê vê herêmê. Heke em li van daneyan tevan binêrin û çend roja beriya niha serokê MÎT’a Tirk li Bexdayê bû ku em vê jî lê zêde bikin, ne mimkun e ku peymanek pêk nehatibe.”

‘PDK BI DEWLETA TIRK RE YE, POZÎSYONA ALIYÊN DIN JÎ BÊ BANDOR IN’

Der barê rola partiyên PDK, YNK, Goran û Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk de jî Salaz wiha axivî: “Ji du partiyên îslamî yek; Yekgirtû bi nêzîkbûna xwe ya ji dewleta Tirk re tê nasîn. Komala Îslamî hema bêje lîberal e. Her çend Goran di nava hikumetê de be û xwedî girseyeke zêde be jî, xwedî bandoreke zêde nîn e. YNK jî di van demên dawîn de rastî zexteke zêde ya dewleta Tirk tê. PDK jî hem ji aliyê siyasî hem ji aliyê aborî ve têkiliyên xwe yên ‘baş’ bi dewleta Tirk re hene. Di gelek waran de hevkariya wan heye. Di dema êrişên delweta Tirk de derket holê ku PDK erdnîgariyê û derfetan dide Tirkan û ji ber vê yekê berteka gel zêde bû. Mirov dikare bibêje ku PDK li cem dewleta Tirk disekine û aliyên din jî li dijî dagirkeriyê pozîsyoneke têra xwe xurt negirtiye.”

Necmettîn Salaz îşaret pê kir ku dewleta Tirk ev 30 sal e li dijî Başûr operasyonan pêk tîne lê cara ewilî hikumeta Iraqê leşkeran dişîne herêmê û vê yekê armancên xwe yên din hene û wiha got: “Hê zû ye ku mirov bibêje ev tevgera hikumeta Iraqê li dijî hewldanên dagirkirinê ne. Helbet niyeta dewleta Tirk ji xaka Başûr derbas bibe û bikeve nava xaka Iraqê jî paşguh nake. Lê belê vê dawiyê li hemberî xwesriya Kurdan amadehiyên cidî hene. Kontrola petrol û deriyên gumrikê û balafirxaneyan dixwaze. Li hemberî vê jî pêşniyara mehane hinek dînarên Iraqê dike. Rêveberiya herêmê jî ji bo van daxwazan amade ye lê belê pere kêm dibîne. Destkeftiyên bi xwîna bi hezaran Kurdan hatine bidestxistin, ji referandumê ve hêdî hêdî ji dest derdikevin.”

‘RÊYA TEKANE YEKITÎ YE’

Rojnameger Necmettîn Salaz destnîşan kir ku tekane rêya ku êrişên li ser Kurdistanê têk bibe, ew e ku aliyên kurdî werin cem hev û wiha lê zêde kir: “Pirsgirêka yekitiyê ya Bakur tune ye, Rojava kete ser rêyeke erênî. Lê belê hêza sereke ku yekitiyê pêk bîne, di şert û mercên îro de Başûr e. Navenda aliyên sereke yên tevan jî li wir e. Yekitiyek ku liwan deran pêk were, dê bandorê li tevahiya parçeyan bike. Lê mixabin di serî PDK, hêzên li Başûr bi vê yekê nehesiyane. Bi kurtasî; rakirina astengiyên li ber yekitiyê dê pêşiya hemû pirsgirêkên hundirîn û derve yên li pêşberî gelê Kurd rake.”

ANHA


Mijarên Din