Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro der barê encamên civîna Enqerê, hilbijartinên li Tûnis û Israîlê û arîşeya li kendavê de nivîsîn.

Ukaz: "Garantorên" xwe, ne yên Sûriyê ne

Rojnameyê der barê civîna sê alî ya Enqerê de nivîsî: "Lutkeya 5`mîn a di navbera dewletên garantor (Rûsya, Tirkiyê û Îran) de li Enqerê bi dawî bû, lê naveroka lihevhatinan diyar nebû, li gorî encamnameyê pir nakokî hene der barê rewşa Sûriyê de, ew behsa yekparî û serbixwebûna Sûriyê dikin, lê civîn bi xwe mijara serxwebûn û yekpariya axa Sûriyê binpê dike, her wiha ji xwe Sûrî li wir tune bûn (ne rejîm ne jî opozisyon).

Rojnameyê dewam kir: "Encamnameya civîna Enqerê ji şopandina berjewendiyên wan e, hemû xalên encamnameyê ji bo rêvebirina aloziya Sûriyê ne, ne ji bo çareserkirina wê, ango civîna Enqerê civîna berdewamiya vê aloziyê ye, lê bi şêweyê herêmî.

Tişta girîng di vê civînê de mijara tunebûna dewleta Sûriyê bû, hemû aliyan teqez kirin ku dewleta Sûriyê tune ye, lewma pêwîst e ev dewlet li gorî berjewendiyên xwe tevbigerin, ji ber ku Şam ji derveyî van dewletan nikare tu liva leşkerî û siyasî bike, lewma dê ev dewlet li gorî xwe ritma şer li Sûriyê saz bikin.

Tevî ku behsa mijara komîteya makzagonê jî hate kirin û girîngiya sazkirina makzagoneke ku hemû aliyan bîne ba hev hate gotûbêjkirin, lê mijara sazkirina makzagonê bi xwe dide nîşandan ku li Sûriyê dewlet tune ye, ji ber ku her sê aliyên ku dê makzagonê binivîsin her yek girêdayî aliyekî gerantor e û daxwazên wan pêk tine".

Rojnameyê nivîsî: "Ev cara 5`mîn e ku dewletên gerantor dicivin, lê tu encamên ku aloziya Sûriyê bidawî bike pêk nayine".

El-Ereb : Erdogan mizgîniya cihnişînên ji sêlikan ên tije xizanî û teror dide koçberên Sûriyê

Rojnameyên nivîsî: "Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayip Erdogan di civîna sê alî ku roja duşemê li welatê wî hate lidarxistin de, hewl da ku pêşniyara xwe ya avakirina herêma tampon li ser sînorê Sûriyê derbas bike, piştî ku destên xwe ji Idlibê kişandin, Erdogan sozdan ku bajarokên niştecîbûnê li herêma bi ferehiya 450 km ava bike, lê rêxistinên mafnasî ditirsin ku herêma "ewlet" bibe cihnişînên ji sêlikan ku tije teror û xiznî bin.”

Çavdêr hişyarî didin ku Erdogan soz dide cihnişînên xweş ava bike, lê armanca wî ew e ku dewletên li dijî avakirina herêma tampon in, razî bike, her wiha dixwaze bi deh hezaran koçberên ku destên Enqerê di koçkirina wan de hebû, li van herêma bi cî bike û herêmê bike herêma ewle ya di bin çavdêriya Enqerê de".

Erdogan bi bikaranîna pelika koçberan li dijî Ewropayê tê tewanbarkirin, ew her tim pelika vekirina sînor li pêşiya bi hezaran koçberan hildide, dixwaze hin pereyên zêdetir ji bo xwe ji Ewropayê bistîne.

Rojname her wiha dinivîse: "Eger Erdgoan li paş mijara herêma ewle dixwaze ji welatên rojava pereyan bistîne û bi wan preyan aloziya xwe ya aborî hinekî sivik bike, lê hin derdor, bi taybet rêxistinên mafên mirovan ditirstin ku herêm bibe bineciheke nû ya terorê û depoya DAIŞ û Al-Nusrayê, ji ber ku Tirkiyê dixwze destpêkê alîgirên xwe li wir bicî bike.”

Şeriq El-Ewset: Siûdî dibêje ku petrol vegeriya… Ewropî jî behsa bersiveke hevbeş dike

Rojnameyê nivîsî: "Wezîrê wizeyê yê Siûdiyê mîr Abdulezîz Bin Selman diyar kir ku hinartina petrolê vegeriya rêjeya berî êrîşên li dijî Aramkoyê. Bin Selman di civîneke çapemeniyê de, duh li Cedayê got ku şirketa Aramko dê di nava mehê de, ji petrola depokirî, pêwîstiyê hemû bikirên xwe yên li cîhanê bicî bîne. Her wiha dê qiralî heta dawiya mehê karibe hilbirîna rojan e ya petrolê bighîna 11 milyon bermîl , dawiya meha Mijdarê jî dê bighêje 12 milyon bermîl. li gorî Reutersê piştî daxuyaniyên wezîr buhayê petrolê ji sedî 6 daket".

Li aliyekî din Brîtanya û Almaniyayê ji civaka navdewletî xwestin ku bersiveke hevbeş dibin êrîşên li dijî kargehên petrolê yê Siûdiyê, serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson û şêwermenda Almaniyayê Angela Merkel teqez kirin ku pêwîste li herêmê arîşe kûrtir nebe".

El-Ereb : "Tsonamyaya" serokatiyan li Tûnisê binyada tevgera Al-Nahde dihejîne

Der barê rewşa Tûnisê de rojnameyê nivîsî: "Tevgera El-Nehda li benda encamên fermî yên hilbijartinên serokatiyê nema, dest bi gotûbêja ka kê bûye sedemê têkçûna namzetê tevgerê Abdullfetah Moro û dê çawa paşketina tevgerê şîrove bike, ku dengên wê di sala 2011`an milyonek û nîv bû lê di hilbijartinên dawî de tenê 350 hezar dengên wê hene.

Hin çalakvanan ku hin ji wan lîderên pêş ên partiyê ne, gotin ku stratejiya rêvebirina hemleya hilbijartnan şaş bû, lê lîderekî payebilin Zibêr Al-Şihûdî xwe ji erkên rêveberiyê paşde kişand.

Şeriq El-Ewset: Dengê Netanyahu û Gantz nêzî hev in ango dê hikûmeteke yekbûyî bête ava kirin

Der barê mijarê rojnameyê nivîsî: "Encamên destpêkê yên hilbijartinên Israîlê nîşan didin ku dengên her du partiyan, Likud bi serokatiya serokwezîr Benjamin Netanyahu û partiya Şîn Spî bi serokatiya Benny Gantz, pir nêzî hev in. Ev encam çarenûsa avakirina hikûmetê dixe destê serokê partiya cihûyên Rûs Afegdor Lebrman ku xwest hikûmeteke netewî yekbûyî ji Likud û Şîn Spî bête avakirin".

(kn)


Mijarên Din