Rojevên rojnameyên erebî yên îro

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan girêdayî dosyaya koçberan tehdîtên ji Ewropayê re nû kir, her wiha Washington însiyatîfa Kîrî li Yemenê bi rêya koma Hûsiyan di çarçoveya lihevkirinê bi Îranê re, silavî kir û Heşed El-Şabî ragihandina avakirina hêzeke asîmanî ya taybet ji bo hikûmeta Iraqê sedmeyek bû. 

Rojnameyên erebî yên îro behsa gefa Erdogan ji Ewropayê re der barê dosyaya Sûriyê de, dosyaya Yemenê û geşedanên li Iraqê kir.

El-Ereb: Erdogan gefan li Ewropayê dixwe; yan "herêma ewle" yan jî amadekariyên ji bo pêla koçberan

Rojnameyên erebî yên îro behsa daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji Ewropayê re, her wiha dosyaya koçberan û alîkariyan kir. Di vê çarçoveyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja pêncşemê diyar kir ku rêya Ewropayê li ber koçberan dê veke, heger welatê xwe tu desteka navdewletî ji bo plana "herêma ewle" ku dixwaze li ser sînor ferz bike, veke. Bi vê yekê Erdogan li beramberî hemû kesên destwerdana dosyaya Sûriyê dikin bi taybet DYA`yê, disekine.

Daxuyaniyên Erdogan di dema ku Tirkiye zexta li ser Washingtonê ji bo ji dosyaya kûrahiya "herêma ewle" ku dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serkêşiya Tirkiyê were avakirin, hat. Her wiha Tirkiyê li Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê rastî zexteke zêde tê, ji ber êrîşên hikumetê bi alîkariya Rûsyayê ber bi bakur ve diçin.

Erdogan di axaftina ku li Enqereyê de kir ku Tirkiye di avakirina "herêma ewle" li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi hevkariya DYA`yê di dawiya meha Îlonê de bi israr, lê heger were xwestin dikare bi tena serê xwe tev bigere.

Gefên Erdogan ên nû di çarçoveya pêkanîna zexta zêde ya Yekitiya Ewropayê (YE) û di zûtirîn demê de alîkariyan ji welêt re pêşkêş bike û destekê bide avakirina "herêma ewle" li Bakurê Sûriyê.

Beriya du rojan Erdogan gotibû "Em ne di mijara derxistina koçberan bi rêya girtina deriyan de ne. Lê em ê çi qasî kêfxweş bibin ku em karibin alîkariyê bidin avakirina herêma ewle li Sûriyê û vê yekê pêk bînin."

Şerq El-Ewset: Zarokên Efrînê "Mohra Êşê" bi destpêka sala xwendinê re xêz kir

Rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Îro roja destpêkê ya sala xwendinê ya nû ye. Bêrîtan Ehmed (10) a ji bajarê Efrînê yê kurdî ye, tevî 2 hezar zarok li pêşiya mezintirîn tabloya ku bi destên xwe xêz kirin, sekinî. Di Kampa Serdemê ya bajarokê Fafînê yê başûrê rojhilatê bajarê Helebê de, dijîn."

Rojnameyê di nivîsa xwe de wiha got: "Kêfxweşî li ser rûyê wê diyar dibû. Cil û destên wê hemû rengîn bûbûn. Bêrîtana ku firçeyek biçûk di destê wê de bû, got ew pir kêfxweş e ku tev li xêzkirina tabloyê bûye. Her wiha got wan zevî û darên xwe yên zeytûnan ku beriya ji Efrînê ji ber topbaran û şer birevin, xêz kir."

Diyar Hisên (12), heta niha ew rojên ku bi malbata xwe re ji Efrînê reviyan û ji beriya sal û nîvekê di Kampa Serdemê de dijîn, di bîra wî de ne. Diyar jî beşdarî xêzkirina tabloyê bû û hestên xwe wiha anîn ziman: "Min mala xwe ya xweşik ku hat topbarankirin û bi erdê re bû yek, xêz kir. Her wiha min her tiştê di mêjiyê xwe de der barê Efrîna ku ez pir bêriya wê dikim, xêz kir."

Navê tabloyê "Mohra Êşê" bû. Zarokên ji bajarê Efrînê bi destekdayîna ajansa Romaf mezintirîn tablo bi dirêjahiya 2 hezar metre û firehiya 160 cm li ser cawekî xêz kir. Caw li kolana sereke ya kampê hat raxistin. Xwedekarên dibistana kampê di nava 30 rojan de navên xwe ji bo xêzkirina mezintirîn tabloya ku derbasî pirtûka Guinness bibe, qeyd kir.

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê rojnameya El-Ereb wiha got: "Cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê David Schenker di serdana xwe ya li Siûdiyê de got Washington dan û standinan bi çekdarên Yemenê re pêk tîne da ku bigihîjin çareseriyekê ji aloziya Yemenê re peyda bike ku her du aliyan razî bike."

Çavkaniyên dîplomatîk ji El-Ereb re wiha got: "Axaftinên David Schenker der barê dan û standinên bi Hûsiyan re bi armanca dîtina çareseriyekê ji aloziya Yemenê re ku her du aliyan razî bike, vejandina însyatîfa ku wezîrê karên derve yê berê John Kerry piştî dan û standinên veşartî bi Hûsiyan re pêk anîn."

Sûdan

Der barê rewşa Sûdanê de rojnemeya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Duh Dr. Ebdullah Hemdok serokwezîrên Sûdanê avakirina hikumeta nû ragihand, ji 20 wezîran jê 4 jin in, navên wan Esma Mihemed Ebdullah wezîra derve, Welaa El-Boşî ya ciwan û sporê, Intîsar El-Zîn Sixeyrûn a perwerdeya bilind û Lîna El-Şêx a pêşxistina civakî."

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê rojnemeya El-Ereb wiha got: "Ragihandina hêzên Heşdî Şabî ji avakirina hêzên asmanî ya taybet, bû çavkaniya pêkeniyê, li derdorê ji hikumeta Iraqê ku soz dabû ew ê vê hêzê di bin kontrola xwe de bihêle, di demekê de ku çekdar li ser plana Artêşa Pasdaran a Îranê dimeşe û dibe hêzeke ku nayê kontrolkirin.”

(bx-jo)


Mijarên Din