ROJEVAN NAVENDA NÛÇEYAN A 01-03-2021

-Zarokên şehîdan bi boneya 8'ê Adarê daxuyaniyekê li goristana Şehîdan a navçeya Ehrisê ya Şehbayê didin, saet 01:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê merasîmê bîranîna şehîdan li navenda çand û hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-‘Divê em şoreşa jinan berfireh bikin da ku şoreşên serdema li pêş me, heta şoreşên sedsala 21’an û pêvajoyên aştiyê yên piştî wan, rast û durist bibin.’ (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cûmalî Şaylemez diyar kir ku Erdogan îtîrafeke wekî ya Îsmaîl Hakki Pekîn di mîtînga 9'ê Adara 2014'an a li Rihayê de kiribû û got "Kîjan aliyê dewletê ev komkujî kiribe jî di encamê de destê dewleta Tirk û Erdogan di vê komkujiyê de heye. Dewleta Tirk û Erdogan berpirsyar in. Divê sûcdarên vê komkujiyê werin dadgehkirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Êzidiyên kantona Efrînê îdiayên dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê li ser rewşa êzidiyên Efrînê li derewê qelibandin û diyar kirin ku êzidiyên li wir mercên zehmet û bi êş dijîn û tên neçarkirin ku bibin Misliman. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Lêkolînerê di Saziya Mait a Aştî, Geşdan û Mafên Mirovan de Mihemed El-Muxtar got Rêber Abdullah Ocalan ji dema hatiye girtin, pîvanên naveteweyî yên dadgehkirina adil li ser wî pêk nehatine. (BI WÊNE).

- Nivîskar Melevan Resûl diyar kir ku civaka navneteweyî hevkara tecrîda derqanûnî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e û got: " Banga rakirina tecrîda têrê nake, divê em banga azadiya wî bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdên kantona Kobanê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker piştî binketina wê di êrişa li ser Garê de, siyasetmedar û girtiyên Kurd ên di zindanên wê de dike hedef. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de, Rêveberiya Jinan a Reqayê li herêma Sehlebiyê pêşangeheke keleporî vedike û daxuyaniyekê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya 8'ê Adarê, Kongreya Star a Helebê serdana malbatên gerîla û birîndarên şer dike, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê, bi boneya 8'ê Adarê meşeke meşeleyî li dar dixe, meş ji pêşiya hola civînan a beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê dest pê dike, saet 18:00'an(BI WÊNE Û DÎMEN)..

-Kongreya Star bi boneya 8'ê Adarê pêşangehekê li gundê Mîrka Mîra yê herêma Koçerat vedike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi diruşmeya "Jin giyanê çandê vejîn dike" 6`emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dest pê dike, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi boneya 8'ê Adarê meşeke bi meşeleyan li Helebê li dar dixe, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Komîteya Pewerde û Fêrkirinê ya TEV-DEM'ê ya Helebê di çarçoveya çalakiyên li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan de pêşangeheke wênexêzên xwendekaran vedike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên navçeya Til Temirê bêdengiya"garantor" Rûsyayê wekî nîşaneya peymaneke sêalî bi nav kir û bang li gelê herêmê kir ku  li hemberî planên hêzên dijber hevgirtina xwe çêkin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker asta herkîna ava çemê Firatê li ser Sûriyê kêm kiriye, ajansa me bi  wêne û dîmen rewşa dijwar a çemê Firatê şopand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA