Rojeva rojnameyên erebî yên Îro

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê, şerê balafirgehan li Lîbyayê, aloziya di nava AKP’ê li Tirkiyê, hibijartinên Tunisê û hin mijarên din de nivîsîn.

El-Şerq El-Awsat: Helwesta welatên rojava der barê aloziya Sûriyê de; di şûna xwe de digerin ta hilbijartinên serokatiyê yên 2021’an

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Welatên rojava ji niha ta sala 2021`an di aloziya Sûriyê de tu guheritnan nabînin, ku ew sal jî sala hilbijartinên serokatiyê ye li Sûriyê. Ev pêşbînî jî hîna şêlû ye, ji ber Rûsya ta niha piştgiriya serokê Sûriyê Beşar El-Esad dike. Eger ew xwe hilbijêre bo serokatiya, ev tê wateya ku dê aloziya Sûriyê li şûna xwe bimîne û dê hin salên din jî dirêj bike.”

Çavkaniyeke dîplomatîk ya rojavayî, vê rewşê girê dide helwesta Rûsyayê ku ew ji bo guhertina rewşa heyî tişta ku dikare nake. Çavkanî dibêje ku aloziya Sûryê niha li şûna xwe rawestiyaye, ji ber çareyên ku têne pêşniyarkirin wê girê didin, gotûbêjên çareya siyasî tu pêşketin çênekirin, niha jî rejîm amadekariya operasyoneke leşkerî ya nû li Idlibê dike.

Li gorî çavkaniyê, rewşa heyî dê aloziya Sûriyê dirêj bike û bike ku li şûna xwe raweste, tê payn ku hêzên hikumeta Sûriyê bi piştgiriya Rûsyayê êrîşeke nû li Idlibê pêk bîne.

Rojavayî li dijî pêşniyara Tirkiyê ne, ku dixwaze koçberê li ser axa xwe veguhêze herêmên ewle yên rojhilatê feratê û herêmên desthilatdariya Kurdan. Rojava dixwaze vegerke bi dildarî pêk were, weke ya ji Libnanê, ji ber vegereke bi vî awayî li gorî zagonên navdewletî ye û rê dide koçberan ku vegerin cih û warên xwe, neku li devereke din bêne bicîkirin.”

Şerq El-Awsat: Rûsya; şerê Sûriyê bi dawî bûye

Rojnameyê nivîsî: "Rûsyayê roja înê diyar ki ku şerê li Sûriyê bidawî bûye, tevî ku hîna herêmên berferh derveyî desthilatdariya hikumeta Şamê de ne, bi taybet rojhilatê feratê, ku di bin destên hêzên alîgirên Amerîkayê de ye û bakur rojavayê welêt ku din deshilata hêzên alîgirên Tirkiyê de ye.

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov du bi daxuyaniyekê got "Şer li Sûriyê bi dawî bûye. Ev dewlet êdî hin bi hin vedigere jiyana asayî" Lavrov got ku hîna hin cihên bi aloz hene ne di bin desthilatdariya hikumetê de ye, mîna Idlib û rojhilatê Firatê.”

Lavrov xwest ku ji bo referandumên makezagonî komîteyek bê avakirin.

Tevî ku wezîrê Rûsyayê behsa vegera jiyana  asayî dike jî, lê daxuyaniyên serokwezîrê Israîlê Benjamen Natanyahou, yên piştî hevdîtinên bi serok Potin re, roja pêncşemê, nîşan didin ku Israîl xwe ji bo êrîşên nû li dijî milîsên girêdayî Iranê li ser axa Sûriyê amade dike.

Di vê navberê de çalakvanan diyar kir ku artêşa rejîmê hêzên nû bibin çiyayên Laziqiyê yê rojhilat ku raserî herêma Cisir Alşixûr ya rojavayê Idlibê ye, ew amadekariyên şerekî ku dema wê ne diyar e dike, her wiha hêzên opozisyonê jî amadekariyên li dijî êrîşan dikin.”

