Rojeva rojnameyên Erebî yên Îro

Rojnameyên Erebî yên Îro der barê bombebaran li dijî nexweşaneyên Idlibê, serdana serokê Şî E-Sedir bo Tahranê, lihevhatinên li Sûdanê û astengkirina ragihandinê li Tirkiyê de nivîsîn.

Şeriq El-Ewset : NY`ê der barê bombebarankirina nexweşxaneyên li Sûriyê bersiva Rûsyayê dixwaze

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Berpirsekî karûbarên mirovî yê NY`ê, ji Rûsyayê xwest ku der barê awayê bikaranîna agahiyên cihên nexweşxane û navendên tenduristiyê yên li Sûriyê, bersiv bide, piştî ku hin navendên tenduristiyê rastî êrîşê hatin.

Alîkarê sekreterê giştî yê NY`ê yê karên mirovî Mark Luocok diyar kir ku ew "Ne bawer e" ku nexweşxaneyên ku agahiyên cihên wan di programa NY`ê de ne, dê parastî bin.

Li gorî NY`ê li herêma Idlibê, ji meha Nîsanê ta niha zêdetirî 23` nexweşxane rastî êrîşan hatine".

El-Ereb :El-Sedir ji bo projeya Islama Şî li ba Xaminî û Silêmanî ye

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Serdana Şiyê Iraqî Muqtada El-Sedir bo Tehranê û xuyakirina wî di navbera Alî Xaminî û general Qasim Silêmanî de, weke ku westiyata Murşidê Îranê a ji bo hêz û partiyên Şî yên Iraqê pêk hatibû, wî qewîtî kiribû ku "yekîtiya mezheb di ser mijarên netewî re ye".

Çavkaniyeke siyasî ya Iraqê diyar kir ku El-Sedir baweriyê bi Iraniyan nayine, lê dizane ku têkçûna Iranê di vê demê de tê wateya paşketina projeya Islama siyasî ya Şî.

Çavkanî got El-Sedir jî mîna Nûrî El-Malikî ye, her du di wê baweriyê de ne ku bêyî Iranê tu pêşeroja projeya Islama Şî tune ye.

Şeriq El-Ewset: Li Sûdanê di navbera hêzên çekdar de "danezana rêgezan"

Girêdayî rewşa Sûdanê rojnameyê nivîsî "Serokatiya Sûdanê û tevgerên çekdar yên hevbendiya "Eniya Şoreşger" her wiha Tevgera Gel a Rizgarkirina Sûdanê, li Paytexta başûrê Sûdanê Coba, belgeya "danezana rêgezan" imze kirin, ji bo pêbaweriyê û berdana girtiyan, beriya diyalogên aşîtiyê ku dê nîvê meha cotmehê destpê bikin. Ku tê payin şerên li herêmên Darforê, başûrê Kurdevanê û Nîla şîn, bidawî bibe".

Li ser navê hikûmetê general Mihemed Hemdan Diqilo (Hemîdetî) û li ser navê Tevgera Gel Abdullezîr El-Hilû, imze kirin, her wiha serok Silvakîr jî weke navbênkarê hevdîtinan belge imze kir.

Hemîdetî bi daxuyaniyekê diyar kir ku welatê wî dê lêçûnên rawestandina şer û pêkanîna aşîtiyê bide.

El-Ereb : Hamas amadekariyên hemleyeke Ixawanî-Qatarî li dijî Siûdiyê dike

Der barê gengeşiya di navbera Hamas û Siûdiyê de rojnameyê nivîsî: "Têkiliyên di navbera Erabistana Siûdî û tevgera Hamasê de gihiştin asta herî aloz û xerab, piştî ku Hamasê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Riyad lîderekî wan ê bi navê Mihemed Elxuderî girtiye. Hin derdorên Filistînî dibêjin ku Hamas katiye nava Hemleyeke Ixawanî ya reşkirinê li dijî Siûdiyê, û mijara girtiyan tenê behane ye.

Çavkaniyên Filistînî diyar kirin ku Hamas 4 mehan behsa girtina Elxuderî nekir, lê ew li gorî helwestên Siûdiyê yên dijî Qatarê û rewşa li Yemenê tevdigere. Her wiha diyar kirin ku Partiya Çaksasî ku şaxê Ixwanan li Yemenê ye, li dijî Siûdiyê kampaniya reşkirinê destpê kiriye, piştî ku Siûdiyê piştgiriya partiyê nekir li dijî meclisa demkî ya başûr".

Şeriq El-Ewset : Washington ji hkûmeta Lûbnanê dixwaze li dijî Hizbullah tevbigere

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: " Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê karûbarên Rohilata Navîn David Schenker ji hikûmeta Lûbnanê xwest ku rê li pêşiya Hizbullah veneke ku li şûna hikûmetê tevbigere, ji ber ku ev tişt dê Lûbnanê têxe metirsiyan, her wiha hişyarî da ku Hizbullah xwe bide aliyê Iranê, eger ku li herêmê alozî bilind bû "ev tişt dê Lûbnanê ber bi bobelatan ve bibe".

El-Ereb: Lîsteyên nû yên Internetê li Tirkyê, opozisyonê dorpêç dike û mafên derbirînê jî asteng dike

Der barê rewşa Tirkiyê de rojnameyê nivîsî: "Zagonên nû ku hikûmeta Tirkiyê ji bo internetê der xistine, tirsan zêde dike ku serokkomarê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan fişarên xwe li ser opozisyonê û mafên derbirînê zêde bike, ji xwe rexneyên li dijî siyasetên wî yên hundir û derve zêde bûne.

Tirkiyê di demên dawî de hemû mafên şopandina naveroka Internetê daye desteya çavdêriya radiyo û televizyonê.

Ev kiriyar dike ku rola meclisa bilind ya radiyo û televizyonê bihêz bike, ev sasî jî di desên hikûmetê de ye. Lewma tirs heye ku desthilatdarî dê saziyên ragihandinê têxe bin destên xwe, her wiha desthilatdarî hewl dide ku ragihandina alternatîv jî têxe bin siya xwe, piştî ku dest danî ser ragihandina fermî".

(kn)


Mijarên Din