Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro der barê encamên civîna Enqerê, aloziya li kendavê û têkçûna AKP`ê nivîsîn.

Ukaz: Lihevhatina Enqerê  destên Asad berdide ser herêmên opozisyonê

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Encamnameya civîna 5`mîn ya dewletên garantor li Enqerê têrê nedikir ku bê zanîn ka çarenûsa herêmên bakurê Sûriyê rojavayê Firatê dê çi be, bi taybet Idlib û gundewarên wê, lê serkirdeyekî artêşa Azad û serokê buroya siyasî ya tugaya Almutasim, Mistefa Sîcrî ku Amerîka piştgiriya wan dike, hin aliyên vê lihevhtinê eşkere kir. Sîcrî di Tweetekê de roja çarşemê got ku li gorî lihevhatinên Enqerê  dê herêmeke bê çekên giran bête avakirin her wiha dê rêya dewriyên hevbeş yên Trikiyê-Sûriyê bête destnîşankirin".

Sîcrî got ku di lihevhatinê de mijara dûrxistina hin kesayetên ku di lîsteya terorê de ne, heye, her wiha dê hikûmeta demkî derbasî herêmê bibe, alîkariyên mirovî bêne pêşkêş kirin, pêngavên komîteya makzagonê bêne temamkirin û zagoneke nû ya hilbijartinan bête saz kirin".

Rojnameyê wiha dewam kir: "Serkirdeyê Artêşa Azad hişyarî da ku eger kîjan aliyên li ser erdê li dijî van lihevhatinan be, dê rê veke ku hêzên Sûriyê û hevalbendên wê êrîşeke nû destpê bike û sînaryoya Xûta û Xanşêxûn dubare bibe, her wiha ev dibe derfeta dawî a çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê eger hemû alî xalên wê pêk bînin".

El-Weten: Artêş agirbestê dewam dike… Tirkiyê jî behsa tunekirina terorê ,ferehkirina "bêçek" dike

Rojnameyê nivîsî: "Çavkaniyên opozisyonê yên nêzî Tirkiyê diyar kirin ku Enqerê  soz daye Moskovoyê ku bi awayekî çalak tevlî hewldanên tunekirina terorê li herêmên "bêçek" yên li Idlib û derdora wê bibe, her wiha herêma "bêçek" jî fireh bike, beramberî wê dê agirbesta ku 31`ê meha derbasbûyî despê kir, dewam bike".

El-Ereb : Lbnanî li benda ku bahoza Aramko bi dawî bibe kemeran asê dikin

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Herêm ber bi rewşeke aloz ve diçe, piştî êrîşa li dijî kargehên petrolê yê şirketa Aramko, ku Hûsiya girte ser xwe, lê Riyad roja çarşemê got ku destên Îranê di êrîşê de heye.

Rayedarên Lûbnanê ditirsin ku lûbnan têkeva nava arîşeyeke ku tu sûda wê têde tune ye, bi taybet piştî ku Hizbullah gef xwarin û got ku ew ê dê li hember êrîşeke li dijî Îranê bêdeng nemîne".

Rojnameyê dewam kir: "Herêm li ser keviya volkanê ye, seferberiyeke herêmî û navdewletî heye, hewldanên diplomasî yên aramkirinê dewam dikin, lê xuyaye ku Lûbnan bi tenê hatiye hiştin û di nava du şepêlan de maye, şepêleke sar hewl dide arîşeyê sar û kêm bike û şepêleke germ ber bi geşkirinê ve diçe".

Şeriq El-Ewset : Siûdî delîlan pêşkêş dike.. Trump cezayan li dijî Îranê giran dike

Rojnameyê nivîsî:"Erabistana Siûdî duh hin delîlên girêdayî êrîşa li dijî kargehê şirketa Aramko nîşan dan. Berdevkê Wezareta Parastinê Tirkî El-Malikî di civîneke çapemeniyê de li Riyadê diyar kir ku êrîş bi 25 balafirên Dron û mûşekên Kroz pêk hatinye, hemû jî ji bakurê Siûdiyê ne ji başûrê wê hatine, li gorî ku Hûsî dibêjin".

Di vê navberê de serokê Amerîkayê Donald Trump duh diyar kir ku dê di nava 48 saetan de li dijî Îranê cezayan bibire. Trump got ku wî ji wezîrê xezîneyê re gotiye ku cezayên aborî li dijî Îranê zêde bike.

Serokê Amerîkayê duh di daxuyaniyekê de gotibû, nêrîna wî der barê Îranê de ne hatiye guherîn, her wiha got ku "ji bo Îranê gelek bijartek hene".

El-Ereb : Nebîl Bfon: Dibe ku hilbijartin ni nû ve bêne kirin

Rojnameyê nivîsî: "Serokê Desteya Hilbijartinan a Tûnisê Nebîl Bifon diyar kir ku dibe hilbijartinên serokatiyê bêne vegerandin, eger ku Nebîl El-Qirewî yê girtî biser ket û dadgehê jî ew berneda".

Bfon got "Eger Nebîl El-Qirewî di tura duyemîn de biser ket û dadgehê ew berneda dibe ku hilbijartin ji nû ve bêne kirin".

El-Ereb : AKP`ê xwe bi xwe tune dike

Rojnameya El-Ereb  derbarê rewşa Tirkiyê nivîsî: "Li gorî hijmartinên fermî yên Tirkiyê, nêzî milonek endamên Partiya Adalet û Geşkirinê ya Tirkiyê sala derbasbûyî xwe partiyê kişandin, ev yek jî pêşbîniya serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu piştrast dike ku gotibû "AKP`ê dike xwe bi xwe tune bike".

Istifaya Davutoglu deriyên belavbûna partiyê vekirin, ji xwe piştî binkeftina hilbijartinên herêmî li Istanbol, Enqerê, ev tişt dihat gumankirin.

Çavdêr dibêjin, dijberên berê derbeya leşkerî dikirin û dest datanîn ser desthilatdariyê, lê dijberên Erdogan rêyeke dij şopandin, ew cemawerên partiyê û depoya wê ya hilbijartinan dikşînin, ev jî hîn bi bandortir e, ji ber ku ew bi bi şêweya serokê Tirkiyê li dijî wî radiwestin".

Li gorî pêla vekişînan, dê derfetên Erdogan yên hilbijartinên pêşerojê kêm bin".

(kn)


Mijarên Din