Rojeva rojnemeyên erebî

Rojnemeyên erebî îro behsa serdana şandeya Ewropayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, cezayên Amerîkayê li ser benka navendî ya Îranê, veguherandina Tirkiyê ji desteka hikumeta El-Wîfaq li fermandariya şer li dijî artêşa Lîbya kir.

Şerq El-Ewset: Şandeyên Ewropî serdana rojhilatê Firatê dikin ji bo destekdayîna îstiqrarê

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset behsa serdana şandyên Ewropayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha got: "Piştî ku hemû dewletên rojava û di serî de Almanya, Brîtanya û Fransa, vegirtina hemwelatiyên xwe yên di nava DAIŞ`ê de û malbatên wan ên li gel QSD`ê girtî red kir, ev her sê dewlet avakirina dadgeheke navneteweyî taybet ji bo dadgehkirina çeteyan lêkolîn dikin û soza destekdayîna keda îstiqrar û aliyê perwerde û tenduristiyê kir.

Eric Chevallier ji Wezareta Karên Derve ya Fransayê û Clemens Haag nûnerê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê beriya 2 rojan, civînek bi hevserokên Buroya Têkiliyên Derve a Rêveberiya Xweser Dr.Ebdilkerîm Omer û Emel Dada re çêkir.

Ebdilkerîm Omer ji Şerq El-Ewset re got dosyaya girtiyên biyanî barekî giran e li ser Rêveberiya Xweser ku pir caran daxwaza kişandina wan û dadgehkirina wan li ser xaka wan kirin, çêdike. Omer wiha got: "Di zindanan de 6 hezar çete hene, jê hezar biyanî ne, ji 50 dewletên rojava û Ewropa ne, yên din jî ji Sûriye û Iraqê ne."

Şandeya Fransa û Almanyayê bi nûnerên Buroya Derve ya Rêveberiya Xweser re êrîşên ewlehiyê, çareseriya siyasî, avakirina komîteya destûrê, mîsogeriya destekdayîna keda îstiqrarê û aliyê perwerde û tenduristiyê, hewldana itîrafkirina bi bawernameyên perwerdeyê di dibistan û zanîngehên rêveberiyê û nêrînên xwe ji hikumetên xwe re der barê neamadebûna nûnertiya rêveberiyê û MSD`ê di xebata siyasî û komîteya destûrê de parve bikin.

El-Ereb: Nîşaneyên serhildana gel li dijî Îranê li Dêrazorê

Têkildarî meşên li dijî hêzên rejîmê li bejahiya Dêrazorê, rojnameya El-Ereb nivîsî: “Roja înê li bakurê Dêrazorê li dijî hebûna Îranê ku di beşeke mezin di wê parêzgehê de ne, li ser sînorê bi Iraqê re, meşên girseyî li dar ketin.

Îranê hewl da ku bi hemû awayan bi rêya derbasbûna nava  eşîrên sunî li herêmê û belavkirina şietî, serweriya Dêrazorê bike. Diyar e ku meşên ji destpêka salê de hatibûn lidarxistin, roja înê gihîştine lûtkeyê.

Avalîzvan dibêjin ku sedema hişt ku gel derkevin çalakiyan, ew e ku herêm bibe qada şerê di navbera DYA û Îranê de, nexasim piştî êrîşên hewayî ku di dema dawî de ji aliyên nenas ve zêde bû û ya herî dawî jî di 18`ê Îlonê de bû ku navendên Artêşa Pasdaran a Îranê û milîsên ku destekê didin wan, hatin hedefgirtin.

Meşvanan duh roja înê, li bajaroka El-Salihiye ya bakurê bajarê Dêrazorê, du bendên kontrolê yên hêzên hikumeta Sûriyê û Îranê bi dest xistin.”

Şerq El-Ewset: Trump banka navendî ya Îranê ceza dike û dema derbeyê diyar nekir

Têkildarî aloziya di navbera Îran û Amerîkayê de, rojnameya Şeriq El-Ewset nivîsî: “ Qiral Selman bin Ebd El-Ezîz, duh ragihand ku Siûdî wê tedbîrên pêwîst ji bo ewlehiya xwe piştî êrîşên li ser kargehan li Siûdî bi balafirên bêpêîlot û moşekên Kirûz, bigire. Serokê Amerîkayê jî ferizkkirina cezayên li ser benka navendî ya Îranê ragihand û teqez kir ku biryara wan a leşkerî li dijî Îranê amade ye.

El-Beyan: Ji bo parastina Siûdiyê Pentagon hêzeke destekê bi rê kir

Têkildarî heman mijarê, rojnameya El-Beyan got: “Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) roja înê ragihand ku serok Trump erê  kir ku hêzên Amerîkî ji bo parastina aliyê hewayî yê Siûdî piştî êrîşên li dijî kargehên petrolê, rêbike. Washington jî Îran derbarê êrîşê de tewanbar dike.

Pentagon got ku ew ê leşkerên xwe belav bike û erka wan jî parastin be. Serokerkanê Amerîkayê yê Hevbeş ceneral Joseph Dunford jî anî ziman ku hejmara leşkerên ku dê werin şandin nagihêje hezarî.”

El-Ereb: Tirkiye ji destekdayîna milîsan bû rêveberê şerê li dijî artêşê li Lîbyayê

Têkildarî rewşa Lîbyayê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Êdî artêşa Lîbyayê ya bi fermandariya Xelîfe Hefter şerê milîsan li Terablusê nake, lê şerê li dijî Tirkiyê dike. Ev yek jî israra Enqereyê ya dewamkirina aloziyê li welat diyar dike.”

(jo)


Mijarên Din