Rojevên çepemeniya erebî

Rojnameyên erebî yên îro der barê mijara "herêma ewle", rewşa li Idlbê, her wiha geşdanên li Iraq û Sûdanê û hevdîtinên Amerîka û Talîbanê de nivîsîn.

El-Ereb: Erdogan Washington tawanbar kir ku herêma ewle ji bo berjewendiyên Kurdan bi kar tîne

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Serokkomarê Tirkiyê behsa operasyoneke leşkerî dike li rojhilatê Firatê û dibêje ew bi leşkerên xwe beriya meha Îlonê herêma ewle ava bike.

Piştî ku dewriyeyên hevbeş ên Amerîka û Tirkiyê li herêmên ewle yên Bakur û Rojhialtê Sûriyê geriyan, bi çend saetan, Erdogan rexneyên tûj li Amerîkayê kirin, ev nîşana wê ye ku di bevbera her du aliyan de nakokiyên der barê lihevhatina meha Tebaxê de hene.

Erdogan got "Enqere û Washington her tim der barê herêma ewle de di nava nakokiyan de ne" û wiha dewam kir "Em bi Amerîkayê re der barê herêman de di nava diyalogê de ne, lê tiştê em dixwazin û tiştên ku ew plan dikin ne mîna hev in". Erdogan got "Hevkarê me, ne ji bo me, ji bo rêxistina terorê herêmeke ewle ava dike, em jî vê helwestê napejirînin”.

Li gorî çavdêran, ev daxuyaniyên Erdogan ne tiştekî balkêş bûn û dê ev nakokî her carekê derketiba, ji ber ku di lihevhatinên 7`ê Tebaxa derbasbûyî ya der barê herêma ewle de, gelek valahî hebûn, ji wan valahiyan ku kûraniya herêmê ne hatiye diyarkirin, Tirk 25 km dixwazin, lê Kurd jî dixwazin ku li hin deverên ku piraniya wan Ereb in, bi kûrahiya 14 km be.

Hin xalên ku cihê nakokiyê ne, ew e ku Tirkiye dixwaze nêzî milyonek koçberên Sûriyê yên li ser axa wê ne, li wê herêmê bi cih bike, ev tê wateya hewldana guherîna demografîk, jixwe Kurd jî vê tiştê napejirînin."

El-Beyan: Sûriyê… li dijî baregehên milîsên Iraqê li Bokemalê teqîn

Rojnameyê nivîsî: "Dengê 3 teqînan li herêma Bokemal a Sûriyê ku nêzî bajarê Alqaim ê Iraqê ye, hate bihîstin.

Li gorî çavkaniyan teqîn li dijî baregehên milîsên girêdayî Heşdî Şabî ya Iraqê pêk hatin, ji wan baregehan ên Hereket Alabda, Heyderiyûn û Hizbullah a Iraqê ne. Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn, li gorî televîzyona El-Erebiya.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku teqîn di encama bombebarana balefireke nediyar de pêk hatine."

 Şerq El-Awsat: Moskov der barê kuştina fermandarên wê li Idlibê de bê deng e

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Rojnameyeke Rûsyayê hin agahiyên tekuz der barê nasnameyên 3 fermandarên artêşa Rûsyayê de eşkere kirin û got li “herêma bêçek" hatine kuştin, lê tevî wê jî ji Wezareta Parastinê ya Rûsyayê tu daxuyanî derneket, tenê wan nûçe derewand.

Çavdêrên Rûsyayê diyar kir ku bêdengiya aliyên fermî vedigere alozbûna rewşa siyasî ya hundir, bi taybet ku Rûsya ber hilbijartinên herêmî ve diçe, her wiha li çend bajarên Rûsyayê xwepêşandanên ku doza rawestandina şerê li Sûriyê dikin, hatin lidarxisitin.

Çapemeniya Rûsyayê hefteya derbasbûyî diyar kiribû ku di encama teqîna mayinekê nêzî gundê Corîn ê Idlibê de 3 fermandarên artêşa Rûsyayê hatibûn kuştin û 2 jî birîndar bûne. Wê çaxê Wezareta Parastinê nûçe derewand. Wezaretê bi daxuyaniyeke fermî got "Tu xalên çavdêriyê yên Rûsyayê li wê herêmê tune ne, agahiyên ku çameniya Rûsyayê weşandine ne rast in.

Lê rojnameya RBK a Rûsyayê piştî wê demê raporek weşand û wêneyên 3 fermandaran li maseyeke ku kulîlk li ser in, weşand, rojnameyê li ser zimanê hin çavkaniyên agahdar got ku fermandarên hatine kuştin Keral Nekonov, Demetry Siskof û Roman Metsek in, he sê fermandaran di yekîneyên operasyonên taybet de leşkerî dikirin ku girêdayî aratêşa Rûsyayê ye."

El-Diyar: Natanyahu li Brîtanyayê kirinên li dijî Îranê gotûbêj dike

Rojnameyê nivîsî: "Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku wî di dema serdana xwe ya Brîtanyayê de hin gavên ku Îsraîl di xwaze li dijî Îran û Hizbullah pêk bîne, gotûbêj kirine.

Serokwezîr Benjamin Netanyahu di vekirina rûniştina hikûmetê de du diyar kir wê di dema serdana Londonê de bi serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson û wezîrê parastinê yê Brîtaniyê Ben Wales û wezrîrê parastinê yê Amerîkayê Mark Esper re, gavên ku Îsraîl dixwaze biavêje her wiha gavên ku avêtine yên li djiî Îranê gotûbêj kirine."

El-Ereb: Heşdî Şabî fişarê li Adil Ebdilmehdî dike da ku dosyaya çekên Rûsyayê veke

Rojnameyê nivîsî: "Ji aliyê hin komên di nava hikumetê de, her wiha ji aliyên milîsên Heşdî Şabî û partiyên nêzî Îranê, fişarên siyasî yên li ser hikumeta serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî zêde dibin.

Îran hevalbendên xwe yên li Iraqê tev dide ku fişarê li hikumetê bikin û dosyaya çekên Rûsyayê vekin, piştî ku Iraqê piştî sala 2003`yan berê xwe ji dibistana çekên rojhilatî veguherî çekên rojavayî."

Şerq El-Awsat: Hikumeta Sûdanê sond xwar

Rojnameyê nivîsî: "Piştî ku endamên Meclisa Wezîran a Sûdanê sond xwar, hikumetê civîna xwe li dar xist û dest bi karê xwe kir, ev hikumet dê 3 salan û 3 mehan welêt bi rê ve bibe, wezîrê diravî jî mizgînî da ku dê cezayên li ser Sûdanê bandorê li "piştgiriya geşkirina civakî neke."

El-Ereb: Washington ji bo ku nekeve dehfika Qeterê diyaloga bi Talîbanê re betal kir

Rojnameyê nivîsî: "Li gorî çavkaniyên diplomatîk ên Amerîkayê, tişta balkêş ne ew e ku serok Donald Trump civîna veşartî ya bi tevgera Talîbanê re ku pêwîst bû bi navbênkariya Qeterê pêk bê, betal kir lê ya ew ku Amerîkayê xwe ji dehfika Qeterê xilas kir.

Dîplomatan diyar kir ku berjewendiyên Qeterê yên navbênkariya diyaloga bi Talîbanê re dijberî berjewendiyên Amerîkayê ne, lewma serokê Amerîkayê mijara diyaloga bi tevgereke terorîst re betal kir.”

ANHA


Mijarên Din