Rojîn Ehmed: Rêveberiya Xweser pêdiviyên pêwîst ji nexweşên Koronavîrûs re pêşkêş dike

Hevseroka Gerînendetiya Tenduristiyê Rojîn Ehmed got piştî çend rewşên Koronavîrusê li herêmên Rêveberiya Xweser derketin, rêveberî û Şaneya Aloziyê çend tedbîrên pêwîst ji bo pêşîgirtina li vîrusê û xweparastinê girtin û divê şênî li gorî tedbîran tev bigerin da ku xwe biparêzin.

Piştî ku nexweşên Koronavîrusê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaştin 8`an, Desteya Tenduristiyê, tîmên Heyva Sor a Kurdî û Gerînendetiya Tenduristiyê 88 kesên dan û standinên wan bi nexweşên vîrusê re çêbûbûn, bi dema du heftiyan ew di malê de xistin karantînayê  û pêwendî bi wan re hene da ku rewşa wan û selamtiya wan bişopînin.

Her wiha nexweşa Koronavîrusê ya li herêma Koçerat a Dêrikê di karantînayê de ye, li ser vê bingehê Gerînedetiya Tenduristiyê û Heyva Sor a Kurdî serdana mala wê kir û pêdiviyên pêwîst jê re pêşkêş kirin.

Gerînendetiya Tenduristiyê çend şîret ji bo parastina malbata wê kirin,  her wiha dê sibe testa PCR ji wan re were çêkirin.

Wek tedbîreke pêwîst ji bo pêşîgirtina li Koronavîrûsê qedexeya çûn û hatina ber bi gund ve  heta ku test ji hemû şêniyên gund re were çêkirin û bê pişterastkirin ku vîrûs li gund belav nebûye, hat ragihandin.

Der barê derketina vîrusê li hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hevseroka Gerînendetiya Tenduristiyê ya kantona Qamişlo Rojîn Ehmed ji ANHA`yê re wiha axivî: "Piştî hat tekezkirin ku nexweşên Koronavîrûsê li herêmê hene, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina şêniyan çend tedbîrên pêwîst girtin."

Rojîn Ehmed wiha domand:  "Heger şênî li gorî biryaran tev negerin dê tu sûdê ji xweparastina vîrusê ku li herêmên me belav bûye, negirin. Ji ber wê divê şênî li gorî tedbîran tev bigerin, mask, lepik û madeyên dezenfektekirinê rojane bikar bînim bi taybet dema di sûkan de digerin û xwe ji vîrusê biparêzin."

Rojîn Ehmed di axaftina xwe de ev tişt got: "Paşguhkirina şêniyan û bê berpirsiyariyê der barê vîrûsê de dê herêmê rastî xeteriyê bîne. Ji ber piraniya rewşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kesên ku bi rêya derî û balafirgehan derbasî herêmê bûne."

Rojîn Ehmed destnîşan kir ku her sê rewşên ku di demên dawîn de li Qamişlo derketin, bûne pirsgirêk, ji ber çûn û hatina wan ji gelek deveran re û ji ber wê jî rewşên bigûman zêde bûn.

Der barê şopandina Desteya Tenduristiyê ji vîrusê re Rojîn Ehmed ev tişt bi lêv kir: "Rewşên bigûman û nexweşên vîrusê ji aliyê tîmên tenduristiyê û komîteyên awarte ve têne şopandin, testa PCR ji wan re tê çêkirin û di karantînayê de ne, lênerîna tenduristî ji aliyê komîn û meclisan ji wan re tê pêşkêşkirin û hemû pêdiviyên pêwîst ji wan re têne pêşkêşkirin."

Her wiha Rojîn Ehmed diyar kir ku Rêveberiya Xweser û Şaneya Aloziyê navendên karantînayê beriya ku vîrûs derkeve amade kirine, navendek li taxa Elaya ya Qamişlo ye, yek li Dêrikê ye, beşek ji nexweşxaneya Dêrikê bi destekdayîna ji rêxistina UPP ji bo pêşwazîkirina rewşên giran hatiye diyarkirin.

Di dawiyê de Rojîn Ehmed bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku tedbîran bigirin û parastina xwe bikin, ji ber parastina kesayetî parastina civakê dike.

Her wiha hejmareke ji şêniyên bajarê Dêrikê der barê çawaniya xweparastin de bi taybet di dema Cejna Qurbanê de, axivîn.

Mûtî Silêman xwediyê dukaneke li  Dêrikê ye wiha axivî: "Divê şênî li gorî tedbîrên xweparatinê tev bigerin bi taybet piştî rewşeke vîrusê li herêma Dêrikê derket. Her wiha divê kombûn jî tune bin, mask û lepikan di vê demê de li xwe bikin û bila zarok  dûrî cihên kombûnê bin."

(bx)

ANHA


Mijarên Din