El-Ereb: Guherînin kêliya dawî hevsengiya pêşbaziya ber bi koşka Qartajê ve guherandin

Der barê mijara hilbijartinên Tunisê de rojnameyê nivîsî: "Namzetê serokatiyê Abdil Karîm El-Zibêdî karî pişgiriyeke mezin bistîne, piştî ku namzet Mihsin Merzûq piştgiriya xwe ji bo El-Zibêdî nîşan da û ji alîgirên xwe re got ku dengê xwe bidine wî. Merzûq jî got ji bo berjwendiyên neteweyî û da ku deng belav nebin, ev helwest nîşan daye.”

Şerq El-Awsat: Hikumeta Netanyahu li newala Urdunê dicive

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu biryar da ku sibê, civîna asyayî ya hikumetê li nişteciheke cihûyan ku li Newala Urdunê ye, li dar bixe. Ev pêngav dê nîşan bide ku ew tê hewldanên destdanîan ser Şrîa rojava dewam bike, di vê navberê de 5 dewletên Ewropî derbarê mijarê de fikarên xwe anîn ziman, wezareta karên deve ya Almanyayê du got "Ev binpêkirineke dijwar a zagona navdewletî ye.”

El-Ereb: Erdogan li Qibrisê baca dîplomasiya dijminane dide

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Piştî ku hejmara dewletê piştgirî didin Qibrisê zêdetir dibe, êdî erdogan nikara Qibrsa Tirkî xilas bike. Ev tê wateya ku Tirkiyê dê nikaribe projeyên xwe yên lêgerîna Petrol û Gazê li peravên Qibrisê pêk bîne. Arabistana Siûdî jî tevlî dewletên alîgirên mafên Qibrisê yên parastina serweriya herêmên xwe, bû. Ev yek tê wateya ku Erdogan hin dewletên sereke yên erebî mîna Arabistana Siûdî û Misrî kişandin aliyê diberî xwe, ev tişt di encama siyaseta dijminahiya her kesî de pêk hat.”

Di serdaneke payebilin a ji bo Qibrisê, wezîrê karên derve yê Arabistan Siûdî Ibrahîm El-asaf diyar kir ku Siûdî piştgiriya Qibrisê û rewabûna wê dike, ev dijberiyeke eşkere ye ji rola Tirkyê ya li Qibris û tevahiya herêm de.

Çavdêr dibêjin ku ev tişt di encama siyasetê  Erdogan yê dijminahiha Siûdî û misrê de pêk hatin, bi taybet piştî ku Anqerê mijara Kuştina rojnamevanên Siûdî Cekal Xaşiqcî bikar anî. Her wiha Tirkiyê pêşwaziya endamên Ixwanan yên Misrî ku ji dadgehê rebiyabûn kirin, û rê da wan ku derkevin pêşberî ragihandinê û êrîşî Misrê û sistema wê ya siyasî bikin.”

Şerq El-Awsat: Davutogolu êrîşî "komeke ku AKP xistiye bin destê xwe” dike

Rojnameyê der barê mijarê de nivîsî: "Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu derbeyeke nû ya bi hêz li AKP’ê da, ji xwe ev demeke gelek kes ji partiyê veqetiyan, her wiha rêjeya rexneyên li dijî rêbazên rêvebirinê yên serokê Tirkyê Recep Tayyîp Erdogan zêde bûye, ku ev partî 17 salan welat bi rê ve dibe.”

Şerq El-Awsat: li Lîbyayê "şerên balafirgehan" nû bû

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameyê nivîsî: "Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê bi fermandariya Xelîfa Hafter duh ragihand ku wan planeke Qeter û Tiriyê ya lêdana baregeha asmanî yan Cefrayê (650 km başûr rojhilatê Terablusê), tê birin, her wiha diyar kir ku baregeheke dronên Tirkiyê li rojavayê welêt hilweşandin, sê dronên Tirkiyeyê jî rûxandin. Ev geşedan hemû têne wateya ku dê li Lîbyayê dîsa "şerên balafirgehan     " nû bibe.”


Mijarên Din